Girtî bi armanc tecrîda 20 salan rakin ketin çalakiyê

  • rojane
  • 14:17 30 Mijdar 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha girtî ye, di tecrîda giran de dijî. Girtiyên PKK û PAJK'ê bi armanca tecrîda 20 salan didome bişkînin, di 27'ê Mijdarê de biryara çalakiyên nû dan. 

 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 15'ê Sibata 1999'an de bi destê hêzên navdewletî anîn Tirkiyeyê û ji wê rojê heta niha bi tena serê xwe li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê du hucreyê de tê girtin. Ocalan 20 salin di şertên tecrîda giran de dijî. Her çend car caran parêzer û heyet biçin Îmraliyê jî niha bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Rayedarên hikûmet û dewletê hemû serlêdanên malbat û parêzeran red dikin. Di rojên dawî de her çend hikûmet û Serokomar qala ‘reformê’ bikin jî gavên li dijî reformê tên avêtin. Li aliyekî zêdeyî 80 hezar girtiyên edlî bi pakêta darazê ya 14'ê Nîsanê hatin berdan, li aliyê din girtiyên siyasî hem nayên berdan û hem jî tecrîda li ser wan girantir dibe. Di vê pêvajoya ku şewba vîrûsa li hemû Tirkiyeyê zêde dibe, li girtîgehan jî şewba vîrûsê zêde dibe. Hem tecrîd giran dibe, hem jî rîska ku vîrûs li hemû girtîgehan belav bibe zêde dibe. Ji ber vê yekê şertên girtiyan bêtir giran dibe û ji gelek mafên xwe yên zagonî bêpar tên hiştin. Di vê pêvajoyê de girtiyên PKK û PAJK'ê di 27'ê Mijdarê de dest bi çalakiyê kirin. 
 
Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Piştevaniya Malbat û Girtiyan (TUAY-DER), der barê rewşa girtîgehên herêmê de rapor amad kirin. Li gorî rapora 3 mehên dawî, tecrît, îşkence û zextên li ser giriyan pir zêde bûne. Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê û derman nakin. Hevdîtinên malbatan ên bi girtiyan re zêde dikin. Nameyan nadin girtiyan. Bi hezaran girtiyên PKK û PAJK hem li dijî tecrîdê û hem jî li dijî zextên zêde dest bi çalakiya 5 roj 5 roj dorveger û bê dem kirin. 
 
Heta niha li Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsûsa Mêrsînê, Nurcan Aslan, Hatice Kaymak û Fatma Bese; li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Îzmirê, Sertaç Kiliçarslan, Ozan Alpkaya û Abdullah Gunay; li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandiraya Kocaeliyê Parlamentera HDP'ê Çaglar Demirel, Seher Orçu, ketine greva birçîbûnê. Girtî Nurcan Aslan, bi riya malbatê agahî dan û sedema çalakiyê wiha got: “Tecrid nayê qebûlkirin. Tecrîd ne çare ye. Em bi daxwaza azadiyiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê. Azadiya Ocalan azadiya Gelê Kurd e. Niha dem dema azadiyê ye. Em dibêjin Êdî bes e. Heta ku em encamê bistînin emê têkoşînê berdewam bikin." 
 
Di rojên borî de Amed, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Wan, Enqere, Îzmir, Meletî û Êlihê operasyon li dar xistin. Polîsan di van operasyonan de Hevserokê Komeleya MATUHAYDER'ê Husnu Taş û hin rêveberên komeleyê jî di navde zêdeyî 60 kes binçav kirin. 
 
Girtiyên PKK û PAJK'ê heta niha li dijî tecrîd û zextên li dijî xwe cara 10’emin çalakiyên girseyî û mezin pêk tînin. Çalakiya ewil di 12'ê Îlona 1980’an de di serdema Kenan Evren de, li Zindana Amedê dema fermandar Esat Oktay Yildiran midûrê girtîgehê bû, dest pê kir. Di sala 1982'an de di 14'ê Tîrmehê de girtiyên PKK’ê Mehmet Hayri Durmuş, li salona dadgehê biryara çalakiyê aşkere kir. Dûrmuş aşkere kir ku dest bi rojiya mirinê dikin. Di roja 55’an de Kemal Pir, di roja 60’an de Hayri Durmuş, di roja 63’an de Akif Yılmaz, di roja 65’an de jî Ali Çiçek jiyana xwe ji dest dabûn. 
 
Dîsa di 12'ê îlona 2012'an de li dijî tecrîdê û daxwaza zimanê zikmakî girtiyên PKK û PAJK'ê dest bi çalakiyan kir. Li dehan girtîgehan bi hezaran girtî ketin grevê û di roja 68’an de piştî bi Ocalan re hevdîtin kirin û piştî banga Ocalan girtiyan çalakî bi dawî kir. 
 
