Bû 28 sal: Me Huseyîn Denîz ji bîr nekir û em ê nedin jibîrkirin

img

RIHA – Bi ser qetilkirina rojnameger Huseyîn Denîz de 28 sal bûn. Hevalê Denîz, Mehmet Alî Kahraman ji bo Denîz ev tişt got: “Denîz piranî zext, binpêkirinên mafan, bûyerên antidemokratik ên li herêmê dinivîsand. Wê wî ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin.”

 
Rojnameger Huseyîn Denîz, beriya 28 salan di 9’ê tebaxa 1992’an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hat qetilkirin. Kesên ku Denîz qetil kirin, li nîvega kolanê bi pişt ve gule lê reşandin. Dema ku hat qetilkirin Nûnerê Rojnameya Yenî Ulkeyê yê Rihayê û Endamê Yekitiya Nivîskarên Navneteweyî (PEN) bû. 
 
ZEXTAN PÊNÛSA WÎ BÊDENG NEKIR
 
Denîz, li gundê Sitilîliyê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji dayik bûbû û xwarziyê Mûsa Anter (Apê Mûsa) bû. Lê piraniya jiyana xwe li navçeya Serêkaniyê derbas kir. Li vir dest bi perwerdeyê kir û piştî bidawîkirina dibistanê li navçeya Sêwiregê ya Rihayê dest bi kar kir. Denîz li Sêwiregê dest bi amadekirina ferhengeke bi kurmancî û kirmanckî dike û pirtûkeke bi navê “Gotinên Pêşiyan” amade dike. Dema Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê tê girtin. Piştî ku 4 salan li Girtîgeha Amedê girtî dimîne tê berdan. Denîz, piştre ji mamosteyê tê girtin û dîsa li navçeya Serêkaniyê bi cih dibe û li vir karê xwe yê rojnamegeriyê berdewam dike. Ji gelek rojnameyan re nivîsan dinivisîne.
 
DOSYA HAT GIRTIN 
 
Cînayeta Denîz piştî ku 2 salan faîlî meçhûl ma, di sa 1994’an de çeka bi marqa Makarov ku di cînayetê de hatibû bikaranîn, li ser endamê Hîzbûllahê Mehmet Şah Bakir hatibû girtin. Kesê navborî ji cînayetê berpirs hat dîtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Lê di sala 2002’an de cezayê Bakir ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin û Bakir di sala 2004’an de tehliye bû. Bi vî rengî ser cînayeteke din hat girtin. 
 
MEHEK ŞÛNDE APÊ MÛSA QETIL KIRIN
 
Mehek piştî qetilkirina Denîz, xalê wî Mûsa Anter jî li Amedê hat qetilkirin. Apê Mûsa li ser gora xwarziyê xwe ev tişt gotibû: “Xwezî ew guleya berdan te, li min ketiba; li şûna te ez ba ma!” 
 
‘KESEK MITEWAZÎ BÛ’
 
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Serêkaniyê Mehmet Alî Kahraman ku dema qetilkirina Denîz li navçeyê esnafiyê dikir û hevaltiya wî bi Denîz re hebû, derbarê Denîz de ev tişt gotin: “Huseyîn Denîz kesekî bi nirx, ronakbir, nivîskar û rojnameger bû. Me her roj hevdû ditît. Kesekî mitewazî bû. Wê demê dikarneke birayê wî hebû. Ez jî esnaf bûm. Ji ber wê me timik hevdû ditît. Min wê demê rojnameya Cûmhûriyetê dixwend. Wê jî dixwend. Rojek ji min re got, ‘Wê rojnameyeke nû ya heftane bi navê Yenî Ulke derkeve. Bila haya te hê hebe’. Rojname derket, me dest bi kirîna wê kir. Rojek min di rê de dît û pirs kir ku ez rojnameyê çawa dibînim. Min jî got, ‘rojname gelek baş e lê xaçepirsa wê tuneye’. Keniya û got, ‘Em ê xaçepirsê jî bikinê. Lê dibe ku tu nikaribî çêbikî’. Pişt re em bi hev re keniyan.”
 
‘ME JI NEKIR Û EM Ê NEDIN JIBÎRKIRIN’
 
Di berdewamê de Kahraman, destnîşan kir ku Denîz mirovek ronakbir ku ji xwendinê gelek hez kiriye û derbarê wî de ev tişt anî ziman: “Gelek girîngî dide rojnamegeriyê. Timik bi me re danûstandina agahiyan dikir. Di rojnameyê de quncîk jî dinivîsand. Me nivîsên wî dişopand. Nivîsên wî piranî li ser zext, binpêkirinên mafan, bûyerên antidemokratik ên li herêmê bûn. Peyamên xwe pir hêsan radigihand. Heke şaş neyê bîra min sernavê nivîsa wî ya dawîn a rojnameyê 'Türk İslam Sentezi' bû. Piştre hat qetilkirin. Em her sal wî bi bîr tînin. Mirovek gelek bi nirx bû. Me wî ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin jî.” 
 
MA / Bariş Polat
 

Sernavên din

24/04/2024
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan