Bû 28 sal: Me Huseyîn Denîz ji bîr nekir û em ê nedin jibîrkirin 2020-08-08 12:06:23 RIHA – Bi ser qetilkirina rojnameger Huseyîn Denîz de 28 sal bûn. Hevalê Denîz, Mehmet Alî Kahraman ji bo Denîz ev tişt got: “Denîz piranî zext, binpêkirinên mafan, bûyerên antidemokratik ên li herêmê dinivîsand. Wê wî ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin.”   Rojnameger Huseyîn Denîz, beriya 28 salan di 9’ê tebaxa 1992’an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hat qetilkirin. Kesên ku Denîz qetil kirin, li nîvega kolanê bi pişt ve gule lê reşandin. Dema ku hat qetilkirin Nûnerê Rojnameya Yenî Ulkeyê yê Rihayê û Endamê Yekitiya Nivîskarên Navneteweyî (PEN) bû.    ZEXTAN PÊNÛSA WÎ BÊDENG NEKIR   Denîz, li gundê Sitilîliyê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji dayik bûbû û xwarziyê Mûsa Anter (Apê Mûsa) bû. Lê piraniya jiyana xwe li navçeya Serêkaniyê derbas kir. Li vir dest bi perwerdeyê kir û piştî bidawîkirina dibistanê li navçeya Sêwiregê ya Rihayê dest bi kar kir. Denîz li Sêwiregê dest bi amadekirina ferhengeke bi kurmancî û kirmanckî dike û pirtûkeke bi navê “Gotinên Pêşiyan” amade dike. Dema Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê tê girtin. Piştî ku 4 salan li Girtîgeha Amedê girtî dimîne tê berdan. Denîz, piştre ji mamosteyê tê girtin û dîsa li navçeya Serêkaniyê bi cih dibe û li vir karê xwe yê rojnamegeriyê berdewam dike. Ji gelek rojnameyan re nivîsan dinivisîne.   DOSYA HAT GIRTIN    Cînayeta Denîz piştî ku 2 salan faîlî meçhûl ma, di sa 1994’an de çeka bi marqa Makarov ku di cînayetê de hatibû bikaranîn, li ser endamê Hîzbûllahê Mehmet Şah Bakir hatibû girtin. Kesê navborî ji cînayetê berpirs hat dîtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Lê di sala 2002’an de cezayê Bakir ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin û Bakir di sala 2004’an de tehliye bû. Bi vî rengî ser cînayeteke din hat girtin.    MEHEK ŞÛNDE APÊ MÛSA QETIL KIRIN   Mehek piştî qetilkirina Denîz, xalê wî Mûsa Anter jî li Amedê hat qetilkirin. Apê Mûsa li ser gora xwarziyê xwe ev tişt gotibû: “Xwezî ew guleya berdan te, li min ketiba; li şûna te ez ba ma!”    ‘KESEK MITEWAZÎ BÛ’   Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Serêkaniyê Mehmet Alî Kahraman ku dema qetilkirina Denîz li navçeyê esnafiyê dikir û hevaltiya wî bi Denîz re hebû, derbarê Denîz de ev tişt gotin: “Huseyîn Denîz kesekî bi nirx, ronakbir, nivîskar û rojnameger bû. Me her roj hevdû ditît. Kesekî mitewazî bû. Wê demê dikarneke birayê wî hebû. Ez jî esnaf bûm. Ji ber wê me timik hevdû ditît. Min wê demê rojnameya Cûmhûriyetê dixwend. Wê jî dixwend. Rojek ji min re got, ‘Wê rojnameyeke nû ya heftane bi navê Yenî Ulke derkeve. Bila haya te hê hebe’. Rojname derket, me dest bi kirîna wê kir. Rojek min di rê de dît û pirs kir ku ez rojnameyê çawa dibînim. Min jî got, ‘rojname gelek baş e lê xaçepirsa wê tuneye’. Keniya û got, ‘Em ê xaçepirsê jî bikinê. Lê dibe ku tu nikaribî çêbikî’. Pişt re em bi hev re keniyan.”   ‘ME JI NEKIR Û EM Ê NEDIN JIBÎRKIRIN’   Di berdewamê de Kahraman, destnîşan kir ku Denîz mirovek ronakbir ku ji xwendinê gelek hez kiriye û derbarê wî de ev tişt anî ziman: “Gelek girîngî dide rojnamegeriyê. Timik bi me re danûstandina agahiyan dikir. Di rojnameyê de quncîk jî dinivîsand. Me nivîsên wî dişopand. Nivîsên wî piranî li ser zext, binpêkirinên mafan, bûyerên antidemokratik ên li herêmê bûn. Peyamên xwe pir hêsan radigihand. Heke şaş neyê bîra min sernavê nivîsa wî ya dawîn a rojnameyê 'Türk İslam Sentezi' bû. Piştre hat qetilkirin. Em her sal wî bi bîr tînin. Mirovek gelek bi nirx bû. Me wî ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin jî.”    MA / Bariş Polat