Herî dawî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, li dijî tecrîdê di 8'ê mijdara 2018’an de dest bi çalakiyan kir. Piştî çalakiya Guven, bi hezaran girtî, nûnerên rêxistin û saziyan hem li zindanan û hem jî li çar aliyê cîhanê çalakî belav kirin. Di vê çalakiyê de Ugur Şakar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Siraç Yuksek, Yonca Akici û Mahsum Pamay di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Piştî vê çalakiyê parêzer piştî 8 salan yekem car çûn Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Wezîre dadê Abdulhamît Gul gotibû li pêş hevdîtine tu astengiyên hiqûqî tune. Parêzer wê demê di 2-22'ê Gulanê, 12-18'ê hezîranê û herî dawî di 7'e tebaxa 2019'an de çûbûn li Îmraliyê hevdîtin kiribûn. 
 
Piştî van hevdîtinan tecrîda li ser Oclaan didome. 
 
 
MA / Omer Çelîk
 
 
 
 
 

Sernavên din

03/12/2020
14:29 Ji bo Serokatiya Şaredariya Sîweregê jinek hat hilbijartin
13:44 Başaran: Roj roja berxwedana li dijî pergala zilam-dewletê ye
13:38 AYM, serlêdana Paylan bi hinceta “demboriyê” red kir
13:36 Li ber Ozgur Ulke ya hatibû bombekirin bang kirin: Em dîsa li vê derê ne
13:04 Parlamenter Guzel têkildarî tundiya li ser jinên astengdar pêşnûmeke lêkolînê da meclisê
12:50 Federasyona Pêkhateyên Bêasteng: Em salê tenê carek tên bîra mirovan
12:47 Çalakiya greva birçîbûnê bi tevlîbûnên nû dewam dike
12:47 Parêzeran ji bo serdana Îmraliyê serlêdan kirin
12:02 Piştigiriyên ji bo Asayîşa Êzidxan didomin
11:52 ENAG, TUÎK’ê derew derxist: Di meha Mijdarê de enflasyon 3.43 zêde bû
11:43 Ji JinNews’ê çeteleya tundiyê ya mijdarê: 30 jin hatin kuştin
11:12 Rêya Sêrt û Bedlîsê ji ber erdhejê ji trafîqê re hat girtin
10:49 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Em li daxwazên wan xwedî derkevin
09:55 Dozger ji 112’an îxbarê derxist lê nikaribû tu belgeyan bi dest bixe
09:12 16 caran îşkenceya binçavkirinê
09:11 Li HDP'iyên ku binçavkirina hevserokan şermezar kirin 139 hezar û 500 TL ceza birîn
09:11 Ji kesên heqaret li Guvenê kiribûn tenê derbarê 3 kesan de îdianame hat amadekirin
09:10 'Ciwan dê li dijî tecrîdê têbikoşin'
09:10 Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm dê sibê bicive
09:09 Başaran: Pergala Îmraliyê siyasî ye, têkoşîna li dijî wê jî divê siyasî be
09:09 Girtiyên jin ên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin
09:09 Rojnamevan Çetîn: Dema ku DYA'yê dabû Tirkiyeyê qediya
09:07 Li Sêrtê erdhej çêbû
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2020'AN
02/12/2020
22:51 Li Colemêrgê polîs du kes birîndar kirin
20:20 Li Şirnexê 7 kes serbest hatin berdan
19:46 193 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:49 3 endamên Meclîsa Giştî ya Bajar a Şirnexê yên HDP'î, ji peywirê hatin dûrxistin
16:44 Li Geverê gengeşiya TEDAŞ’ê
16:07 Dayikên Aştiyê laçikên xwe avêtin erdê
15:44 Doza rojnamevan Sayilgan hat taloqkirin
15:25 Tundiya polisan a serdegirtinê: Hûn biqîrin em ê we bikujin
14:29 Dadger salek û 3 meh ceza li rojnamevan Muftuoglû birî
14:10 Haber-Sen: Êdî bes e em dimirin
13:48 Olûç: Hûn bi operasyonan nikarin xebatên HDP’ê asteng bikin
13:47 Li Dersimê rêya 56 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin
13:41 Kesên li Denîzliyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:27 Danişîna Ferhat Tûnç taloq bû
12:40 26 sal di ser bombekirina Ozgur Ulkeyê re derbas bû: Em sibê li Kadirgayê ne
12:28 Nivîskar Îmrek ji doza Emîne Erdogan hat beraetkirin
12:17 Li Rihayê kesek hat girtin
11:54 Siyasetmedar Celal Yoldaş hat berdan
11:53 Polisan li Qoserê 3 kesan binçav kir
11:49 Koma duyemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
11:37 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 23'an
