Yek ji ‘şahidê’ îdinameya Kobanê li xwe mikûr hat 2021-01-21 11:13:29   AMED - Yek ji "şahidê" navê wî vekirî Samî Baran ê îdianameya Kobanê li xwe mikûr hat û got “Ez dermanê reçeteya kesk bikar tînim. Derveyî îradeya min îmzeya min li bin îfadeyan kirine. Ez ê di roja dadgehê her tiştî bêjim.”    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê 3 hezar û 530 rûpel îdianameya Kobanê amade kir. 27 jê girtî 108 kes jê tên darizandin. Di îdianameyê de 7 jê bi navê vekirî 2 kes jî bi navê girtî "şahidiyê" dikin û li ser 108 kesên ji dosyeyê tên darizandin îfade dane. Yek ji van "şahidên" nav vekirî Samî Baran e û îfadeyên xwe red dike. Samî Baran li ser meyda civakî daxuyanî da û li xwe mikûr hat. Baran îfadeyên derbarê siyasetmedaran de daye red kir û wiha got: “Min ji polîsên îfadeyên min girtin re got ez reçeteya kesk bi kar tînim. Ez van îmze nakim. Heke sibê roj tiştek cuda derkeve pêşiya min ez ê qiyametê rakim, qebûl nakim.”    DERBARÊ SIYASETMEDARAN DE HEMAN ÎFADE    Baran ê navê wî di dosyeya Kobanê de vekirî hatiye nivîsandin balkêş e ku îfadeyên wî yên derbarê siyasetmedar Gultan Kişanak, Emîne Ayna û Demîr Çelîk û gelek kesên din de daye wek hev in û îfadeyên dîrokî ku daye jî hev nagirin. Di îdianameyê de tê gotin Samî Baran di 2’yê kanûna 2019’an de li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdisanê teslîmî leşkeran bûye û rojek şûn ve wî birine Miduriyeta Şaxa TEM’ê ya Antalyayê û teşhîsa wî kirin e.    LI SER HESABÊ XWE DAXUYANÎ DA    Baran têkildarî nûçeyên li ser çapemeniyê û medya civakî derbarî wî de derketine di 17’ê çile de li ser rûpela xwe ya Facebook’ê daxuyanî da û saetek û 8 deqîqe diaxive. Baran di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ji ber weşandina îfadeyên wî dest bi karûbarên hiqûqî kiriye. Baran di berdewamiya axaftina xwe de tiştên ji 2015’an heta niha bi serê wî de derbas bûne vedibêje.    ‘EZ DERMANÊN REÇETEYA KESK BIKAR TÎNIM’    Baran destnîşan kir ku ew ê her tiştî di danişîna 26’ê nîsanê de were lidarxistin dê vebêje û wiha got: “Di bin wan îfadeyan de îmzeya min heye. Ez reçeteya kesk bikar tînim, nîv hişbir e. Dewlet jî dizane, hûn jî dizanin. Ez wextê di binçavan de bûm jî sibehê 4 derman û êvarê jî 4 derman min bikar dianî. Dido ji van dermanan yên reçeteya kesk bûn. Hişê min jî li serê min e, ez difikirim ku tiştek bêyî îradeya min ji devê min derketibe lê nayê bîra min. Lê min ji wan re vê yekê got, çimkî pir dirêj dinivîsandin. Ez ê van îmze bikim, lê belê nikarim bixwînim. Jixwe çavê min ji sedî 70’ê di sedema we de çûne. Ez ê van îmze bikim bikim, lê sibê roj tiştek cuda derkevin pêşiya min, ez ê qiyametê rakim û qebûl nekim. Heta mirinê ez ê hin însanan efû nekim. Lê ev tiştên derbarê min de ku li çapemeniyê belav bûne ne rast in. Wê di 25’ê nîsanê de her kes bibîne. Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe. Hin kes dibêjin xayîn hin kes dibêjin nemerd. Serser û serçavê min, wîjdanê min rehet e.”