Gunay: Li dijî êrîşên cudakariyê nakin divê em bi hevre têbikoşin' 2020-07-10 13:46:24   ENQERE – Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, bal kişand ser pêngava duyemîn a "Bernameya Têkoşîna Demokratîk' ku HDP'ê bi dirûşmeya "Li dijî înkarê têkoşîna demokrasiyê" daye destpêkirin  diyar kir ku dê ji Enqereyê heta çar aliyên welat bi her beş û baweriyên civakê re bên cem hev û wiha got: “Divê em li dijî îqtîdara ku bêyî cudakariyê bikin êrîş dikin, em hemû bibin yek û bi hevre li ber xwe bidin."        Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist û têkildarî geşedanên dawî nirxanidên girîng kirin. Gunay, bal kişand ser teqîna ku li Sakarya di fabrîqeya fîşekên hewayî de pêk hat û kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan û sersaxî ji malbatên wan re xwest. Gunay, anî ziman ku HDP'ê di 1'ê Hezîranê de bernamyea "Li Dijî Darbeyan Meşa Demokrasiyê" dabû pêş xwe û di navbera 15'e Hezîran û 20'ê Hezîranê de ji Edirne û Colemêrgê meşiyabûn Enqereyê û di pêngava duyemîn de jî dest bi hevdîtinên demokratîk dikin. Gunay, anî ziman ku ji roja partiya wan hatiye avakirin heta niha rastî gelek tundî, zext û êrîşan hatiye û wiha got: "Tevî hemû van êrîşan dîsa têkoşîna xwe ya demokrasiyê berdewam kiriye û her dem ji bo civakê bûye nefes."      Gunay, da zanîn ku destnedayîna parlamenterên wan tên rakirin, wekîl, hevşaredar, rêveber û endamên meclîsa partiya wan dîl têne girtin û wiha berdewam kir: "HDP hewl dide ku her tim bibe vîn û dengê gel. “Di hilbijartina 24'ê hezîranê de tevî hemû tundî, gef û neheqiyan dîsa bi ser hetin û hêj li ser piyan in û wiha pêde çû: "Di hilbijartina 31'ê Adarê de dîsa bi heman rengî me pergala yek zilamî paşve kişst. Me nîşan da ku demokrasî çawa bi ser dikeve.    Ji 1'ê Hezîranê heta niha li kolan, qad û pêş meclîsê em têkoşîna xwe berdewam dikin. Îqtîdara îtîfaqa Qesrê xwe bi şer li ser piyan dihêle. Dîsa sedemên şerê nû ava dike. Li aliyê din îqtîdar talankirina xweza û derdorê berdewam dike. Pêşkêşî hevkarê xwe dike. Carek din rûyê dijminantiyê nîşanî civakê da. Ji bo hişmendiya Mêrê Serdest mezin bike êrîşên li dijî jinan didomîne. Li pêş kamera, li kolan, qereqol û malan îşkenceyê li jinan dikin. Îqtîdar carek din rûyê îşkence û dijminantiyê nîşan dide."   'EM Ê JI ENQEREYÊ BIMEŞIN ÇAR PERÇEYÊN TIRKIYEYÊ'       Gunay, li ser pêngava duyemîn a "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" ku ji meclîsê dan destpêkirin jî rawestiya û wiha got: “Me Bernameya Têkoşîna Demokratîk di 1'ê Hezîranê de bi tevlêbûna Hevserokan û aşkerekirina 9 xalan dest pê kir. Bi meşê Edîrne û Colemêrgê ya Enqereyê berdewam kir. Niha jî em ê ji Enqereyê bimeşin çar aliyên Tirkiyeyê. Em ê bi hemû beşên civakê re bên cem hev û niqaşan bikin. Em ê hêza muxalif bi rêxistin bikin û têkoşîna hêzên muxalif xurt bikin. Em bi dirûşmeya “Em hemû bi hevre" ketin rê. Îqtîdar cudakariyê naxe nava êrîşan û êrîşî hemû beşên muxalif dikin. Divê em jî hemû hêzên muxalif û nasnameyên cuda têkoşîna xwe bikin yek û bi hevre têbikoşin. Li dijî bloka AKP-MHP'ê ji bo ku em bi hevre mafê parastinê biparêzin de pêngava duyemîn di 6'ê Tîrmehê de da destpêkirin. Ji bo pêşnûmeya pir baroyî di meclîsê re derbas nebe em bi hemû hêza xwe li dijî wê derketin. Em carek din meşa Serokên Baroyan a Enqereyê û têkoşîna wan pîroz dikin. Em dibêjin ji bo her kesî heq, hiqûq û edalet. Ev hevdîtina me ya li Enqereyê ji bo heq, hiqûq û edaleta li Tirkiyeyê ye. Em dê hemû mamoste, akademîsyen, kedkar û karkerên bi KHK'ê ji karên xwe hatin avêtin bikin yek. Têkoşîna me ya edaletê tê tenê li meclîsê bi sînor nemîne. Îro li çar aliyê Tirkiyeyê pêdivî bi heq, hiqûq û edatelê heye. Divê em hemû bi hevre ji bo van daxwazên sereke têbikoşin."      'ÇETEYAN BERDIDIN SIYASETMEDARAN DIRIZÎNIN'     Gunay, anî ziman ku li aliyekî çeteyan serbest berdidin û li aliyê din kesên siyasetmedar di girtîgehê de dihêlin û dirizînin û wiha berdewam kir: "Niha li girtîgehê bi hezaran girtiyên nexweş ên siyasî terkî mirinê kirine. Di navde wekîl, hevşaredar, rêveber û endamên meclîsa şaredariyê hene. Siyasetmedar, akademisyen, rojnameger, nivîskar û kesên muxalif hene. Bi deh hezaran kes hêj girtî ne. Hempîşeyên me Ebru Timtik û Aytaç Unsal, bi behan e ji bo darizandina bi adîl di rojiya mirinê dene. Çalakiya wan ketiye rewşek krîtîk. Em bang dikin ku daxwazên Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal bi cih bînin."    'EM LI CEM MALBATA ŞENYAŞAR IN'      Gunay, bal kişand ser doza malbata Şenyaşar ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de zilamên Parlamenterê AKP'ê Halîl Îbrahîm Yildiz 3 kes kuştin û duh doz li Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat dîtin jî û wiha got: “Esvet Şenyaşar û 2 kurên xwe ji aliyên zilamên parlamenterên AKP'ê ve hat kuştin. Em bi fikarin ku darizandinek adîlane pêk bê. Em bi fikarin ku kujer bên cezakirin. Ji ber ku heta niha gelek mînakê vê yekê hene. Di dozên komkujiyan de heman encam derket. Çi dibe bila bibe em ê heta dawi li pişt malbata Şenyaşar bin û li gel wan cih bigirin."    Pêngava Hevdîtinên Demokrasiyê ji 5 xalan pêk tê. Em ê şahiyên ku piştgiriyê bidin‘Gel û bawerî" ‘Adalet’, ‘Kar û Debar", ‘Ciwan", ‘Ekolojiyê" xeatên xwe berdewam bikin. Em ê li Hatayê Hevdîtina Bawerî û Gelan pêk bînin.  Em ê li Rihayê di Hevdîtina Demokrasiyê de Hevdîtina Kar û Debarê pêk bînin. Li Stenbolê Hevditina Ciwanan em ê pêk bînin.  Em ê li dijî projeyên rê û santralên li Derya Reş, li dijî Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê, Qanal Îstanbul û rêyên tên çêkirin, li dijî talankirina Çiyayê Kazê santralên jeotermal ên li Aydinê, li dijî talankirina Munzurê, li dijî talankirina daristanên li Cudî u Gabarê, li tijî talankirina warê dîrokî yê Hesikfê û li dijî talankirina Derya Spî em ê hevdîtinan pêk bînin. Li Stenbolê ji bo Xwişk û Biratiya Çeman, li Mûnzûrê ji bo Çem Azad biherikin, em ê bi Tevgera Ekolojiya Mezopotamya û kesên dixwazin Çiyayê Kazê biparêzin û kesên li dijî Projeya Kanal Îstanbul bên cem hev û bi hevre têbikoşin.      Dîsa li dijî definkirina cenazeyên Kilyosê em ê bi malbatan re bên cem hev. Ji bo cenazeyan bidin malbatan emê têkişonin.  Em ê li Îzmirê hevdîtina mezin a Demokrasiyê ava bikin. Em ê li Amedê bi rêxistin û rêveberiyên siyasî û civakî re bên cem hev. Em bi vê wesîleyê di şexsê Kemal Pîr de yên di 14'ê Tîrmehê de li dijî îşkenceyê ket rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest dan em wan bi hurmet bibîr tînin.      EM Ê BI RUHÊ BERXWEDÊR Ê 14'Ê TÎRMEHÊ  LI BER XWE BIDIN Û BIKIN QÊRÎN   Yên di serdema 12'e Îlonê de hatin kirin îro jî bi rêbazên cuda û krasên cuda didomin. Em ê li dijî vê ferasetê bi ruhê berxwedêr ê 14'ê Tîrmehê li ber xwe bidin û têbikoşin. Em ê bi hevre bi ser bikevin. AKP hebûna xwe bi şer ve girêdayî. Ji bo hebûna xwe berdewam bike li her derê şer pêş dixe. Em carek din hikûmeta AKP'ê hişyar dikin. Li ser esasê dijminatiya Kurdan şer derbasî dervê sînor dikin. Gelê Kurd vê yekê îtîraz dike. Civaka Tirkiyeyê vê siyaseta şer erê nake. Li vî welatî divê em bi rêya diyalog û muzakereyan pirsgirêkan çareser bikin.    ‘TERÎDKIRINA OCALAN BI DAWÎ BIKIN'   Çareseriyê bi rakirina tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan a li dijî hiqûqê ye dest pê bikin. Zagona mudaxaleya Baroyan paşve bikişînin. Zagona Înfazê ku girtiyên siyasî di girtîgehê de hiştine biguherînin û bila hemû girtiyên siyasî azad bibin. Hemû kedkar û karkerên ku we îxrac kirine li karê wan vegerînin. Destê xwe ji goristanan bikişînin. Dawî li tundî û zextên li ser jinan bînin. Şaredariyên ku we qeyûm tayîn kirine paşve bidin."