Meclîsa Jinan a HDP'ê: Li Kurdistanê mirov tên windakirin

  • jin
  • 16:05 12 Tîrmeh 2020
  • |
img
 
DERSÎM - Meclîsa Jinan a HDP'ê li Dersîmê di çarçoveya kampanyayê de daxuyanî dan. Parlamentera HDP'ê û Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran diyar kir ku windabûna Gulistan Doku encama siyaseta ku li Tirkiye tê meşandin e û got: "Li Dersîmê bi mehan e jinek ciwan winda ye. Li Kurdistanê mirov winda nabin, mirov tên windakirin."   
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanya "Li dijî îstîsmar, înfaz û qeyûman em hene, tekoşîna jinan li her derê ye" li Dersîmê daxuyanî dan. Meclîsa Jinan aqûbeta Gulistan Doku ya di 5'ê Çile de li Dersîmê hat windakirin  pirsîn. Meclîsa Jinan li Kolana Hunerê daxuyanî dan. Di çalakiyê de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevma Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag jî di navde gelek jin amade bûn. Jinan di çalakiyê de pankarta bi Kirmanckî û Tirkî ya “Xoverrodayîşê cenîyan her cadero” nivîsîbûn vekirin û dowîzên “Gulistan Doku li ku?”, “Jinên têne qetilkirin îsyana me ye" rakirin. Jinan di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Em her yek Gulistanek in." “Cînayetên jinan polîtîk in" û “Ji Efûya îstîsmarê re na" berz kirin. 
 
‘EM Ê HER TIM PIRSA GULÎSTAN BIKIN' 
 
Ewil Parlamentera HDP'ê Dersîm Dag, bal kişand ser polîtîkayên îqtîdarê yên li dijî jinan û got: “Ji mere dibêjin 'Divê hûn li gorî sînorên me xêz kirine û li gorî daxwazên me bijîn'. Hişmendiya mêrê serdest dixwaze li her derê siyaseta xwe pêş bixe. Dixwaze reng û vîna jinê tune bike. Lê em ê pirsa "Gulistan Doku li ku ye?" û "Qatilê wê kîne" heta dawî bipirsin. Em li dijî van polîtikayên we serî natewînin. Dê hişmendiya mêrê serdest winda bike, dê têkoşîna jinan bi ser bikeve." 
 
'LI KURDISTANÊ MIROV TÊN WINDAKIRIN' 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî bal kişand ser polîsên kom bûbûn u got: "Yên bi armanca meşa me asteng bikin kom bûne, ji bo dîtina Gulistan Doku bibînin ew qas kom nebûn. Me dixwest qerîna xwe li hemû Dersimê belav bikin. Lê bi hinceta pandemiyê destûr nadin em bimeşin. Divê kesên me asteng bikin baş zanibin ku mesele ne pandemî ye. Em dizanin ku jin bimeşin bêyî pandemiyê esas bigirin dê wan li pey xwe kaş bikin û binçav bikin. Em dizanin Walî û Wezîrê Karên hundir tu qîmet nade jiyana me jinan. Dema em dimirin, xwe ji cihê xwe jî naleqînin.  Li Dersîmê bi mehan e jinek ciwan winda ye. Li Kurdistanê mirov winda nabin, mirov tên windakirin. Li her derê kamera heye. Lê çawa winda dibe? Wekî salên 90’î mirov winda nabin. Mirov tên windakirin. Siyaseta heyî di 5 salên dawî de şer bêtir kûr kiriye. Lê hêza vî şerî rawestîne dîsa tekoşîna jinan e. Em dibêjin 'Pergala Hevserokatiyê xeta me ya xemrî ye.' Em vê yekê li her derê dibêjin." 
 
'JIN LI SER PIYAN IN' 
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz jî bal kişand ser windakirina Gulistan Doku û wiha got: "Yên ku ew winda kirine divê wê bibînin. Jin tirsa xewnên we ne. Jin dê her tim bibe xewna şevê we. Jin li her derê li ser piyan in û dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Li endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratik Rojbin Çetîn îşkence kirin. Em kesên li Zindana Amedê tû rûyê îşkencekaran dikirin. Rêhevalên Sara nin. Divê îşkencekar ji vê yekê şerm bikin." 
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

