Girtî bi armanc tecrîda 20 salan rakin ketin çalakiyê 2020-11-30 14:17:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha girtî ye, di tecrîda giran de dijî. Girtiyên PKK û PAJK'ê bi armanca tecrîda 20 salan didome bişkînin, di 27'ê Mijdarê de biryara çalakiyên nû dan.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 15'ê Sibata 1999'an de bi destê hêzên navdewletî anîn Tirkiyeyê û ji wê rojê heta niha bi tena serê xwe li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê du hucreyê de tê girtin. Ocalan 20 salin di şertên tecrîda giran de dijî. Her çend car caran parêzer û heyet biçin Îmraliyê jî niha bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Rayedarên hikûmet û dewletê hemû serlêdanên malbat û parêzeran red dikin. Di rojên dawî de her çend hikûmet û Serokomar qala ‘reformê’ bikin jî gavên li dijî reformê tên avêtin. Li aliyekî zêdeyî 80 hezar girtiyên edlî bi pakêta darazê ya 14'ê Nîsanê hatin berdan, li aliyê din girtiyên siyasî hem nayên berdan û hem jî tecrîda li ser wan girantir dibe. Di vê pêvajoya ku şewba vîrûsa li hemû Tirkiyeyê zêde dibe, li girtîgehan jî şewba vîrûsê zêde dibe. Hem tecrîd giran dibe, hem jî rîska ku vîrûs li hemû girtîgehan belav bibe zêde dibe. Ji ber vê yekê şertên girtiyan bêtir giran dibe û ji gelek mafên xwe yên zagonî bêpar tên hiştin. Di vê pêvajoyê de girtiyên PKK û PAJK'ê di 27'ê Mijdarê de dest bi çalakiyê kirin.    Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Piştevaniya Malbat û Girtiyan (TUAY-DER), der barê rewşa girtîgehên herêmê de rapor amad kirin. Li gorî rapora 3 mehên dawî, tecrît, îşkence û zextên li ser giriyan pir zêde bûne. Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê û derman nakin. Hevdîtinên malbatan ên bi girtiyan re zêde dikin. Nameyan nadin girtiyan. Bi hezaran girtiyên PKK û PAJK hem li dijî tecrîdê û hem jî li dijî zextên zêde dest bi çalakiya 5 roj 5 roj dorveger û bê dem kirin.    Heta niha li Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsûsa Mêrsînê, Nurcan Aslan, Hatice Kaymak û Fatma Bese; li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Îzmirê, Sertaç Kiliçarslan, Ozan Alpkaya û Abdullah Gunay; li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandiraya Kocaeliyê Parlamentera HDP'ê Çaglar Demirel, Seher Orçu, ketine greva birçîbûnê. Girtî Nurcan Aslan, bi riya malbatê agahî dan û sedema çalakiyê wiha got: “Tecrid nayê qebûlkirin. Tecrîd ne çare ye. Em bi daxwaza azadiyiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê. Azadiya Ocalan azadiya Gelê Kurd e. Niha dem dema azadiyê ye. Em dibêjin Êdî bes e. Heta ku em encamê bistînin emê têkoşînê berdewam bikin."    Di rojên borî de Amed, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Wan, Enqere, Îzmir, Meletî û Êlihê operasyon li dar xistin. Polîsan di van operasyonan de Hevserokê Komeleya MATUHAYDER'ê Husnu Taş û hin rêveberên komeleyê jî di navde zêdeyî 60 kes binçav kirin.    Girtiyên PKK û PAJK'ê heta niha li dijî tecrîd û zextên li dijî xwe cara 10’emin çalakiyên girseyî û mezin pêk tînin. Çalakiya ewil di 12'ê Îlona 1980’an de di serdema Kenan Evren de, li Zindana Amedê dema fermandar Esat Oktay Yildiran midûrê girtîgehê bû, dest pê kir. Di sala 1982'an de di 14'ê Tîrmehê de girtiyên PKK’ê Mehmet Hayri Durmuş, li salona dadgehê biryara çalakiyê aşkere kir. Dûrmuş aşkere kir ku dest bi rojiya mirinê dikin. Di roja 55’an de Kemal Pir, di roja 60’an de Hayri Durmuş, di roja 63’an de Akif Yılmaz, di roja 65’an de jî Ali Çiçek jiyana xwe ji dest dabûn.    Dîsa di 12'ê îlona 2012'an de li dijî tecrîdê û daxwaza zimanê zikmakî girtiyên PKK û PAJK'ê dest bi çalakiyan kir. Li dehan girtîgehan bi hezaran girtî ketin grevê û di roja 68’an de piştî bi Ocalan re hevdîtin kirin û piştî banga Ocalan girtiyan çalakî bi dawî kir.    Herî dawî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, li dijî tecrîdê di 8'ê mijdara 2018’an de dest bi çalakiyan kir. Piştî çalakiya Guven, bi hezaran girtî, nûnerên rêxistin û saziyan hem li zindanan û hem jî li çar aliyê cîhanê çalakî belav kirin. Di vê çalakiyê de Ugur Şakar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Siraç Yuksek, Yonca Akici û Mahsum Pamay di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dan.    Piştî vê çalakiyê parêzer piştî 8 salan yekem car çûn Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Wezîre dadê Abdulhamît Gul gotibû li pêş hevdîtine tu astengiyên hiqûqî tune. Parêzer wê demê di 2-22'ê Gulanê, 12-18'ê hezîranê û herî dawî di 7'e tebaxa 2019'an de çûbûn li Îmraliyê hevdîtin kiribûn.    Piştî van hevdîtinan tecrîda li ser Oclaan didome.      MA / Omer Çelîk