Kaçmaz: Şertê kontrola edlî rêbaza tecrîd û teslîm girtinê ye

  • rojane
  • 09:19 24 Îlon 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Li herêmê heta niha bi dehan kes bi şertê kontrola edlî hatine berdan û diçin îmze didin. Parlementerê HDP’ê Hûseyîn Kacmaz, têkildarî mijarê aliyên hiqûqî nirxandin û got: "Bi van polîtîkayan dixwazin bêjin hûn neçarin ku her tim hesab bidin. Bi vî awayî mirovan tecrîd dikin û dixwazin teslîm bigirin."

Li Tirkiyeyê û herêmê binçavkirin û girtinên li dijî muxalîfan bi taybetî di nava van salên dawî de her ku diçe zêde dibe. Di encama girtin û binçavan de herî zêde welatî bi şertê kontrola edlî tên berdan. Ev jî bi xwe re dibe sedemên pirsgirîkên cidî yên aborî û civakî. Li herêmê kesên ku her heftê yan jî mehê carekê diçin îmzeya diavêjin di hêla aborî de bi zehmetiyên mezin re rûbirû dimînin. Ev pêkanîn herî zêde li bajarên ku Kurd lê dijîn tê dîtin. Yek jî, ji bajarên ku heta niha  herî zêde welatî bi şertê kontrola edlî hatine berdan Şirnex e. Li bajêr, ji her 10 kesan yek jê her heftê yan jî mehê diçin îmze diavêjin. Mirovên li herêmê ji ber ku derfetên kar kêm in, nêçar dimînin biçin derveyî bajêr bixebitin, lê di vê rewşê nikarin biçin derveyî bajêr. Têkîldarî mijarê Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê û Parêzer Hûseyîn Kacmaz axivî. Kacmaz, diyar kir ku daraz kesên dijberî hikûmetê disekinin bi şertê kontrola edlî ceza dike û pêkûtiyên tecrîdkirinê bi rêve dibe."
 
'KESÊN DIJBERÎ ÎKTÎDARÊ BI VÊ NEHEQIYÊ RE RÛBIRÛ NE'
 
Kacmaz, bal kişand li ser zagona dadgehê ya cezayan û wiha vegot: "Di zagona dadgeha cezakirinê de, şertê kontrola edlî heye. Her çiqas şertê kontrola edlî rewşek tevahî de bê bikaranîn jî mirov sînordar dike. Bêgûman cureyên şertê kontrola edlî yên  cuda jî, hene. Mînak serbest berdana gumanbarê ku bi sepandina hewcehiya kontrola edlî tê kirin, dikare wekî girtina malê de an jî kontrola bi sepandina qedexekirina derketina derveyî welat were sepandin. Em dikarin vê di bin çend sernavan de binirxînin. Li Tirkiyê, bi taybetî  jî li Kurdistanê ji sedî 30 kes îmzeyê diavêjin. Ev rewş herî zêde jî li bajarê Şirnexê tê dîtin. Sedemê vê şêwazê hikûmeta ku  îro darazê li gorî berjewendiyên xweyên siyasî dide meşandin e. Her çend ev sazî di zagona dadgehên cezayê de were rêkûpêk kirin jî mixabin, ji ber ku daraz bi tevahî di bin kontrola hikûmetê de ye, gelek doz bi neqanûnî li dijber têne sepandin û welatî bi sepandinên bi vî rengî yên tixûbdar têne mexdûr kirin. Bi taybetî jî kesên dijberî hikûmetê û kurd bi vê pêkanînê re rûbirû ne. Bi taybetî yên ku di HDP’ê de siyasetê dikin û yên ku li dijî hikûmetê siyasetê dikin vê neheqî û bêhiqûqiyê rûbirû ne." 
 
'DI ALIYÊ ABORÎ DE CEZA DIKE'
 
Kacmaz, di dirêjiya axaftina xwe de got ku di heman demê ev pêkanîn gel bi pirsgirêkên aborî re rûbirû hiştiye û wiha wiha pê de çû: "Li herêmê mirov bi şertê kontrola edlî tên sînordarkirin. Mînak, ji ber kontrola edlî welatî nikarin biçin derveyî bajêr û welat. Ji ber ku neçarin îmzeyê bavêjin. Li herêmê derfetên kar tune ye. Ev bi xwe re pirsgirîkên aborî tîne û kes ji ber vê pirsgirîkên cîdî dijîn. Gelê Şirnexê herî zêde bi bazirganiya sînor debara xwe dike. Lê ger ku îmze avêtina welatiyan hebe, nikarin kar bikin. Bi vê rêbazê pêşiya debara wan jî tê girtin. Ji ber polîtîkayên dewlet ên bi salane li vir tên meşandin, qadên kar jî pir kem in. Bi vî awayî, dewlet wan di aliyê aborî de ceza dike."
 
'EV RÊBAZÊ ÎZOLEKIRIN Û TESLÎM GIRTINÊ YE'
 
Kacmaz, anî ziman ku daraz bi vê rêbazê armanc dike ku mirovan teslîm bigire û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema ku kontrola edlî tê sepandin, bêguman di dawiyê de dikare bi gelemperî di beşek lêpirsîn û gihiştandinê were sepandin. Lê belê, berî ku lêpirsîna dosyeya kesekê bi dawî bibe, kes rengek din a cezakirinê re rûb rû dimîn e. Yek ji mijarên herî girîng ew e ku mirov ji azadiya û mafê xwe yê geştê bêpar dimîne. Di heman demê de ji azadiya xebatê bêpar dimîne û di encama vê de jî pirsgirîkên aborî tên jiyîn. Hikumet bi van rêbazan dixwaze beşên muxalîf têk bibe. Bi van polîtîkayan dibêje; 'Ez bi berdewamî çavdêriya we dikim, hûn neçar in û hûn dê her tim hesab bidin, divê hûn bi berdewamî werin û xwe nîşanî me bidin.' Bi vî awayî kesan dixin bin tecrîtê. Bi xîzankirinê,bêdengkirinê û tecrîtkirinê dixwazin ku mirovan teslîm bigirin."
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin | NÛÇEYA LEZGÎN
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart