Ji ber çi li Rojavayê xebatên yekîtiyê giran pêş ve diçin? 2020-08-09 09:41:54 KOBANÊ - Xebatên yekîtiya neteweyî yên li Rojavayê di merheleya duyemîn de didomin. Lê belê Tirkiye, DYA, Farnsa û PDK di ser ENKS'ê re hesab û kitabên xwe ferz dikin û PYNK jî ku civak piştgiriyê didê di yekîtiyeke mayînde de israr dike.  Li Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên ji bo yekîtiya neteweyî didomin. Çendî ku di civîna ewil a xebatên yekîtiya neteweyî de, hatibû diyarkirin ku di navbera Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurd (PYNK) û ENKS'ê de lihevkirin çêbûye jî, lê belê wisa xuya dike wê ev yek dirêj bajo. Di rojên pêş de wê nexşerêya vê yek tam zelal bibe. Ên navbeynkariya vê yekê kirin DYA û Fransa ne, lê belê wê helwesta aliyan rewşa yekîtiyê diyar bike.    Ji bo kurdan ji wêneyên girîng yek jê di sala 2014'an de li Duhokê hat girtin. Wê demê ji bo kurdan zemîneke mezin bi dest ketibû û dû re bi operasyonên eskerî yên Tirkiyeyê û helwestên wê yî polîtîk sekinîbû. Referansa xebatên niha jî li gor biryarên wê demê şikil digirin. Hevdîtinên di navbera PYNK û ENKS'ê de cî bi cî didomin. Lê belê hîn jî tiştekî ku civakê qaneh bike bi dest neketiye.    ENKS ÇI DIXWAZE?    ENKS a ku li gor rotaya siyasî û planên Tirkiyeyê tev digere, di nav gel de tê nîqaşkirin ku bê ka çi qasî samîmî ye. Yek ji pirsên sereke yên gelê Rojavayê jî ENKS bi projeyeke çawa ber bi gel ve diçe? Ev avaniya ku di 9 salên têkoşînê de tu ked û têkoşîneke wê tuneye, cihê nîqaşa ye ku dê çi bide gel. Helbet di vî warî de tu proje û nexşerêyeke amade ya ENKS'ê jî tuneye. Tenê çav berdaye destkeftiyên heyî.    Di hevdîtinên ewilde hatibû diyarkirin ku di warê rêveberî, hevparî û ewlehiyê de fikreke hevapr derketiye holê, lê belê ji daxuyaniyên ku dem bi dem tên kirin jî kifş dibe ku li paş perdeyê çi li rêveberiya xwesr tê ferzkirin.    DI ENKS'Ê DE SÊ KOM    Ji roja ku der barê xebatên yekîtiya neteweyî de gav tên avêtin, ENKS jî bi awayekî sê komî hereket dike: Koma di bin kontrola Tirkiyeyê de ku serikê wî Fûat Elîko û Îbrahîm Biro ne; Koma Hewlêrê ya girêdayî PDK û îstixbarata wê Parastin û koma ku li Rojavayê navenda xwe vekiriye... Her yek ji wan cuda cuda tev digere. Çendî ku wisa tev bigerin jî lê li ser heman esasan hereket dikin. Ên Tirkiyeyê bi perspektîfa MÎT'ê, ên li Hewlêrê hinek bi perspektîfa DYA'Yê, ên li Rojava jî bi pespektîfa 'gelo em ê karibin çi bi dets bixin?' hereket dikin.    ÊN BIYANΠ   Siûd Mele yê ENKS'Î çend roj berê daxuyandibû ku "Divê biyanî ji Sûriyeyê derkevin û biçin." Ev daxuyaniya wî rewşê ber bi cihekî dinê ve dibe. Kesên ji wan re biyanî tê gotin jî kurdên ji herêmên cuda yên li dijî DAIŞ'ê şer kirine û herêm azad kirine. Ev jî nîşan dide ku ev daxwazeke Tirkiyeyê ye. Her wiha gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî vê ferasetê derdikeve û bertek nîşan dide.    'BILA HERÊMÊN KURDA Ê ME BIN, HÛN JÎ YÊN EREBAN BI RÊ VE BIBIN'   ENKS, rasterast nebêje jî lê tim û tim çavê wê lê ye bibe şirîkê rêveberiyê. Di vî warî de jî gelek pêşniyar û proje tên nîqaşkirin. ENKS, li ser asasên polîtîkaya "Bila Dêrik, Qamişlo, Rimêlan, Hesekê û Kobanê yên me bin û hûn jî herêmên ereban bi rê ve bibin" tev digere. Lê belê ne rêveberiya xweser û ne jî gel vê nêzîkatiya ENKS'ê qebûl nake.    ARGUMANA ENKS'Ê   ENKS, dixwaze li ser van rewşên navbirî careke din derdorekê ji xwe re çêbike û di serî de Kobanê li gelek deveran dest bi rêxistinbûyînê kiriye. Lê belê ji ber nêzîkatiya xwe û helwesta wê kes xwe nade ber ENSK'ê û ji gelek derdorên xwe yên berê re dibêje "Werin me li hev kir. Em ê di rêveberiyê de cih bigirin. Hûn jî derbasî van qoltixan bibin" û bi vî awayî dixwaze wan qaneh bike. ENKS ku li ser van argumanan rêxistinbûyîna xwe dike, bawerîbûyînaa pê tê nîqaşkirin.    Çendî ku baş neyê texmînkirin wê ev hewldanên ji bo yekîtiyê ber bi ku ve biçin jî, lê belê werê xuya dike ku wê hinekî zor û zehmetiyên wê hebin.    MA / Nazim Daştan