Ji ber çi li Rojavayê xebatên yekîtiyê giran pêş ve diçin?

img

KOBANÊ - Xebatên yekîtiya neteweyî yên li Rojavayê di merheleya duyemîn de didomin. Lê belê Tirkiye, DYA, Farnsa û PDK di ser ENKS'ê re hesab û kitabên xwe ferz dikin û PYNK jî ku civak piştgiriyê didê di yekîtiyeke mayînde de israr dike. 

Li Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên ji bo yekîtiya neteweyî didomin. Çendî ku di civîna ewil a xebatên yekîtiya neteweyî de, hatibû diyarkirin ku di navbera Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurd (PYNK) û ENKS'ê de lihevkirin çêbûye jî, lê belê wisa xuya dike wê ev yek dirêj bajo. Di rojên pêş de wê nexşerêya vê yek tam zelal bibe. Ên navbeynkariya vê yekê kirin DYA û Fransa ne, lê belê wê helwesta aliyan rewşa yekîtiyê diyar bike. 
 
Ji bo kurdan ji wêneyên girîng yek jê di sala 2014'an de li Duhokê hat girtin. Wê demê ji bo kurdan zemîneke mezin bi dest ketibû û dû re bi operasyonên eskerî yên Tirkiyeyê û helwestên wê yî polîtîk sekinîbû. Referansa xebatên niha jî li gor biryarên wê demê şikil digirin. Hevdîtinên di navbera PYNK û ENKS'ê de cî bi cî didomin. Lê belê hîn jî tiştekî ku civakê qaneh bike bi dest neketiye. 
 
ENKS ÇI DIXWAZE? 
 
ENKS a ku li gor rotaya siyasî û planên Tirkiyeyê tev digere, di nav gel de tê nîqaşkirin ku bê ka çi qasî samîmî ye. Yek ji pirsên sereke yên gelê Rojavayê jî ENKS bi projeyeke çawa ber bi gel ve diçe? Ev avaniya ku di 9 salên têkoşînê de tu ked û têkoşîneke wê tuneye, cihê nîqaşa ye ku dê çi bide gel. Helbet di vî warî de tu proje û nexşerêyeke amade ya ENKS'ê jî tuneye. Tenê çav berdaye destkeftiyên heyî. 
 
Di hevdîtinên ewilde hatibû diyarkirin ku di warê rêveberî, hevparî û ewlehiyê de fikreke hevapr derketiye holê, lê belê ji daxuyaniyên ku dem bi dem tên kirin jî kifş dibe ku li paş perdeyê çi li rêveberiya xwesr tê ferzkirin. 
 
DI ENKS'Ê DE SÊ KOM 
 
Ji roja ku der barê xebatên yekîtiya neteweyî de gav tên avêtin, ENKS jî bi awayekî sê komî hereket dike: Koma di bin kontrola Tirkiyeyê de ku serikê wî Fûat Elîko û Îbrahîm Biro ne; Koma Hewlêrê ya girêdayî PDK û îstixbarata wê Parastin û koma ku li Rojavayê navenda xwe vekiriye... Her yek ji wan cuda cuda tev digere. Çendî ku wisa tev bigerin jî lê li ser heman esasan hereket dikin. Ên Tirkiyeyê bi perspektîfa MÎT'ê, ên li Hewlêrê hinek bi perspektîfa DYA'Yê, ên li Rojava jî bi pespektîfa 'gelo em ê karibin çi bi dets bixin?' hereket dikin. 
 
ÊN BIYANΠ
 
Siûd Mele yê ENKS'Î çend roj berê daxuyandibû ku "Divê biyanî ji Sûriyeyê derkevin û biçin." Ev daxuyaniya wî rewşê ber bi cihekî dinê ve dibe. Kesên ji wan re biyanî tê gotin jî kurdên ji herêmên cuda yên li dijî DAIŞ'ê şer kirine û herêm azad kirine. Ev jî nîşan dide ku ev daxwazeke Tirkiyeyê ye. Her wiha gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî vê ferasetê derdikeve û bertek nîşan dide. 
 
'BILA HERÊMÊN KURDA Ê ME BIN, HÛN JÎ YÊN EREBAN BI RÊ VE BIBIN'
 
ENKS, rasterast nebêje jî lê tim û tim çavê wê lê ye bibe şirîkê rêveberiyê. Di vî warî de jî gelek pêşniyar û proje tên nîqaşkirin. ENKS, li ser asasên polîtîkaya "Bila Dêrik, Qamişlo, Rimêlan, Hesekê û Kobanê yên me bin û hûn jî herêmên ereban bi rê ve bibin" tev digere. Lê belê ne rêveberiya xweser û ne jî gel vê nêzîkatiya ENKS'ê qebûl nake. 
 