16:22 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li gelek bajaran hatin bibîranîn
16:13 Eleqeyeke zede ji bo Bazara Pevguherandinê
15:34 'Muhlîse Karaguzelê û Kavak demildest berdin'
14:20 Xizmên windayan li pênc bajaran li hev kom bûn
14:00 Kongreya 22'yemîn a Giştî ya ÎHD'ê dest pê kir: Sererastkirinên qanûnî divê
13:27 Dayikên Şemiyê ji bo Nazim Gulmez edalet xwestin
12:55 Serwîsa karkeran qelibî: 14 karker birîndar bûn
12:45 Li Dîlovasiyê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7
12:42 Pergala tunekirinê ya li ser esasê pergala şaristaniya dewletî: Kujerê Qastîk
09:50 'Ji bo tevkariyê li aştiyê bike divê cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin'
09:27 10 sal in kujerên Selamet Yeşîlmenê nehatine dîtin: Em li benda edaletê ne
09:11 Yek jê 7, yê din 9 salan bi kar anî: Mîna pandemiyeke bêdeng...
09:10 Zivistan barê wan ê aborî giran dike
09:09 'Di navbera gel û baweriyan de pirsgirêk tune ne; pirsgirêk qanûn in'
09:07 Xaniyên Ermeniyan ê dîrokî yek bi yek tune dibin
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2025'AN
14/11/2025
18:52 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Em ê bi piştevaniyê tarîtiyê hilweşînin
15:50 Jinên KESK’î bernameya 25’ê Mijdarê aşkera kirin: Em ji bo aştiyê bi israr in
15:04 Di doza Lemanê de ji bo Pehlevan biryara tehliyeyê hat dayin
14:59 ‘Bila cihê gora Seyîd Riza bê nîşandan’
14:10 Cerdevanên 4 kes birîndar kiribûn hatin berdan
13:51 Dayika girtî Tunelî ya 92 salî: Gelo beriya bimirim dê bikarim kurê xwe bibînim?
13:02 Tanrikulu: Divê gavên baweriyê didin bên avêtin
Ekmen: Piştgiriha civakê ji bo pêvajoyê girîng e
13:01 Beşa 4’an a hevpeyvîna hatiye astengkirin: Divê dewlet bê demokratîkkirin
11:11 Prof. Dr. Nîlgun Toker: Divê pêvajo ji hêla hiqûqî ve bê misogerkirin
10:51 Bakirhan: Di pêvajoyê de erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê şaredariyan
10:20 Ji ber ‘tacîz û mobîngê’ giliyê serokê daîreyê yê MARSU’yê hat kirin
10:01 Li ber deriyê her dibistanê ne: Hedefa 'sereke' zarokên keç û jin in
09:38 Dayikên Aştiyê: Aştî bi yekaliyî çênabe
09:33 'Nepêkanîna mafê hêviyê nîşaneya dijberiya li demokrasiyê ye'
09:20 'Divê rojeva her kesî berdana girtiyên nexweş be'
09:19 Li Girtîgeha Jinan a Erzinganê muameleya 'li gor sûc'
09:02 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2025'AN
13/11/2025
20:32 'Em ê jiyana xwe emanetî têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bikin'
20:24 Cinayeta kar a li Pasûrê hat şermezarkirin
16:35 Balyozxaneya Sûriyeyê ya Londonê piştî 13 salan hat vekirin
16:29 Bertek nîşanî êrişên li dijî cenazeyan dan: Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e
16:08 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
16:07 Şîna endamê HPG’ê Ozturk bi girseyî hat ziyaretkirin
15:31 Ceza li rojnamevan Rahîme Karvarê hat birîn
15:29 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir
14:51 Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava dest pê dike
14:22 Ceza nedan kesa hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:43 Komkujiya Amûdê hat şermezarkirin: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
12:45 Protestoyên li Behdînanê didomin
12:44 Piştî serdana Şara ya DYA’yê çi li pêşiya Sûriyeyê ye?
11:52 Kolanên Wanê: Ji bo demokrasiyê divê mafên me bên naskirin
11:34 ‘Divê desthilat têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re helwesta xwe nîşan bide’
11:08 18 girtiyên nexweş ên li girtîgehên Mêrsînê nayên berdan
10:50 Banga tevlibûnê ji bo mitînga hawirdorê: Têkoşîn rewa ye
10:43 Teqez bû ku 2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne
10:06 Têkoşîna hiqûqnasê rojhilatî ya ji bo Kurdî
09:42 Nameyên girtiyan ên ji bo Aykol: Em bawer in ku tu dê bi îradeya şoreşgerî vê nexweşiyê têk bibî
09:36 Negirtina cezayê disiplînê kirin hinceta astengkirina tehliyeyê
09:29 Koordînatora xebatên qadê: Planên stratejik pêwîst in
09:16 Girtiyê ku 18 caran anjiyo bûye nayê tehliyekirin
09:15 Aktîvîstên TJA’yî: Jin dê di pêvajoyê de xwedî roleke pêşeng bin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2025'AN
12/11/2025
16:50 Li Şirnexê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
16:34 Li Stenbolê dê ‘Kursiya aştî û azadiyê’ bê danîn
16:12 Ji bo dermankirina Aykol dest bi dermanên cuda hat kirin: Xetere didome
16:02 ‘Daxwaza tehliyeyê’ ya Mizrakli careke din hate redkirin
15:56 Meclisa Jinan a HDK’ê: Di 25’ê Mijdarê li her dera Tirkiyeyê em ê li qadan bin
15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
14:40 Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
14:39 Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
14:22 Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
13:58 Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
13:24 Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
13:05 Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
11:35 Jina gef lê dihatin xwarin întîhar kir
10:58 Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
10:57 Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin
10:56 Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
10:56 Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
10:33 Li Aydinê mirineke biguman
10:31 Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
10:03 Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
09:45 Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
09:30 Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
09:13 Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
09:11 Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN
11/11/2025
23:38 Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
22:49 Hêzên Şamê bi dronê êrişî Siwêdayê kirin
17:54 Civîna Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re dest pê kir
16:54 Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
16:38 ‘Binpêkirinên sîxurkirinê yên li Wanê bi dawî bikin’
16:08 Wezareta Parastinê: Balafireke me ya kargoyê ket
16:08 Dozgeriyê ji bo girtina CHP’ê serî li Dadgeha Bilind da
15:51 ÎHD: Di 10 mehan de li Mêrdînê 53 bûyerên mirinên biguman rû dane
15:30 Ji bo danişîna rojnameger Perîhan Sevda Erkilinçê bang kirin
15:19 Bi girseyî serdana şîna Hasîbe Karataş hat kirin
14:45 Li Pasûrê hejmara miriyan derket 3'yan
14:05 Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin
13:47 Rejîma Îranê 8 girtî darve kir
13:33 Kesên ji ber şewata li Dîlovasiyê hatin binçavkirin birin edliyeyê
13:25 Li Pasûrê îskeleya pirê hilweşiya: 2 karker mirin, 4 jî birîndar bûn
13:02 Şaredariyên DEM Partiyî: Em ê bi pêşengtiya jinê jiyana wekhev ava bikin
12:52 Ji ber mayînê lingê kolberekî Kurd jê bû