Gunay: Li dijî êrîşên cudakariyê nakin divê em bi hevre têbikoşin'

img
ENQERE – Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, bal kişand ser pêngava duyemîn a "Bernameya Têkoşîna Demokratîk' ku HDP'ê bi dirûşmeya "Li dijî înkarê têkoşîna demokrasiyê" daye destpêkirin  diyar kir ku dê ji Enqereyê heta çar aliyên welat bi her beş û baweriyên civakê re bên cem hev û wiha got: “Divê em li dijî îqtîdara ku bêyî cudakariyê bikin êrîş dikin, em hemû bibin yek û bi hevre li ber xwe bidin."     
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist û têkildarî geşedanên dawî nirxanidên girîng kirin. Gunay, bal kişand ser teqîna ku li Sakarya di fabrîqeya fîşekên hewayî de pêk hat û kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan û sersaxî ji malbatên wan re xwest. Gunay, anî ziman ku HDP'ê di 1'ê Hezîranê de bernamyea "Li Dijî Darbeyan Meşa Demokrasiyê" dabû pêş xwe û di navbera 15'e Hezîran û 20'ê Hezîranê de ji Edirne û Colemêrgê meşiyabûn Enqereyê û di pêngava duyemîn de jî dest bi hevdîtinên demokratîk dikin. Gunay, anî ziman ku ji roja partiya wan hatiye avakirin heta niha rastî gelek tundî, zext û êrîşan hatiye û wiha got: "Tevî hemû van êrîşan dîsa têkoşîna xwe ya demokrasiyê berdewam kiriye û her dem ji bo civakê bûye nefes." 
 
 
Gunay, da zanîn ku destnedayîna parlamenterên wan tên rakirin, wekîl, hevşaredar, rêveber û endamên meclîsa partiya wan dîl têne girtin û wiha berdewam kir: "HDP hewl dide ku her tim bibe vîn û dengê gel. “Di hilbijartina 24'ê hezîranê de tevî hemû tundî, gef û neheqiyan dîsa bi ser hetin û hêj li ser piyan in û wiha pêde çû: "Di hilbijartina 31'ê Adarê de dîsa bi heman rengî me pergala yek zilamî paşve kişst. Me nîşan da ku demokrasî çawa bi ser dikeve. 
 
Ji 1'ê Hezîranê heta niha li kolan, qad û pêş meclîsê em têkoşîna xwe berdewam dikin. Îqtîdara îtîfaqa Qesrê xwe bi şer li ser piyan dihêle. Dîsa sedemên şerê nû ava dike. Li aliyê din îqtîdar talankirina xweza û derdorê berdewam dike. Pêşkêşî hevkarê xwe dike. Carek din rûyê dijminantiyê nîşanî civakê da. Ji bo hişmendiya Mêrê Serdest mezin bike êrîşên li dijî jinan didomîne. Li pêş kamera, li kolan, qereqol û malan îşkenceyê li jinan dikin. Îqtîdar carek din rûyê îşkence û dijminantiyê nîşan dide."
 
'EM Ê JI ENQEREYÊ BIMEŞIN ÇAR PERÇEYÊN TIRKIYEYÊ'    
 
Gunay, li ser pêngava duyemîn a "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" ku ji meclîsê dan destpêkirin jî rawestiya û wiha got: “Me Bernameya Têkoşîna Demokratîk di 1'ê Hezîranê de bi tevlêbûna Hevserokan û aşkerekirina 9 xalan dest pê kir. Bi meşê Edîrne û Colemêrgê ya Enqereyê berdewam kir. Niha jî em ê ji Enqereyê bimeşin çar aliyên Tirkiyeyê. Em ê bi hemû beşên civakê re bên cem hev û niqaşan bikin. Em ê hêza muxalif bi rêxistin bikin û têkoşîna hêzên muxalif xurt bikin. Em bi dirûşmeya “Em hemû bi hevre" ketin rê. Îqtîdar cudakariyê naxe nava êrîşan û êrîşî hemû beşên muxalif dikin. Divê em jî hemû hêzên muxalif û nasnameyên cuda têkoşîna xwe bikin yek û bi hevre têbikoşin. Li dijî bloka AKP-MHP'ê ji bo ku em bi hevre mafê parastinê biparêzin de pêngava duyemîn di 6'ê Tîrmehê de da destpêkirin. Ji bo pêşnûmeya pir baroyî di meclîsê re derbas nebe em bi hemû hêza xwe li dijî wê derketin. Em carek din meşa Serokên Baroyan a Enqereyê û têkoşîna wan pîroz dikin. Em dibêjin ji bo her kesî heq, hiqûq û edalet. Ev hevdîtina me ya li Enqereyê ji bo heq, hiqûq û edaleta li Tirkiyeyê ye. Em dê hemû mamoste, akademîsyen, kedkar û karkerên bi KHK'ê ji karên xwe hatin avêtin bikin yek. Têkoşîna me ya edaletê tê tenê li meclîsê bi sînor nemîne. Îro li çar aliyê Tirkiyeyê pêdivî bi heq, hiqûq û edatelê heye. Divê em hemû bi hevre ji bo van daxwazên sereke têbikoşin." 
 
 
'ÇETEYAN BERDIDIN SIYASETMEDARAN DIRIZÎNIN'
   
Gunay, anî ziman ku li aliyekî çeteyan serbest berdidin û li aliyê din kesên siyasetmedar di girtîgehê de dihêlin û dirizînin û wiha berdewam kir: "Niha li girtîgehê bi hezaran girtiyên nexweş ên siyasî terkî mirinê kirine. Di navde wekîl, hevşaredar, rêveber û endamên meclîsa şaredariyê hene. Siyasetmedar, akademisyen, rojnameger, nivîskar û kesên muxalif hene. Bi deh hezaran kes hêj girtî ne. Hempîşeyên me Ebru Timtik û Aytaç Unsal, bi behan e ji bo darizandina bi adîl di rojiya mirinê dene. Çalakiya wan ketiye rewşek krîtîk. Em bang dikin ku daxwazên Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal bi cih bînin." 
 
'EM LI CEM MALBATA ŞENYAŞAR IN' 
 
 
Gunay, bal kişand ser doza malbata Şenyaşar ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de zilamên Parlamenterê AKP'ê Halîl Îbrahîm Yildiz 3 kes kuştin û duh doz li Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat dîtin jî û wiha got: “Esvet Şenyaşar û 2 kurên xwe ji aliyên zilamên parlamenterên AKP'ê ve hat kuştin. Em bi fikarin ku darizandinek adîlane pêk bê. Em bi fikarin ku kujer bên cezakirin. Ji ber ku heta niha gelek mînakê vê yekê hene. Di dozên komkujiyan de heman encam derket. Çi dibe bila bibe em ê heta dawi li pişt malbata Şenyaşar bin û li gel wan cih bigirin." 
 
Pêngava Hevdîtinên Demokrasiyê ji 5 xalan pêk tê. Em ê şahiyên ku piştgiriyê bidin‘Gel û bawerî" ‘Adalet’, ‘Kar û Debar", ‘Ciwan", ‘Ekolojiyê" xeatên xwe berdewam bikin. Em ê li Hatayê Hevdîtina Bawerî û Gelan pêk bînin. 
Em ê li Rihayê di Hevdîtina Demokrasiyê de Hevdîtina Kar û Debarê pêk bînin. Li Stenbolê Hevditina Ciwanan em ê pêk bînin. 
Em ê li dijî projeyên rê û santralên li Derya Reş, li dijî Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê, Qanal Îstanbul û rêyên tên çêkirin, li dijî talankirina Çiyayê Kazê santralên jeotermal ên li Aydinê, li dijî talankirina Munzurê, li dijî talankirina daristanên li Cudî u Gabarê, li tijî talankirina warê dîrokî yê Hesikfê û li dijî talankirina Derya Spî em ê hevdîtinan pêk bînin. Li Stenbolê ji bo Xwişk û Biratiya Çeman, li Mûnzûrê ji bo Çem Azad biherikin, em ê bi Tevgera Ekolojiya Mezopotamya û kesên dixwazin Çiyayê Kazê biparêzin û kesên li dijî Projeya Kanal Îstanbul bên cem hev û bi hevre têbikoşin. 
 
 
Dîsa li dijî definkirina cenazeyên Kilyosê em ê bi malbatan re bên cem hev. Ji bo cenazeyan bidin malbatan emê têkişonin.  Em ê li Îzmirê hevdîtina mezin a Demokrasiyê ava bikin. Em ê li Amedê bi rêxistin û rêveberiyên siyasî û civakî re bên cem hev. Em bi vê wesîleyê di şexsê Kemal Pîr de yên di 14'ê Tîrmehê de li dijî îşkenceyê ket rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest dan em wan bi hurmet bibîr tînin. 
 
 
EM Ê BI RUHÊ BERXWEDÊR Ê 14'Ê TÎRMEHÊ  LI BER XWE BIDIN Û BIKIN QÊRÎN
 
Yên di serdema 12'e Îlonê de hatin kirin îro jî bi rêbazên cuda û krasên cuda didomin. Em ê li dijî vê ferasetê bi ruhê berxwedêr ê 14'ê Tîrmehê li ber xwe bidin û têbikoşin. Em ê bi hevre bi ser bikevin. AKP hebûna xwe bi şer ve girêdayî. Ji bo hebûna xwe berdewam bike li her derê şer pêş dixe. Em carek din hikûmeta AKP'ê hişyar dikin. Li ser esasê dijminatiya Kurdan şer derbasî dervê sînor dikin. Gelê Kurd vê yekê îtîraz dike. Civaka Tirkiyeyê vê siyaseta şer erê nake. Li vî welatî divê em bi rêya diyalog û muzakereyan pirsgirêkan çareser bikin. 
 
‘TERÎDKIRINA OCALAN BI DAWÎ BIKIN'
 
Çareseriyê bi rakirina tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan a li dijî hiqûqê ye dest pê bikin. Zagona mudaxaleya Baroyan paşve bikişînin. Zagona Înfazê ku girtiyên siyasî di girtîgehê de hiştine biguherînin û bila hemû girtiyên siyasî azad bibin. Hemû kedkar û karkerên ku we îxrac kirine li karê wan vegerînin. Destê xwe ji goristanan bikişînin. Dawî li tundî û zextên li ser jinan bînin. Şaredariyên ku we qeyûm tayîn kirine paşve bidin." 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin