Yek ji ‘şahidê’ îdinameya Kobanê li xwe mikûr hat

  • rojane
  • 11:13 21 Çile 2021
  • |
img
AMED - Yek ji "şahidê" navê wî vekirî Samî Baran ê îdianameya Kobanê li xwe mikûr hat û got “Ez dermanê reçeteya kesk bikar tînim. Derveyî îradeya min îmzeya min li bin îfadeyan kirine. Ez ê di roja dadgehê her tiştî bêjim.” 
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê 3 hezar û 530 rûpel îdianameya Kobanê amade kir. 27 jê girtî 108 kes jê tên darizandin. Di îdianameyê de 7 jê bi navê vekirî 2 kes jî bi navê girtî "şahidiyê" dikin û li ser 108 kesên ji dosyeyê tên darizandin îfade dane. Yek ji van "şahidên" nav vekirî Samî Baran e û îfadeyên xwe red dike. Samî Baran li ser meyda civakî daxuyanî da û li xwe mikûr hat. Baran îfadeyên derbarê siyasetmedaran de daye red kir û wiha got: “Min ji polîsên îfadeyên min girtin re got ez reçeteya kesk bi kar tînim. Ez van îmze nakim. Heke sibê roj tiştek cuda derkeve pêşiya min ez ê qiyametê rakim, qebûl nakim.” 
 
DERBARÊ SIYASETMEDARAN DE HEMAN ÎFADE 
 
Baran ê navê wî di dosyeya Kobanê de vekirî hatiye nivîsandin balkêş e ku îfadeyên wî yên derbarê siyasetmedar Gultan Kişanak, Emîne Ayna û Demîr Çelîk û gelek kesên din de daye wek hev in û îfadeyên dîrokî ku daye jî hev nagirin. Di îdianameyê de tê gotin Samî Baran di 2’yê kanûna 2019’an de li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdisanê teslîmî leşkeran bûye û rojek şûn ve wî birine Miduriyeta Şaxa TEM’ê ya Antalyayê û teşhîsa wî kirin e. 
 
LI SER HESABÊ XWE DAXUYANÎ DA 
 
Baran têkildarî nûçeyên li ser çapemeniyê û medya civakî derbarî wî de derketine di 17’ê çile de li ser rûpela xwe ya Facebook’ê daxuyanî da û saetek û 8 deqîqe diaxive. Baran di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ji ber weşandina îfadeyên wî dest bi karûbarên hiqûqî kiriye. Baran di berdewamiya axaftina xwe de tiştên ji 2015’an heta niha bi serê wî de derbas bûne vedibêje. 
 
‘EZ DERMANÊN REÇETEYA KESK BIKAR TÎNIM’ 
 
Baran destnîşan kir ku ew ê her tiştî di danişîna 26’ê nîsanê de were lidarxistin dê vebêje û wiha got: “Di bin wan îfadeyan de îmzeya min heye. Ez reçeteya kesk bikar tînim, nîv hişbir e. Dewlet jî dizane, hûn jî dizanin. Ez wextê di binçavan de bûm jî sibehê 4 derman û êvarê jî 4 derman min bikar dianî. Dido ji van dermanan yên reçeteya kesk bûn. Hişê min jî li serê min e, ez difikirim ku tiştek bêyî îradeya min ji devê min derketibe lê nayê bîra min. Lê min ji wan re vê yekê got, çimkî pir dirêj dinivîsandin. Ez ê van îmze bikim, lê belê nikarim bixwînim. Jixwe çavê min ji sedî 70’ê di sedema we de çûne. Ez ê van îmze bikim bikim, lê sibê roj tiştek cuda derkevin pêşiya min, ez ê qiyametê rakim û qebûl nekim. Heta mirinê ez ê hin însanan efû nekim. Lê ev tiştên derbarê min de ku li çapemeniyê belav bûne ne rast in. Wê di 25’ê nîsanê de her kes bibîne. Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe. Hin kes dibêjin xayîn hin kes dibêjin nemerd. Serser û serçavê min, wîjdanê min rehet e.” 
 

Sernavên din

12:31 Rapora DFG’ê: Li 6 rojnamevanan 26 sal ceza hat birîn
12:25 Danişîna rojnamevan Arîf Aslan hat taloqkirin
12:19 Kesê di bin çavan de îşkence dît bi ‘dijderketina polîsan’ hat sûcdarkirin
11:24 Li şûna polîsên ku xwestin zarok pelçiqînin li HDP’ê lêpirsîn vekirin
11:20 Dozên Ozgur Gundemê hatin taloqkirin
11:17 “Doza KCK’ê ya Çapemeniyê” taloq bû
11:08 Rojnamevan Oktay Candemîr hat beraetkirin
11:05 Danişîna rojnameger Kaya cara 14’emîn taloq bû
11:05 Tifaqa Kurdistanî banga xwedîderketina li HDP'ê kir
10:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: 8’ê Adarê roja hesab pirsînê ye
09:40 Derbarê dema girtina Dundar de fezleke amade kirine
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 98'emîn de ye
09:14 Ji hişekî bîrewerî welidî li derdora welatekî bênav tevnek raçand: Orok
09:01 Weşanxaneya Darayê pirtûkek nû çap kir: Cizîrnasî
09:01 Ji dêvla alîkariyê krediya bifaîz daye
09:01 Gelo Akbaşli hatiye kuştin?
09:01 Berdevka ÎSÎG'ê: Kardêr bi çavê perçeyên makîneyan li karkeran dinêrin
09:01 Malnişîn tiştên li ser çopan berhev dikin
09:01 Destdirêjî, taciz û tecawizên bi destê dewletê û bêcezatî
09:01 Hosteya înşeatan Dûrû
09:01 ‘Ji bo qanûneke bingehîn a demokratîk divê pêşiya Ocalan bê vekirin'
09:01 Ji bo Zarok Ma’yê banga alîkariyê
09:00 Daxwaz û hêviya jinan: Em cîhanek bêtundî dixwazin
09:00 Jinên ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin wê îsal 8'ê Adarê pîroz bikin
09:00 Piştî operasyona Garê girtî derp kirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2021'AN
03/03/2021
21:32 Îstinafê 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Geverê Sari birî
21:25 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:30 Di doza Elçî de derbarê 3 polîsên bersûc de biryara qedexekirina derketina derveyî welêt
17:21 Bi kuçîkan bi ser mala rêveberê MEBYA-DER’ê de girtin
17:07 ‘Em ji tecrîdê re dibêjin hodrî meydan’
16:21 Dozger binçavkirina rêveberên MEBYA-DER'ê 4 rojên din dirêj kir
15:47 Jin li qada ne: Serhildan didome
15:37 Ozel: Divê dewlet di doza Elçî de berpirsyartiya xwe bi cih bîne
15:24 Yaşar a qeyûm tayînê cihê wê hatibû kirin: Îdîaname senaryo ye
14:49 Doza Adalet Kaya hat lidarxistin
14:49 TMMOB: Her roj 35 kedkar jiyana xwe ji dest didin
14:32 10 fezlekeyên nû hatin Meclîsê
14:28 Li Amedê piştgirî dan greva birçîbûnê
14:08 Xwendekar tevlî çalakiya hîndekaran bûn
14:01 Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bênavber didomin
13:56 Dadgehê 6 sal ceza li hevşaredara berê birî
13:48 Doza rojnameger Yalçin hat taloqkirin
13:46 Hevşaredarê Qereçobanê hat berdan
13:39 Danişîna Ferhat Tûnç hat dîtin
13:36 TJA: Bi polîtîkayên zilmê, wê bi dayikan nekarin
12:42 Tîryakî: Dadgeha Bilind bi zexta desthilatê ket tevgerê
12:41 Turkan Elçî: Ji bo em di ewlehiyê de bijîn bila berpirsiyar werin cezakirin
12:39 Ondul ‘Plana Çalakiyê ya Mafê Mirovan’ nirxand: Pirsgirêka baweriyê heye
12:38 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
12:37 Danişîna doza rojnameger Eser hat taloqkirin
12:09 ‘Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan îtîrafnameyeke’
11:46 Di rojekê de 66 rojnameger derdikevin pêşberî dadger
11:21 Di fezlekeyên Kobanê de sûcdariyên 10 sal berê hene
11:12 Danişîna 2’yemîn a doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Di meha Sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Li dijî MEBYA-DER’ê operasyona duyemîn: Rêveberê 81 salî û gelek kes hatin binçavkirin
09:50 Hevşaredarê Amedê Mizrakli: Bihar nêz e aşîtî nêzik e
09:28 Ji bo kujerê Fatma Altinmakas cezayê girankirî hat xwestin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 97'emîn de ye
09:27 8 welat 8 jin: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:26 Bîra jinê: Jineolojî
09:26 Jinên Behra Reş xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin
09:25 ‘Bi qayîşê qirika wî jidandin, lêgerîna tazî lê ferzkirin'
09:24 ‘Li girtîgehan rêgezên sereke yên hiqûqa cezayî tên binpêkirin'
09:21 ‘Bidawîbûna tecrîdê, wê pêşî li ber demokrasiyê veke'
09:20 Ji bijîşkan banga greva birçîbûnê: Mafê jiyanê pîroz e
09:20 Heso Îbrahîm: Ger Êzîdxan tune bibe, wê Kurd jî tune bibin
09:19 Qedexeyan hilberîn jî, qalîte jî xist
09:18 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
09:13 Dengê kolanê: Em dixwazin azad bigerin
09:13 Li girtiyê ku derket axaftina telefonê tekmîl ferz kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2021'AN
08:18 Dadgehê dayikên 79 salî û 71 salî girtin
02/03/2021
20:33 11 hezar û 837 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
17:22 Bi hezaran jin li Kobanê û Hesekê meşiyan
16:59 OHD: Nameyên Kurdî nadin girtiyan
16:40 Sefirê Avûstralyayê Innes-Brown serdana HDP'ê kir
16:36 Baş: Meclîs dê nebe studyoya A Haberê
16:28 Navnîşana ajansa me carek din hat astengkirin
16:22 Polîsan Hevseroka HDP'a Bazîdê binçav kir
16:10 Çalakî û şahiyên 8’ê Adarê berbelav dibin: Êriş û zext bi me nikarin
16:01 Rêxistina HDP'ê, binçavkirinên li Mêrsînê şermezar kir
15:49 Polîsan li Mêrdîn êrîşa zayendî kir
15:23 Dadgeha Bilind piştî bangan derbarê HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin
15:18 Parlamentoya Iraqê sûcên DAIŞ`ê yên li dijî êzidiyan weke qirkirin qebûl kir
14:46 Sancar: Dawiya dawî HDP wê bibe hevparê rêveberiya welat
14:43 Jin Bi Hevre Bi Hêzin: Ji hêza me ditirsin
14:00 MEBYA-DER’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
13:52 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li hevseroka HDP’ê birîn
13:40 TJA’yê li Cizîrê bernameya dengbêjiyê li dar xist
13:25 Li ser sînor cenazeyek hat dîtin
13:24 Gergerlîoglû ji parlamenteran re name şand
13:11 Lêgerîna li Şaredariya Qereçobanê bi dawî bû
12:47 Ji bo ku heqdesta xwe bigirin karkeran vîncê desteser kirin
11:42 Dadgehê doza polîsên ji teqîna 5'ê Hezîranê tên darizandin taloq kir
11:42 Di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin
11:29 Ji 2'ê Adara 94'an heta niha 27 salin şaşî didome
11:22 Ji ber ku aştî xwest, lingê wê kelepçe kirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan