4 dozgeran li şûna kuştinê ronî bikin cihê goran lêkolîn kirine

  • rojane
  • 09:02 12 Tîrmeh 2020
  • |
img
RIHA - Derket holê ku 4 dozgerên ku lêpirsîna der barê mala Şenyaşaran de bi rê ve dibin, ji dêvla ku cinayeta hatiye kirin ronî bikin, rabûne ji bo têkiliya mala Şenyaşaran a bi rêxistinê re îspat bikin, cihê gorên wan lêkolîn kirine. Parêzkar û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ji mala Şenyaşaran Esvet, Celal û Adil Şenyaşar kuştibûn. 
 
Di Hezîrana 2018'an de parêzkar û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, li Pirsûsa Rihayê li kargeha mala Şenyaşaran û li nexweşxaneyê Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar kuştibûn. Danişîna dozê çend roj berê li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Meletiyê hat lidarxistin. Dadgehê Fadil Şen Yaşarê ku 2 sal in girtiye berneda. Parêzerê mala Şenyaşaran Bulent Dûran, diyar kir ku îdianameya hatiye amadekirin ji bo parastina malbata Yildiz hatiye amadekirin û got: "Dixwazin lêpirsînê ji hev bikin û tenê li gor dîmenên kargehê darizaninê bikin. Çavê wan lê ye aliyê wê yê li nexweşxaneyê daxilî darizaninê nekin." 
 
Dûran, bibîr xist ku lêpirsîn di 14'ê Hezîrana 2018'an de hatiye destpêkirin, lê belê biryara veşarî danîbûn ser lêpirsînê. Dûran, anî ziman ku Serdozgerê Komarê yê Rihayê ji wan re gotiye bi 4 dozgeran lêpirsînê bi rê ve dibin û got, ji ber ku sînorek danîbûn ber lêpirsînê nikaribûne daxilî nav lêpirsînê bibin. Dûran, destnîşan kir ku der barê lêpirsînê de fikarên wan hebûne û got: "Cinayet tê kirin. Di vê cinayetê de ji mala Şenyaşaran bav û du kur jiyana xwe ji dest didin. Li nexweşxaneyê, li ber çavê walî, qeymeqam û amîran cinayet tê kirin. Şayed li cihekî ku rayedarê dewletê lê bin û pêşî li ber cinayetê neyê girtin, helbet wê fikarên me çêbibin ku meqama darizandinê jî lêpirsîneke adil neke." 
 
ŞAHID NEHATINE TESPÎTKIRIN 
 
Dûran, anî ziman ku di sala duyemîn a lêpirsînê de doz dest pê kiriye û bal kişand ser wehîmbûna lêpirsîn û îdianameya hatiye amadekirin. Dûran, got: "Di lêpirsina hat kirin de derket holê ku ji bo fikarên xwe em çi qas mafdar bûne. Çimkî piştî cinayetê, ketin nav hewldanan ku têkiliya wan bi rêxistinê re deynin û cinayeta hatiye kirin veşêrin. AKP û Serokomar malbatê terorîze kirin, emxdûr kirin. Piştî cinayetê bi rojekê, yanî di 15'ê Hezîranê de emniyet diçe cihê bûyerê û dibêje xwe negihandiye tu şahidna. Di lêpirsînê de tabloyeke bi vî rengî heye. Ewilî xwe nagihînin şahidan. Li cihekî ku bi sedan mirov û kamera hene, emniyet nikaribûye tiştekî etspît bike. Ji bo bikin tiştekî meçhûl, xwe nedane ber delîlan." 
 
LÊKOLÎN KIRINE KA LI KU HATIYE VEŞARTIN 
 
Dûran, got: "Di lêpirsînê de ji bo têkiliya mala Şenyaşaran bi rêxistinê re deynin, qeydên HTS'ê lêkolîn kirine, çûne bi hin kesan re hevdîtin kirine. Dozgerî, çûye li gorên mala Şenyaşaran jî mêze kiriye ka 'li cem endamên rêxistinê hatine definkirin an li cihekî dinê.' Yanî xwestin li gor cihê definkirina cenaze jî tiştekî bi dest bixin. Di 18'ê Hezîranê de muzakere hatiye nivîsandin. Çûne şaxa TEM'ê û lêkolîneke wiha kirine. Tablo wehîm e. Ji malbatekê 3 kesan jiyana xwe ji dest daye, ji dêvla ku biçin kesên ev mirov kuştine zevt bikin û delîlan berhev bikin, lê em dibînin ku malbatê terorîze dikin. Bi vî awayî ji malbata Şenyaşaran Fadil Şenyaşar girtine. Aha, 4 dozgeran lêpirsîneke wiha kiriye." 
 
MALBATA YILDIZAN PARASTINE 
 
Dûran, bibîr xist ku der barê Enver Yildiz û Îbrahîm Yildiz de biryara zevtkirinê hatibû girtin lê belê biryar nehatiye îcrakirin û got: "Der barê hin qeydên bazê de biryar hatine girtin. Û çûne cihên qeydan. Çûne vira û gotine me nedîtiye. Qeydên bazê yên Enver Yildiz tim sinyala malê dane, lê polîsên ku di 2018-2019'an de gelek caran çûne malê gotine me ew nedîtiye. Yanî ligel qeydên bazê jî biryara zevtkirinê nehatiye îcrakirin. Bi kurtasî ev kes hatine parastin." 
 
DIXWAZIN MEÇHULE BIRAKILMAK İSTENİYOR
 
Dûran, diyar kir ku îdianame jî berdewama vê tabloyê ye û ev îdianame jî ji bo terorîzekirina malbata Şenyaşaran hatiye amadekirin. Şenyaşara, got: "Îdianameyeke tu hêleke wê ya hiqûqî tuneye hatiye amadekirin. Ev bûyer ji cihê kar heya nexweşxaneyê çûye. Adil û Celal Şenyaşar li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest didin. Her wiha li nexweşxaneyê çek tên teqandin û tên derbkirin. Di hiqûqê de lêpirsîn nabe du perçe. Yekpare ye. Yanî niha dixwazin hêla wê ya nexweşxaneyê meçhûl bikin û ji ber ku bûyerên kargehê ji aliyê raya giştî ve hatine dîtin, dixwazin tenê dozê li gor van dîmenan bi rê ve bibin. me got, ev îdianameyeke alîgir e. Hiqûq wê vê yekêq ebûl neke. Em bi dosyeyeke ku li gor xala 36'an a Qanûna Bingehîn û xala 6'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, bi awayekî aşkere binpêkirina mafan di xwe de dihebîne re rû bi rû ne. Her wiha di qeydên TP'ê de Enver yildiz ji bo Esvet Şenyaşar dibêje 'Me ew lînc kir, kuşt.' DI qeydan de tê gotin hatiye lînckirin. Çima pêşî li vê cinayetê nehat girtin? Çima mudaxile nekirin? Çima nehiştin ev dîmen derkeve holê?" 
 
Dûran, diyar kir ku li dadgehê her du malbatan jî gotiye berê hev du nas nedikirin û got: "Lê malbata Yildiz bi israr dixwaze malbata Şenyaşaran terorîze bike. Malbata Şenyaşaran xwestin darizandineke adil bê kirin. Ev lêpirsîn fikarên me zêdetir kirin. Îfadeyên Mehmet û dayik Emîen Şenyaşar ên li ber nexweşxaneyê û kargehê ji hev hatine qutkirin. Bi vî awayî heqaniyet pêk nayê. Em li endê ne ku dadgeh van fikarên me ji holê rake. Di lêgerîna ji bo edaletê de em ê li cem malbata Şenyaşaran bin." 
 
 

Sernavên din

15/07/2020
09:12 ‘Heger bixwazin dikarin di nav saetekê de jî Gulistanê bibînin'
09:12 DEDAŞ'ê ji bo qutkirina ceryanê ji qeymeqamtiyê xwest bê parastin
09:11 Baca şanoyê li Ewropayê ji sedî 5, li Tirkiyeyê ji sedî 30 e
09:11 Hawirdorparêz Karasû: Xweza bi operasyonên eskerî wêran dibe
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2020'AN
14/07/2020
23:10 Hevşaredara Giyadînê Yaşar şandin girtigehê
22:16 Gunay: Xeta berxwedanê li Îmraliyê li ser piyan e
20:50 992 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine û 20 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:27 KESK: Hevalên me serbest berdin
17:33 Li Çiyayê Cûdiyê operasyoneke dorfireh
16:34 TMMOB: Ji birîna darên di nava avahiya Rêbejê de hestiyar bin
16:21 Jinan li gelek bajaran bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:43 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: Emê gav paşve ne avêjin
15:34 EMO’yê xwest DEDAŞ mexduriyeta welatiyan ji holê rake
15:33 Jinan li Cizîrê binçavkirina jinên li Amedê şermezar kirin
15:12 Dayikên Aştiyê: Bi tecrîdkirina Ocalan civakê dikin hedef
14:42 Di doza Nisêbînê de 49 kes ceza kirin: Mafê me yê tenduristiyê xezp kirin
14:13 Li Wanê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin derket 12’an
14:01 Bûldan: Operasyonên ji dijî jinan darbe û neyartî ye
13:39 Li herêmê liv û tevgera helîkopteran zêde bû
13:38 MKGP û DFG: Rojnameger Guney serbest berdin
13:21 Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li ser gora Çîçek bi bîr anîn
13:21 Dadgehê biryara da ku girtina Yuksekdag dewam bike
13:11 Hewldana 15'ê Tîrmehê: AKP destûr nade berpirsiyar aşkere bibin
12:47 Li dijî dewriyeya tirk-rûs êrîşa bombeyi pêk hat
12:16 Danişîna rojnameger Evren hat taloqkirin
12:07 Polisan dayika 70 salî Hayriye Demîr binçav kir
12:03 Yuksekdag: Darbeya siyasî didome
11:31 TJA'yê operasyonên li ser jinan şermezar kir
11:18 Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî yên kurd darve kirin
11:17 Ji girtiyan daxuyaniya 14’ê Tîrmehê
10:47 Di Wîkîpedîayê de hejmara gotarên bi kurdî 30 hezarî derbas kir
10:46 Prz. Erol: Li ser tecrîda fîzîkî tecrîda hiqûqî jî zede kirin
10:12 Bi daxwaza kar 5 rojin di greva birçîbûnê de ye
10:00 Li dijî girtina ceyranê li ber trafoyê nobet girtin
09:47 Li Dîlokê li dijî HDP û DBP’ê operasyona binçavkirinê
09:46 Li Edenê 2 kesên din jî hatin berdan
09:37 Li Şirnexê 22 herêm qedexe kirin
09:24 Li Cengîz Înşaatê şeba Covîd-19 belav dibe, lê kar hê jî dewam e
09:23 AKP'iyan nelirêtiya xwe nav bi nav aşkere kir
09:23 Şerta rektoriyê ya ji bo KHK'yiyan: Serî lê nedin
09:22 Şahidê Girtîgeha Jimare 5'an: Bi ser neketin
09:21 Rêwîtiya ber bi dîroka Bazîdê ve
09:20 Li Amedê rojê nêzî 120 mirov bi şewbê dikevin
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:16 Polisan li Amedê Berdevka TJA’yê Gokkan û gelek jin binçav kirin
07:57 Polîsan rojnameger Ayşe Guney binçav kirin
13/07/2020
23:55 Qeyûm tayinî Şaredariya Giyadînê kirin
20:40 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bi ser 214 hezaran ket
19:45 Hejmara cenazeyên ji Gola Wanê hatin derxistin bû 32
17:01 Danişîna 23 jinên li dijî qeyûm derketin hat dîtin
16:39 Partiya Azadî: Komkujiyê ronî bikin
16:24 Parêzerên Yuksekdag: Yuksekdag yekane siyasetmedar e ku ji heman kiryarê 2 caran hatiye girtin
16:02 Dema binçavkirina 12 kesan hat dirêjkirin
15:49 3 girtiyên li Girtîgeha Tipa D a Amedê dimînin bi vîrûsê ketin
15:38 Endama Komeleya Jinan a Rosa Gultekîn hat berdan
15:25 Li Giyadînê serdegirtina şaredariyê hat şermezarkirin
14:44 Ciwanan ji bo Pirsûsê banga têkoşînê kirin
14:41 Ji bo hevdîtinên demokrasiyê yên li Amedê bang kirin
14:19 Olûç: Şaredariyên xebatên jinan bi rêve dibin di hedefê dene
14:16 Hejmara miriyên keleka noqî avê bûbû derket 29’an
12:20 3 girtî ji bo mafê xwe yê tedawiyê di greva birçîbûnê de ne
11:54 HDK: Birîna Zîlan hêj nû ye
11:28 Agahî ji rojnamegerê ku asayîşa PDK’ê ew binçav kiribû nayê girtin
11:10 ‘Kesên şer naxwazin divê li dijî tecrîdê berpirsiyarê bigirin ser xwe’
11:08 Cenazeyê zarokê ku bi lehiyê re çû hat dîtin
09:07 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Tiştek neguheriye, wê demê Esadek û Co’yek hebû, niha bi sedan hene
09:06 Koç ê HDP’î: Pir baroyî xurtkirina faşîzmê ye
09:05 Turgut Kazan: Guhertina Pir Baroyî ‘Zagona Feyzîoglu ye'
09:04 Hasan Ozgûneş: Bi operasyonên eskerî Kurdistanê talan dikin
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:39 Polîsan bi ser Şaredariya Giyadînê ya HDP'ê de girt
07:30 Zarokek li Agiriyê bi lehiyê re çu û winda bû
07:29 Jinan astengî nasnekirin û gotin: Têkoşîna jinan li her derê ye
12/07/2020
20:10 'Îşkenceya li Rojbîn hatiye kirin li hemû jinan hatiye kirin'
19:44 Ji bo 33 rêwiyê xeyalan ‘Zincîra edaletê'
18:18 Jinek li Îzmirê kuştin
17:16 Tanrikulu: Di hezîranê de 281 mafê jiyanê hatin binpêkirin
16:54 Polîsan meşa jinan a Aydinê asteng kirin
16:05 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Li Kurdistanê mirov tên windakirin
16:05 Li Mêrdînê kesek hat girtin
15:33 Karkeran têkoşîna xwe ya 12 salan dewam kirin
14:52 Hejmara kesên di kêştiya noqî avê bû de mirin, derket 21’an
13:49 Dr. Ûlûgûna: Merheleya îro ya Komkujiya Zilan çêkirina HES’a ne
13:35 HDK: Gelê herêmê ji ber komkujiya Srebrenica li ser agir e
12:54 Ji bo parêzerên di rojiya mirinê de bang li Dadgeha Bilind kirin
12:28 Li Êlihê, serlêdanên qursên kurdî dest pê kirin
11:44 Serdozger îstîsmar aşkere kir û saetek şûnde înkar kir
11:27 Li Edenê kesek hat berdan
11:12 Rejîma Îranê di mehekê de 9 kolber kuştin
10:31 Şerê Tirkiyeyê yê avê herî zêde bandorê gel dike
09:11 Lijneya Koordînasyona TMMOB'ê ya Mêrdînê xwest projeya RES'ê betal bikin
09:03 Dîrokzan Dînç: Dîroka roja vekirina Ayasofyayê dîrokeke manîdar e
09:03 Axtamara hê jî bivênevêya serdêran e
09:02 4 dozgeran li şûna kuştinê ronî bikin cihê goran lêkolîn kirine
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2020'AN
11/07/2020
22:21 Li nêzî Parka Newrozê agir bi pirêzeyan ket
20:06 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 344
19:21 Bi çalakiya rûniştinê Kadîr Bagdû bibîr anîn
16:57 Komeleyên Dersîmê: Neçîra pezkoviyan perçeyekî êrîşan e