ARGUMANA ENKS'Ê
 
ENKS, dixwaze li ser van rewşên navbirî careke din derdorekê ji xwe re çêbike û di serî de Kobanê li gelek deveran dest bi rêxistinbûyînê kiriye. Lê belê ji ber nêzîkatiya xwe û helwesta wê kes xwe nade ber ENSK'ê û ji gelek derdorên xwe yên berê re dibêje "Werin me li hev kir. Em ê di rêveberiyê de cih bigirin. Hûn jî derbasî van qoltixan bibin" û bi vî awayî dixwaze wan qaneh bike. ENKS ku li ser van argumanan rêxistinbûyîna xwe dike, bawerîbûyînaa pê tê nîqaşkirin. 
 
Çendî ku baş neyê texmînkirin wê ev hewldanên ji bo yekîtiyê ber bi ku ve biçin jî, lê belê werê xuya dike ku wê hinekî zor û zehmetiyên wê hebin. 
 
MA / Nazim Daştan

Sernavên din

12/08/2020
09:58 Gundiyan agirê li bejahiyê derket vemirandin
09:58 Bexdayê bersiv da êrîşa Tirkiyeyê û serdana Akar betal kir
09:03 'Bêyî tawîzdan divê em bitêkoşin'
09:03 Dezenfektaha herî baş sabûna kizwanê ye
09:03 Testên zêde, fîlasyon û karantîna
09:03 Parêzerên wanî: Demildest bila daxwaza hevpîşeyên me pêk bê
09:03 Şaredariyên Cizîr û Hezexê ji bo AKP'iyan bûn cihê kar û bar
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2020'AN
08:03 Xanî şewitî: 4 jê zarok 5 kes bi şewatê mirin
07:49 Cîgirê Waliyê Hatayê dayik û birayê xwe qetil kir
07:44 Qedexeya derketina derve danîn ser 36 gundên Bedlisê
11/08/2020
20:58 Nûriye Gulmen û Ridvan Akbaş hatin girtin
20:54 Hezar û 183 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
16:38 Ocalan ê HDP’î: Rakirina tecrîdê ji bo “asayîbûnê” girîng e
15:48 HDP’ê ji meclîsê xwest têkildarî rapora CPT'ê lêkolîn bikin
15:48 Xwişka Sancarê HDP’î hat definkirin
15:24 Ûygûner ê HDP’î nehat berdan
15:11 Yekîtiya Ewropayê ku Yewnanistanê banga civîna lezgîn lê kiribû: Em li cem we ne
15:06 ÎHD'ê ji bo kesên bi îşkenceyê hatin binçavkirin pêvajoya hiqûqî dan destpêkirin
14:53 Jina ku serlêdana wê ya gilîkirinê nehat qebûlkirin li ÎHD’ê bang kir
14:26 Nîşana embargoya xurek: Wê PKK mîqdareke zêde diwîz hûr bike
14:06 HDK: Li dijî polîtîkayên îqtîdarê pêdivî bi îtîfaqa demokrasiyê ya mayinde heye
13:52 Hevserokê YNK’ê Lahûr Şêx Talebanî bi koronayê ket
13:38 Ji bo Tîmtîk û Unsal di nobetê de ne
13:22 Beraeta hevjînê xwê yê 262 rojin girtiye xwest
13:08 Zembîlfiroş, Parîteya Hêza Standinê (PPP) û Piyeseya Zêr
12:52 Polîsan 5 kes li Milazgîrtê binçav kirin
12:35 HDP’ê bersiv da îdîayên ‘tacîzê’: Parçeyê konsepteke qirêje
12:02 Kongreya Avakirina Dersimê ji bo Avzêmên Dersimê bang kir
11:23 Makîneyên kar vê carê dibin parastina eskeran de ketin herêmê
11:23 Erdogan derewand: IMF’ê ji me deyn nexwest
11:10 Çalakiyên li Belarûsê di roja duyemîn de didomin
11:06 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Armanc petrol e Sûriye hincet e!
10:24 Şewatên li Lîcê û Depê hatin vemirandin
09:50 Prz. Korkmaz: Mêrê kujer hêza xwe ji polîs û îqtîdarê digire
09:12 'Sedema binpêkirinên li sînor bêcezatî ye'
09:12 Tekstîla Ozakê bi mobbîngê sendîkaya karkeran diguherîne
09:11 Partiyên siyasî bang li CPT'iyê kirin: Peywira xwe bîne cih
09:10 Penêrê Çeçîlê hîn jî bi rê û rêbazên edetî tê çêkirin
09:10 ‘Ji ber kurd, elewî û ermenî ne li qişleyan tên kuştin'
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2020'AN
10/08/2020
23:06 Li navçeya Rezanê piştî şewatê teqînek çêbû
21:44 Agir bi Çiyayê Gabarê ket
21:39 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 858
20:12 Xwişka Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:08 Hevşaredara Gimgimê Karaaslan hat berdan
18:03 Rojnamevanên kurd Kaplan û Mordenîz hatin berdan
16:22 Êrîşa li dijî avahiya HDP’ê hat şermezarkirin
16:13 Rapora ÎHD’ê: Di 6 mehên dawîn de 638 serdegirtin pêk hatin û 769 kes hatin binçavkirin
16:12 Baro ji bo parêzerên di rojiya mirinê de, ji wezîr re name şand
16:02 Çalakiya li dijî avakirina HES'ê encam dan
15:50 Daristana Licê dîsa dişewite
15:38 Beştaş: Bila tu kes pirsgirêka kurd ji xwe re neke amûr
15:21 Bi hinceta ‘encamên tehlîla wê windaye’ derman nadin girtiya nexweş
15:00 Tedawî li Tîmtîk û Unsal tê fezkirin
14:41 Agir bi daristanê Cûdî ket
14:31 Wezaretê, birîna ceyranê ‘ji nîzamnameyê re guncav’ dît
14:13 Li Girtîgeha Xerpêtê girtî hatin derpkirin
13:50 SES: 50 hezar mirov li Enqereyê bi Covît-19 ketin
13:27 Ji bo Tîmtîk û Unsal ketin grevê
13:25 Ji Sêrtê reda xwe ya wijdanî ragihandin
13:15 Li Lubnanê wezîrekî din jî îstifa kir
13:06 Li VESTEL’ê 17 karker ji koronayê mirin
12:53 Malbatan di meha 58'an de qurbaniyên GAR'ê bibîr anîn: Em ê her tim bêjin aştî
12:21 Çima nahêlin Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike?
11:57 Şewata li Mêrdînê, piştî qedexeyê hat vemirandin
11:43 26 Rêxistinên Civakî bang kirin: Peymanê pêk bînin
11:30 Endamtiya wî ya AKP’ê nehat qebûl kirin, êrîşê avahiya HDP’ê kir
11:25 Li gorî TÛÎK’ê di gulanê de bêkarî kêm bûye
11:24 Aboriya di pêvajoya çareseriyê de baş bû, di şer de têk çû
11:12 Dolar bi bilinbûnê dest bi hefteyê kir
10:31 Agir bi Hevselê ket
10:03 Di 4 rojan de milyonek pêketî
09:08 Ozsoy: Fatûreya serpêhatiya yekparêziyê wê li Tirkiyeyê bê birîn
09:07 Akdenîz: Divê partî û sendîka koçberan bihesibînin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2020'AN
08:18 Maşîna zirxî ya polîsan qulipî: 2 polîsên tîmên taybet mirin
09/08/2020
20:46 Li Mêrdînê qedexeya derketina kolanan bi dawî bû
20:15 Li Lubnanê wezîrekê din îstîfa kir
19:54 Li Îdirê wesayîta eskerî qulipî: 6 esker birîndar bûn
19:42 Li Beyrûtê ji bo 21 kesên winda hêvî nema
18:52 Polîsan mudaxileyî endamên Grûp Yorûmê kirin
18:02 Ahmed Davutoglu bi rûpoşekî din hat Amedê: Sozên 4 sal berê nehatin bîra wî
17:29 Aram Tîgran bi stranên xwe hat bibîranîn
17:17 Şêx û rûspîyên Girê Spî: Divê aqilmend destûr nedin fîtneyên dijmin
17:02 Di Çemê Kizilirmakê de 2 zarok xeniqîn û bav winda ye
16:43 Xelatên pêşbirka Rojnameger Denîz Firat dan xwediyê wan
16:23 Agir bi daristana Qereqoçanê ket
15:33 Malbatan kevirê Goristana Sîsê nû kirin: Zarokên me ne bê xwedî ne
15:01 Meclîsa 'Bila Munzûr azad biherike' Ji bo Mûnzûrê dest bi kampanya îmzeyan kirin
14:29 'Li dijî tecrîdê têkoşînê xurt bikin'
14:08 Piştî teqîna li Libnanê Wezîra Ragihandinê îstîfaya kir
13:57 Tevgera Azadî: Em ê dest bi çalakiyên girseyî bikin
11:46 Hêjmara Xwebûn a 34'an bi manşeta 'Ziman şîrhelal e' derket
10:36 Şerê li Şêbê didome
10:29 Yureklî: Divê CPT êdî gavên çareseriyê bavêje
09:41 Ji ber çi li Rojavayê xebatên yekîtiyê giran pêş ve diçin?
09:13 Parêzer: Divê lêpirsîna ji bo windakirin, revandin û kuştinê bidome
09:04 Her kes Feqiyê Teyran nas dike, lê kes xwedî lê dernakeve