4 dozgeran li şûna kuştinê ronî bikin cihê goran lêkolîn kirine 2020-07-12 09:02:12   RIHA - Derket holê ku 4 dozgerên ku lêpirsîna der barê mala Şenyaşaran de bi rê ve dibin, ji dêvla ku cinayeta hatiye kirin ronî bikin, rabûne ji bo têkiliya mala Şenyaşaran a bi rêxistinê re îspat bikin, cihê gorên wan lêkolîn kirine. Parêzkar û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ji mala Şenyaşaran Esvet, Celal û Adil Şenyaşar kuştibûn.    Di Hezîrana 2018'an de parêzkar û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, li Pirsûsa Rihayê li kargeha mala Şenyaşaran û li nexweşxaneyê Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar kuştibûn. Danişîna dozê çend roj berê li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Meletiyê hat lidarxistin. Dadgehê Fadil Şen Yaşarê ku 2 sal in girtiye berneda. Parêzerê mala Şenyaşaran Bulent Dûran, diyar kir ku îdianameya hatiye amadekirin ji bo parastina malbata Yildiz hatiye amadekirin û got: "Dixwazin lêpirsînê ji hev bikin û tenê li gor dîmenên kargehê darizaninê bikin. Çavê wan lê ye aliyê wê yê li nexweşxaneyê daxilî darizaninê nekin."    Dûran, bibîr xist ku lêpirsîn di 14'ê Hezîrana 2018'an de hatiye destpêkirin, lê belê biryara veşarî danîbûn ser lêpirsînê. Dûran, anî ziman ku Serdozgerê Komarê yê Rihayê ji wan re gotiye bi 4 dozgeran lêpirsînê bi rê ve dibin û got, ji ber ku sînorek danîbûn ber lêpirsînê nikaribûne daxilî nav lêpirsînê bibin. Dûran, destnîşan kir ku der barê lêpirsînê de fikarên wan hebûne û got: "Cinayet tê kirin. Di vê cinayetê de ji mala Şenyaşaran bav û du kur jiyana xwe ji dest didin. Li nexweşxaneyê, li ber çavê walî, qeymeqam û amîran cinayet tê kirin. Şayed li cihekî ku rayedarê dewletê lê bin û pêşî li ber cinayetê neyê girtin, helbet wê fikarên me çêbibin ku meqama darizandinê jî lêpirsîneke adil neke."    ŞAHID NEHATINE TESPÎTKIRIN    Dûran, anî ziman ku di sala duyemîn a lêpirsînê de doz dest pê kiriye û bal kişand ser wehîmbûna lêpirsîn û îdianameya hatiye amadekirin. Dûran, got: "Di lêpirsina hat kirin de derket holê ku ji bo fikarên xwe em çi qas mafdar bûne. Çimkî piştî cinayetê, ketin nav hewldanan ku têkiliya wan bi rêxistinê re deynin û cinayeta hatiye kirin veşêrin. AKP û Serokomar malbatê terorîze kirin, emxdûr kirin. Piştî cinayetê bi rojekê, yanî di 15'ê Hezîranê de emniyet diçe cihê bûyerê û dibêje xwe negihandiye tu şahidna. Di lêpirsînê de tabloyeke bi vî rengî heye. Ewilî xwe nagihînin şahidan. Li cihekî ku bi sedan mirov û kamera hene, emniyet nikaribûye tiştekî etspît bike. Ji bo bikin tiştekî meçhûl, xwe nedane ber delîlan."    LÊKOLÎN KIRINE KA LI KU HATIYE VEŞARTIN    Dûran, got: "Di lêpirsînê de ji bo têkiliya mala Şenyaşaran bi rêxistinê re deynin, qeydên HTS'ê lêkolîn kirine, çûne bi hin kesan re hevdîtin kirine. Dozgerî, çûye li gorên mala Şenyaşaran jî mêze kiriye ka 'li cem endamên rêxistinê hatine definkirin an li cihekî dinê.' Yanî xwestin li gor cihê definkirina cenaze jî tiştekî bi dest bixin. Di 18'ê Hezîranê de muzakere hatiye nivîsandin. Çûne şaxa TEM'ê û lêkolîneke wiha kirine. Tablo wehîm e. Ji malbatekê 3 kesan jiyana xwe ji dest daye, ji dêvla ku biçin kesên ev mirov kuştine zevt bikin û delîlan berhev bikin, lê em dibînin ku malbatê terorîze dikin. Bi vî awayî ji malbata Şenyaşaran Fadil Şenyaşar girtine. Aha, 4 dozgeran lêpirsîneke wiha kiriye."    MALBATA YILDIZAN PARASTINE    Dûran, bibîr xist ku der barê Enver Yildiz û Îbrahîm Yildiz de biryara zevtkirinê hatibû girtin lê belê biryar nehatiye îcrakirin û got: "Der barê hin qeydên bazê de biryar hatine girtin. Û çûne cihên qeydan. Çûne vira û gotine me nedîtiye. Qeydên bazê yên Enver Yildiz tim sinyala malê dane, lê polîsên ku di 2018-2019'an de gelek caran çûne malê gotine me ew nedîtiye. Yanî ligel qeydên bazê jî biryara zevtkirinê nehatiye îcrakirin. Bi kurtasî ev kes hatine parastin."    DIXWAZIN MEÇHULE BIRAKILMAK İSTENİYOR   Dûran, diyar kir ku îdianame jî berdewama vê tabloyê ye û ev îdianame jî ji bo terorîzekirina malbata Şenyaşaran hatiye amadekirin. Şenyaşara, got: "Îdianameyeke tu hêleke wê ya hiqûqî tuneye hatiye amadekirin. Ev bûyer ji cihê kar heya nexweşxaneyê çûye. Adil û Celal Şenyaşar li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest didin. Her wiha li nexweşxaneyê çek tên teqandin û tên derbkirin. Di hiqûqê de lêpirsîn nabe du perçe. Yekpare ye. Yanî niha dixwazin hêla wê ya nexweşxaneyê meçhûl bikin û ji ber ku bûyerên kargehê ji aliyê raya giştî ve hatine dîtin, dixwazin tenê dozê li gor van dîmenan bi rê ve bibin. me got, ev îdianameyeke alîgir e. Hiqûq wê vê yekêq ebûl neke. Em bi dosyeyeke ku li gor xala 36'an a Qanûna Bingehîn û xala 6'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, bi awayekî aşkere binpêkirina mafan di xwe de dihebîne re rû bi rû ne. Her wiha di qeydên TP'ê de Enver yildiz ji bo Esvet Şenyaşar dibêje 'Me ew lînc kir, kuşt.' DI qeydan de tê gotin hatiye lînckirin. Çima pêşî li vê cinayetê nehat girtin? Çima mudaxile nekirin? Çima nehiştin ev dîmen derkeve holê?"    Dûran, diyar kir ku li dadgehê her du malbatan jî gotiye berê hev du nas nedikirin û got: "Lê malbata Yildiz bi israr dixwaze malbata Şenyaşaran terorîze bike. Malbata Şenyaşaran xwestin darizandineke adil bê kirin. Ev lêpirsîn fikarên me zêdetir kirin. Îfadeyên Mehmet û dayik Emîen Şenyaşar ên li ber nexweşxaneyê û kargehê ji hev hatine qutkirin. Bi vî awayî heqaniyet pêk nayê. Em li endê ne ku dadgeh van fikarên me ji holê rake. Di lêgerîna ji bo edaletê de em ê li cem malbata Şenyaşaran bin."