09:55 Rojnameger Karataş: Sedema girtina me teşhîrkirina îşkenceyan e
09:40 Li Sûrê dîrok hat paqijkirin û avahiyên dişibin girtîgehê hatin çêkirin
09:28 Esnafên Cizîrê: Dewletê em bi zirareke mezin re rû bi rû hiştin
09:27 Akkûzû: Em dixwazin çanda kurdî derxînin holê
09:27 Li gor walîtiyê sedema kuştina sivîlan a bi destê eskeran ji ber heman sedemê ye
09:26 Aborîzan Ari: Wekî her salê ji sedî 83'yê budçeyê li ser milê xebatkaran hatiye barkirin
09:20 Kesê ji bo debara xwe bike du karan dike: Werin li sarinca min mêze bikin, vikîvala ye
09:13 Ozgur Ulke 26 salî ye: Dê ew agir we jî bişewitîne
09:12 Ozkîraz: HDP, ne muhtacî tu kesî ye, berevajî muhtacî hilbijêrên HDP'ê ne
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2020'AN
01/12/2020
19:24 Îro 190 kes mirin, 30 hezar û 110 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
17:08 Li Colemêrgê carek din çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:54 Şengaliyan 'Peymanê Şengalê' bi meşekê şermezar kirin
16:54 Jinek li Bûrsayê bi gumanbar jiyana xwe ji dest da
16:32 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Tûran hat redkirin
16:23 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: Em ê têkoşîna xwe dewam bikin
16:00 Rêxistinên ciwanan: Em ê serî ji terora girtinê re netewînin
14:55 HABER-SEN: Êdî bes e kedkarên PTT’ê westiyan e
14:43 Sancar: Fatoreya derewên desthilatê ji tenduristiya gel re dertê
14:23 'Ligel rapora ATK'ê, çima girtiyên nexweş nayin berdan?'
14:08 Dadger daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar red kir
13:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:27 Dest bi îfade girtina 18 kesên dibin çavan de hat kirin
12:58 Hevdîtina bi telefonê ya têkildarî Roja Ziman sûc hat dîtin
12:55 Koma li ber HDP’ê êrişî xebatkarên HDP’ê kir
12:38 Polisan li Amed û Mersînê 4 kesan binçav kirin
12:35 Li Şirnexê 21 binçavkirin: Destê keça min şikandin
11:53 Li gorî Walîtiya Colemêrgê leşkerên ku Erbaş kuştine guleyan berî hewayê dane
11:27 ‘Ji ber xemsariya dewletê tundî li jinên karkerên malê tê kirin’
11:27 Koma duyemîn dê greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewr bigire
11:14 'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê' hat taloqkirin
10:43 Girtiya nexweşa pençeşêrê Çetîn nayê dermankirin
10:41 Malbata pitika li Êlihê mir wê derbarê xemsariyê de gilî bike
10:11 Newaya Jin bi manşeta 'Dîktator tê darizandin!' derket
09:59 Li Edîrneyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
09:34 Parêzer îtîrazî girtina nûçegihanê me Karataş kirin
09:23 Li Şirnexê operasyona binçavkirinê
09:03 Dadgeha Bilind cezayê derbarê Ûca de xera kir
09:03 Gardiyanê ku li girtî da nedan ber lêpirsînê!
09:03 Altintaş: Peymana bi Qetarê re nîşaneya têkçûyîna aboriyê ye
09:03 Di 40 rojî de 5 rojnamevan hatin girtin
09:02 Bankeya Îllerê kredî neda, şaredariyê nikaribû tesîsê ava bike, lê niha tê xwestin ceza lê bê birîn
09:02 Yilmaz: YE li dijî doktirîna 'Welatê Şîn' e
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2020'AN
30/11/2020
23:20 Eskeran li Rûbarokê ciwanek kuşt
20:56 188 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:12 Meclîsa Xweser a Şengalê: Banga xwedî derketina li Şengalê kir
16:58 Rêxistinên tenduristiyê girtina Gokalp şermhezar kirin
16:55 Bavê Zainal Abarakov ê polîs ji dosyeya Dokû ji wezîfeyê hat girtin
16:07 Li girtîgehên Sîncan û Kirikkaleyê 7 girtî ketin greva birçîbûnê
15:32 Şandeya HDP’ê li Nisêbîn û Qoserê bi coş hat pêşwazîkirin
14:54 Nûçegîhanê me Yalçin hat berdan
14:39 TJA: Em xwedî çalakiyên greva birçîbûnê derkevin
14:17 Girtî bi armanc tecrîda 20 salan rakin ketin çalakiyê
14:17 Wê li Amedê goristaneke nû bê vekirin