Koç ê HDP’î: Pir baroyî xurtkirina faşîzmê ye 2020-07-13 09:06:44 ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Abdullah Koç, bal kişand ser polîtikaya îqtîdarê ya "Pir Baroyî" û wiha got: "Îqtîdar bi vê zagonê dixwaze bîrdoziya xwe serwer bike. Bi pergala Pir Baroyî dixwaze faşîzmê bêtir xurt û zexm bike."  Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Agiriye û Endamê Komîsyona Edalete yê Meclîsê Abdullah Koç, piştî peşnûmeya "Bir Baroyî" di meclisê re derbas bû nirxandin kir. Koç, anî ziman ku li Tirkiyeyê daraz ne serbixwe û bê alî ye û wiha got: "Baro û parêzerên li dijî îstîsmara zarokan, cînayetên jinan, operasyonên qirkirina siyasî û binpêkirinên mafan radiwestin, dibin hedefa îqtîdarê. Partiya me jî li dijî vê zagonê şerha xwe danî. Îqtîdara heyî hemû polîtîkayên heyî xera dike. Maqamê parastinê, ji bo ku binpêkirina mafên mirovan niqaş bike, li salonên dadgehê bîne ziman, îşkenceyê bîne rojevê, li dijî komkujiyên siyasî parastinê bike, erk û rolek girîng dide ser milê xwe. Lê îqtîdar dixwaze vê rola wê xera bike."    EV PERGAL AMÛRA BÎRDOZIYÊ YE   Koç, anî ziman ku têkildarî pîşeya parêzeriyê pirsgirêk hene û wiha lê zêde kir: "AKP û MHP di vê mijarê de tu tiştî bi kesan û derdorê re parve nake. Îqtîdar li gorî xwe bîrdoziyek nû ava dike. Pir Baroyî jî perçeyekî vê polîtîkaya bîrdoziyê ye. Yek ji amûrê bîrdoziyê daraz e. Dixwaze darazek yek alî ku înkar dike ava bikin. Dixwaze bibe milê bîrdozî yê dewletê. Li aliyekî binyada HSYK’ê guhert, îro jî binyada baroyan û parêzeran diguherîne. Niha îşkenceyê zindî li kolanan pêş dixe. Dixwaze bertek û refleksa civakê ya li dijî îşkenceyê bişkîne. Erka serdema OHAL'ê didin Waliyên Bajaran. Zagona Notirvanî (Bekçî) yê pêş xistin. Li dijî HDP’ê operasyona qirkirina siyasî didome. Dixwaze dengê hêzên muxalif qut bike. AKP û MHP di 8 salên dawî de gavên li dijî civakê davêjin. Bi van guhertinên zagonan dixwazin faşîzmê bêtir xurt û zexm bikin. Bi Pir Baroyî dixwazin baroyên girêdayî xwe û hevkarên xwe ava bikin. Li cihanê minaka pir baroyan tune ye. Perçekirina baroyan perçekirina darazê ye. Ger ku daraz û baro bibe taybet, dê alîgirê hêzekê be."     Koç, da zanîn ku parlamenterên AKP û MHP’ê yên îmze avêtine bin pêşnûmayê jî ji vê yekê bawer nakin û wiha berdewam kir: "Bersîv nedan axaftinên muxalefetê. Ji ber tu gotina wan tune ye. Ev ferman ji Qesrê tê û tu kes li dijî vê yekê dengê xwe bilind nakin. Parlamenterên AKP û MHP'ê jî muxalif in lê dengê xwe nakin. Êdî tu kes ji daraza Tirkiyeyê bawer nake. Em vê yekê di meseleya girtina parlamenterên xwe Musa Farisogullari û Leyla Guven de dibînin. Em li Serokê AYM'ê û endamên wê dinerin hemû hatine tayinkirin. Ji ber vê yekê em bawer nakin ji AYM’ê biryarek bê alî û bi tenduristî derkeve. Lê dîsa li gel her tiştî emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê vê meseleyê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) Ji ber ku piraniya civakê dê bi awayekî neyînî têkeve bin bandora vê yekê. Dê binpêkirina mafan zêde bibe."    DI DORÊ DE TMMOB, TTB HEYE   Koç, herî dawî da zanîn ku îqtîdar bi vê yekê têr nabe û wiha bi dawî kir: "Îqtîdar hêdî hêdî bi dest dixe. Niha di dorê de Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk  (TMMOB) heye. Ji bo faşîzmê xurt û zexm bikin van guhertinan dikin. Em tekoşîna li meclîsê girîng dibînin. Divê em nîşeyên xwe di rûpelên dîrokê de binivîzin. Lê dîsa divê em vê yekê bi gelê xwe re jî parve bikin û bi gelê xwe re tev bigerin. Em dikarin li şûna faşizmê rêveberiyek bêtir demokratîk ava bikin. Ev yek pêkan e. Em bawer dikin û em bi hevî ne."      MA / Diren Yurtsever