Koç ê HDP’î: Pir baroyî xurtkirina faşîzmê ye

  • rojane
  • 09:06 13 Tîrmeh 2020
  • |
img

ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Abdullah Koç, bal kişand ser polîtikaya îqtîdarê ya "Pir Baroyî" û wiha got: "Îqtîdar bi vê zagonê dixwaze bîrdoziya xwe serwer bike. Bi pergala Pir Baroyî dixwaze faşîzmê bêtir xurt û zexm bike." 

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Agiriye û Endamê Komîsyona Edalete yê Meclîsê Abdullah Koç, piştî peşnûmeya "Bir Baroyî" di meclisê re derbas bû nirxandin kir. Koç, anî ziman ku li Tirkiyeyê daraz ne serbixwe û bê alî ye û wiha got: "Baro û parêzerên li dijî îstîsmara zarokan, cînayetên jinan, operasyonên qirkirina siyasî û binpêkirinên mafan radiwestin, dibin hedefa îqtîdarê. Partiya me jî li dijî vê zagonê şerha xwe danî. Îqtîdara heyî hemû polîtîkayên heyî xera dike. Maqamê parastinê, ji bo ku binpêkirina mafên mirovan niqaş bike, li salonên dadgehê bîne ziman, îşkenceyê bîne rojevê, li dijî komkujiyên siyasî parastinê bike, erk û rolek girîng dide ser milê xwe. Lê îqtîdar dixwaze vê rola wê xera bike." 
 
EV PERGAL AMÛRA BÎRDOZIYÊ YE
 
Koç, anî ziman ku têkildarî pîşeya parêzeriyê pirsgirêk hene û wiha lê zêde kir: "AKP û MHP di vê mijarê de tu tiştî bi kesan û derdorê re parve nake. Îqtîdar li gorî xwe bîrdoziyek nû ava dike. Pir Baroyî jî perçeyekî vê polîtîkaya bîrdoziyê ye. Yek ji amûrê bîrdoziyê daraz e. Dixwaze darazek yek alî ku înkar dike ava bikin. Dixwaze bibe milê bîrdozî yê dewletê. Li aliyekî binyada HSYK’ê guhert, îro jî binyada baroyan û parêzeran diguherîne. Niha îşkenceyê zindî li kolanan pêş dixe. Dixwaze bertek û refleksa civakê ya li dijî îşkenceyê bişkîne. Erka serdema OHAL'ê didin Waliyên Bajaran. Zagona Notirvanî (Bekçî) yê pêş xistin. Li dijî HDP’ê operasyona qirkirina siyasî didome. Dixwaze dengê hêzên muxalif qut bike. AKP û MHP di 8 salên dawî de gavên li dijî civakê davêjin. Bi van guhertinên zagonan dixwazin faşîzmê bêtir xurt û zexm bikin. Bi Pir Baroyî dixwazin baroyên girêdayî xwe û hevkarên xwe ava bikin. Li cihanê minaka pir baroyan tune ye. Perçekirina baroyan perçekirina darazê ye. Ger ku daraz û baro bibe taybet, dê alîgirê hêzekê be."  
 
Koç, da zanîn ku parlamenterên AKP û MHP’ê yên îmze avêtine bin pêşnûmayê jî ji vê yekê bawer nakin û wiha berdewam kir: "Bersîv nedan axaftinên muxalefetê. Ji ber tu gotina wan tune ye. Ev ferman ji Qesrê tê û tu kes li dijî vê yekê dengê xwe bilind nakin. Parlamenterên AKP û MHP'ê jî muxalif in lê dengê xwe nakin. Êdî tu kes ji daraza Tirkiyeyê bawer nake. Em vê yekê di meseleya girtina parlamenterên xwe Musa Farisogullari û Leyla Guven de dibînin. Em li Serokê AYM'ê û endamên wê dinerin hemû hatine tayinkirin. Ji ber vê yekê em bawer nakin ji AYM’ê biryarek bê alî û bi tenduristî derkeve. Lê dîsa li gel her tiştî emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê vê meseleyê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) Ji ber ku piraniya civakê dê bi awayekî neyînî têkeve bin bandora vê yekê. Dê binpêkirina mafan zêde bibe." 
 
DI DORÊ DE TMMOB, TTB HEYE
 
Koç, herî dawî da zanîn ku îqtîdar bi vê yekê têr nabe û wiha bi dawî kir: "Îqtîdar hêdî hêdî bi dest dixe. Niha di dorê de Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk  (TMMOB) heye. Ji bo faşîzmê xurt û zexm bikin van guhertinan dikin. Em tekoşîna li meclîsê girîng dibînin. Divê em nîşeyên xwe di rûpelên dîrokê de binivîzin. Lê dîsa divê em vê yekê bi gelê xwe re jî parve bikin û bi gelê xwe re tev bigerin. Em dikarin li şûna faşizmê rêveberiyek bêtir demokratîk ava bikin. Ev yek pêkan e. Em bawer dikin û em bi hevî ne." 
 
 
MA / Diren Yurtsever

Sernavên din

13:15 Belavkarê rojnameyê Sûbaşı hat binçavkirin
13:09 Bilgen: Me rêya dizan girt û rêyek nû vekir
12:57 Ermenistanê rêveberiya awarte îlan kir
12:40 Piştî parastina rewa gilî kir
12:01 Servet Tûrgût ê ji helîkopterê hat avêtin 17 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye
11:45 Karkerê 44 salî bû qurbana asansorê
11:19 Li Qersê kesên deng nedane HDP’ê jî li dijî binçavkirinan bi bertek in
10:55 Di 9 mehan de 20 girtî mirin: Vê dijmirovahiyê bi dawî bikin
10:39 Bi nîşeya taybet derket holê ku ehliyeta pispor tuneye
09:58 Taşdemîr: Li dijî siyaseteke ku jinan hedef digire divê em xwe bi rêxistin bikin
09:45 Buldan bang li Davutoglu kir: Dem dema vegotina rastiyan e
09:45 Parêzerê Ocalan: Divê êdî azadiya Ocalan bê armanckirin
09:05 'Wê maden bedewiya xwezayê tune bike'
09:04 Li Amasyayê ji ber HES'an çandinî nemaye
09:04 Tîryakî: AKP heyfa binketina polîtîkayên xwe yên derve ji kurdan distîne
09:03 Êzingvan û komirvan dikanên xwe digirin
09:02 Dest bi çêkirina beniyan kirin
09:01 Nameya Gencer nadin malbatê: Em bawer nakin ku întihar kiriye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2020'AN
26/09/2020
16:58 Fincanci: Em carek din bêjin em serî natewînin
Hamzaoglu: Ji bo em nelikumin em hev hembêz bikin
15:26 Li girtîgehê madeyên paqijiyê pir biha difiroşin
15:18 Rewşa girtiya nexweş Karaguzel giran e
15:04 Serokwezîrê 6-8’ê Cotmehê li Sancar geriya: Operasyon ne hiqûqî ye
15:03 Bîlgen ji gelê Qersê re silav şand
14:42 Ji bo piştevaniya HDP’ê daketin qadan
14:33 Girtiya nexweş Dîrekçî: Hûn li benda mirina min în?
14:18 Parêzer ji bo bi HDP’iyên di binçavan de hevdîtinê bikin çûn Emniyetê
14:17 Kurê Yakut: Me deriyê heviyê her tim vekirî hişt
13:27 Bûldan: HDP’ê çong danenî û wê daneyne bila ev jî ji we re bibe derd
13:07 Piştî birin fermandariya cendirmeyan winda bû
13:07 Kongreya TTB’ê dest pê kir
12:20 Serokê PÎA: Kurd wê li dijî faşizmê serî netewînin
12:13 Aldar Xelîl: PYNK amade ye ku bi ENKS'ê re hevbeşiyê bike
11:59 Bang li Kiliçdaroglû û Akşener kir: Ger hûn deng dernexin, wê we jî bigirin
11:32 Li Stenbolê di serdegirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Bersûcê hevjîna xwe ya bêrê kêr kiribû, hat binçavkirin
10:29 Kordînasyona Heskîfê: Beyza Ustun û binçavkiriyan berdin
10:18 Kekê parlamenterê AKP’ê ji bo teslîm bibe li malê li benda guhertina dozger sekinî ye
10:13 Malbata Şenyaşar: Em li bendêne di 2’yê Cotmehê de her kes li Meletiyê be
10:08 'Di dawiya dawî de dê berxwedan bi ser bikeve'
09:10 Dadgehê doza ji bo betalkirina biryara der barê Mizrakli de red kir
09:10 Kevirên Dêra Sûrp Sarkîsê hatin dizîn
09:09 Şewitandina pirêzeyan nahêle Êlih bêhnê bistîne!
09:06 Qeydên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest pê kirin
09:05 Midûrê DEDAŞ'ê ku ji ber nelirêtiyê hatibû girtin, 1.7 milyon TL da, bû 'îtirafkar' û hat berdan
09:04 Hevserokên HDP'ê yên Şirnexê: Dixwazin Partiya me îllegalîze bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2020'AN
25/09/2020
23:36 Li Ûkraynayê balafira şer ket: 22 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn
23:32 Baroya Rihayê: Armanca operasyonan tepisandina muxalefetê ye
21:58 Rojên Wêjeya Berawîrdî yên Amedê dest pê kirin
