Kaçmaz: Şertê kontrola edlî rêbaza tecrîd û teslîm girtinê ye 2020-09-24 09:19:35 ŞIRNEX - Li herêmê heta niha bi dehan kes bi şertê kontrola edlî hatine berdan û diçin îmze didin. Parlementerê HDP’ê Hûseyîn Kacmaz, têkildarî mijarê aliyên hiqûqî nirxandin û got: "Bi van polîtîkayan dixwazin bêjin hûn neçarin ku her tim hesab bidin. Bi vî awayî mirovan tecrîd dikin û dixwazin teslîm bigirin." Li Tirkiyeyê û herêmê binçavkirin û girtinên li dijî muxalîfan bi taybetî di nava van salên dawî de her ku diçe zêde dibe. Di encama girtin û binçavan de herî zêde welatî bi şertê kontrola edlî tên berdan. Ev jî bi xwe re dibe sedemên pirsgirîkên cidî yên aborî û civakî. Li herêmê kesên ku her heftê yan jî mehê carekê diçin îmzeya diavêjin di hêla aborî de bi zehmetiyên mezin re rûbirû dimînin. Ev pêkanîn herî zêde li bajarên ku Kurd lê dijîn tê dîtin. Yek jî, ji bajarên ku heta niha  herî zêde welatî bi şertê kontrola edlî hatine berdan Şirnex e. Li bajêr, ji her 10 kesan yek jê her heftê yan jî mehê diçin îmze diavêjin. Mirovên li herêmê ji ber ku derfetên kar kêm in, nêçar dimînin biçin derveyî bajêr bixebitin, lê di vê rewşê nikarin biçin derveyî bajêr. Têkîldarî mijarê Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê û Parêzer Hûseyîn Kacmaz axivî. Kacmaz, diyar kir ku daraz kesên dijberî hikûmetê disekinin bi şertê kontrola edlî ceza dike û pêkûtiyên tecrîdkirinê bi rêve dibe."   'KESÊN DIJBERÎ ÎKTÎDARÊ BI VÊ NEHEQIYÊ RE RÛBIRÛ NE'   Kacmaz, bal kişand li ser zagona dadgehê ya cezayan û wiha vegot: "Di zagona dadgeha cezakirinê de, şertê kontrola edlî heye. Her çiqas şertê kontrola edlî rewşek tevahî de bê bikaranîn jî mirov sînordar dike. Bêgûman cureyên şertê kontrola edlî yên  cuda jî, hene. Mînak serbest berdana gumanbarê ku bi sepandina hewcehiya kontrola edlî tê kirin, dikare wekî girtina malê de an jî kontrola bi sepandina qedexekirina derketina derveyî welat were sepandin. Em dikarin vê di bin çend sernavan de binirxînin. Li Tirkiyê, bi taybetî  jî li Kurdistanê ji sedî 30 kes îmzeyê diavêjin. Ev rewş herî zêde jî li bajarê Şirnexê tê dîtin. Sedemê vê şêwazê hikûmeta ku  îro darazê li gorî berjewendiyên xweyên siyasî dide meşandin e. Her çend ev sazî di zagona dadgehên cezayê de were rêkûpêk kirin jî mixabin, ji ber ku daraz bi tevahî di bin kontrola hikûmetê de ye, gelek doz bi neqanûnî li dijber têne sepandin û welatî bi sepandinên bi vî rengî yên tixûbdar têne mexdûr kirin. Bi taybetî jî kesên dijberî hikûmetê û kurd bi vê pêkanînê re rûbirû ne. Bi taybetî yên ku di HDP’ê de siyasetê dikin û yên ku li dijî hikûmetê siyasetê dikin vê neheqî û bêhiqûqiyê rûbirû ne."    'DI ALIYÊ ABORÎ DE CEZA DIKE'   Kacmaz, di dirêjiya axaftina xwe de got ku di heman demê ev pêkanîn gel bi pirsgirêkên aborî re rûbirû hiştiye û wiha wiha pê de çû: "Li herêmê mirov bi şertê kontrola edlî tên sînordarkirin. Mînak, ji ber kontrola edlî welatî nikarin biçin derveyî bajêr û welat. Ji ber ku neçarin îmzeyê bavêjin. Li herêmê derfetên kar tune ye. Ev bi xwe re pirsgirîkên aborî tîne û kes ji ber vê pirsgirîkên cîdî dijîn. Gelê Şirnexê herî zêde bi bazirganiya sînor debara xwe dike. Lê ger ku îmze avêtina welatiyan hebe, nikarin kar bikin. Bi vê rêbazê pêşiya debara wan jî tê girtin. Ji ber polîtîkayên dewlet ên bi salane li vir tên meşandin, qadên kar jî pir kem in. Bi vî awayî, dewlet wan di aliyê aborî de ceza dike."   'EV RÊBAZÊ ÎZOLEKIRIN Û TESLÎM GIRTINÊ YE'   Kacmaz, anî ziman ku daraz bi vê rêbazê armanc dike ku mirovan teslîm bigire û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema ku kontrola edlî tê sepandin, bêguman di dawiyê de dikare bi gelemperî di beşek lêpirsîn û gihiştandinê were sepandin. Lê belê, berî ku lêpirsîna dosyeya kesekê bi dawî bibe, kes rengek din a cezakirinê re rûb rû dimîn e. Yek ji mijarên herî girîng ew e ku mirov ji azadiya û mafê xwe yê geştê bêpar dimîne. Di heman demê de ji azadiya xebatê bêpar dimîne û di encama vê de jî pirsgirîkên aborî tên jiyîn. Hikumet bi van rêbazan dixwaze beşên muxalîf têk bibe. Bi van polîtîkayan dibêje; 'Ez bi berdewamî çavdêriya we dikim, hûn neçar in û hûn dê her tim hesab bidin, divê hûn bi berdewamî werin û xwe nîşanî me bidin.' Bi vî awayî kesan dixin bin tecrîtê. Bi xîzankirinê,bêdengkirinê û tecrîtkirinê dixwazin ku mirovan teslîm bigirin."   MA / Zeynep Durgut