Meclîsa Jinan a HDP'ê: Li Kurdistanê mirov tên windakirin 2020-07-12 16:05:50     DERSÎM - Meclîsa Jinan a HDP'ê li Dersîmê di çarçoveya kampanyayê de daxuyanî dan. Parlamentera HDP'ê û Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran diyar kir ku windabûna Gulistan Doku encama siyaseta ku li Tirkiye tê meşandin e û got: "Li Dersîmê bi mehan e jinek ciwan winda ye. Li Kurdistanê mirov winda nabin, mirov tên windakirin."      Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanya "Li dijî îstîsmar, înfaz û qeyûman em hene, tekoşîna jinan li her derê ye" li Dersîmê daxuyanî dan. Meclîsa Jinan aqûbeta Gulistan Doku ya di 5'ê Çile de li Dersîmê hat windakirin  pirsîn. Meclîsa Jinan li Kolana Hunerê daxuyanî dan. Di çalakiyê de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevma Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag jî di navde gelek jin amade bûn. Jinan di çalakiyê de pankarta bi Kirmanckî û Tirkî ya “Xoverrodayîşê cenîyan her cadero” nivîsîbûn vekirin û dowîzên “Gulistan Doku li ku?”, “Jinên têne qetilkirin îsyana me ye" rakirin. Jinan di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Em her yek Gulistanek in." “Cînayetên jinan polîtîk in" û “Ji Efûya îstîsmarê re na" berz kirin.    ‘EM Ê HER TIM PIRSA GULÎSTAN BIKIN'    Ewil Parlamentera HDP'ê Dersîm Dag, bal kişand ser polîtîkayên îqtîdarê yên li dijî jinan û got: “Ji mere dibêjin 'Divê hûn li gorî sînorên me xêz kirine û li gorî daxwazên me bijîn'. Hişmendiya mêrê serdest dixwaze li her derê siyaseta xwe pêş bixe. Dixwaze reng û vîna jinê tune bike. Lê em ê pirsa "Gulistan Doku li ku ye?" û "Qatilê wê kîne" heta dawî bipirsin. Em li dijî van polîtikayên we serî natewînin. Dê hişmendiya mêrê serdest winda bike, dê têkoşîna jinan bi ser bikeve."    'LI KURDISTANÊ MIROV TÊN WINDAKIRIN'    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî bal kişand ser polîsên kom bûbûn u got: "Yên bi armanca meşa me asteng bikin kom bûne, ji bo dîtina Gulistan Doku bibînin ew qas kom nebûn. Me dixwest qerîna xwe li hemû Dersimê belav bikin. Lê bi hinceta pandemiyê destûr nadin em bimeşin. Divê kesên me asteng bikin baş zanibin ku mesele ne pandemî ye. Em dizanin ku jin bimeşin bêyî pandemiyê esas bigirin dê wan li pey xwe kaş bikin û binçav bikin. Em dizanin Walî û Wezîrê Karên hundir tu qîmet nade jiyana me jinan. Dema em dimirin, xwe ji cihê xwe jî naleqînin.  Li Dersîmê bi mehan e jinek ciwan winda ye. Li Kurdistanê mirov winda nabin, mirov tên windakirin. Li her derê kamera heye. Lê çawa winda dibe? Wekî salên 90’î mirov winda nabin. Mirov tên windakirin. Siyaseta heyî di 5 salên dawî de şer bêtir kûr kiriye. Lê hêza vî şerî rawestîne dîsa tekoşîna jinan e. Em dibêjin 'Pergala Hevserokatiyê xeta me ya xemrî ye.' Em vê yekê li her derê dibêjin."    'JIN LI SER PIYAN IN'    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz jî bal kişand ser windakirina Gulistan Doku û wiha got: "Yên ku ew winda kirine divê wê bibînin. Jin tirsa xewnên we ne. Jin dê her tim bibe xewna şevê we. Jin li her derê li ser piyan in û dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Li endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratik Rojbin Çetîn îşkence kirin. Em kesên li Zindana Amedê tû rûyê îşkencekaran dikirin. Rêhevalên Sara nin. Divê îşkencekar ji vê yekê şerm bikin."    Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.