21:06 Desteya Rêvebir a HDP'ê li hev kom bû
20:22 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 7 hezar û 858
17:22 Der barê 7 parlementerên HDP'ê de dê fezleke bên amadekirin
16:34 ‘Wê hêza we têra bêdengkirina HDP’ê neke’
16:32 Li dijî binçavkirinan bertek belav dibin: Kobanê neket, wê HDP jî nekeve
15:31 Partiyên Pêşeroj û Saadetê bertek nîşanî operasyona li dijî HDP’ê dan
15:00 TJA: Em ê li hemberî êrîşan gavekê tenê jî paşve ne avêjin
14:57 Partiyên siyasî: Tola Kobanê ji HDP’ê distînin
14:01 3’yemîn Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê dest pê dike
13:55 Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût hat berdan
13:51 Biryara sînorkirina hevdîtinê ya 24 saetan danîn ser HDP’iyan
13:37 Parêzer Ozbîngol nehat berdan
13:17 Ayhan Bîlgen cara duyem e ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ tê binçavkirin
12:58 Hevşaredara Qersê Alaca: Şaredarîvaniya gelparêz hedef girtin
12:45 Sancar: Her ku winda dikin êriş dikin, her ku êriş dikin jî bêtir winda dikin
12:24 Cenazeyê Boçnak di dorpêça polîsan de hat veşartin
12:00 Doza rehîbê sûryanî Bîleçen hat taloqkirin
11:50 HDP’ê bertek nîşanî da: Biryar di MGK û Qesrê de hat girtin
11:45 Hêrsa li dijî operasyonê: Wê HDP neyê bêdengkirin
11:02 Lêpirsîna li dijî ‘Tevgera Bênavan': 24 kes hatin binçavkirin
10:49 Mele Huseyîn ê endamê KÎD’ê jiyana xwe ji dest da
10:42 MYK’a HDP’ê bi rojeva awarte dicive
10:29 Gardiyenan ji girtiyan re got ‘hûn terorîst in’
10:28 Z.Ç a tecawîz lê hat kirin: Bila edalet pêk bê
10:27 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
10:18 Ji welatiyan ji bo Bîlgen: Ev bajêr bi te serbilind e
10:12 Tanrikûlû bertek nîşanî operasyonê da: Xelata dawetê ya ji bo Qesrê ye
10:01 Gergerlîoglû: Walîtî dixwaze rastiyan biniximîne
09:40 Hevşaredara Qersê Alaca: Em şaredarîvaniyeke civakî ava dikin
09:21 Du xaniyên wê ketin ber veguherandin bajêr, lê tenê xaniyek dane wê
09:20 'Wê nexweşxaneyên bajêr di têkoşîna li dijî pandemiyê de nebin çare'
09:19 Bandora tecrîdê ya li ser aştî û aboriyê
09:19 Ji ber bi kurdî distrê qereqolê gef lê xwarin
09:18 Ji ber nelirêtiyeke 352 milyon TL'yî hatibû girtin, bi 206 hezar TL'yî hat berdan
09:17 'Ji ber nebûna xizmeta bi zimanê zikmakî şewb zêdetir belav dibe'
09:17 Koçyîgît: Ji ber ku Kurdistan mêtîngehe destdirêjî li ser jinên kurd pêk tê
09:15 Mirina piştî ji axa xwe hat dûrxistin!
09:15 Li Botanê dema berhevkirina kezwanan e lê darên kezwanan hatine şewitandin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2020'AN
08:10 Li dijî HDP'ê operasyona 'Kobanê': Gelek kes hatin binçavkirin
24/09/2020
19:40 74 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:17 Ji bo polisê gule reşand destûra lêpirsînê nehat dayîn û darizandin rawestiya
17:04 Li Marmarayê erd hejiya
17:03 Li Farqînê 22 kes bi vîrûsê ketin
16:57 Malbata Şenyaşar bi rayedarên CÎMER’ê re hevdîtin pêk anî
15:42 Banga civîna lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê kirin
15:41 DMME’yê serlêdana ji bo ava Hesekê hatibû kirin, qebûl kir
15:19 Li Bismilê agir bi karegeha rûn ket
15:12 Li Enqereyê hejmara kedkarên tenduristiyê yên bi vîrûsa koronayê ketine derket 943 kesan
14:58 Namzetê Serokatiya Baroya Stenbolê yê ODAV’ê diyar bû