Hatîmogullari: Dixwazin me bikin yek tîp

  • rojane
  • 09:04 6 Tîrmeh 2020
  • |
img

ÇORUM – Cîgira Hevserokên HDP'ê ya ji Bawerî û Gelan Berpirsiyar û Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku îqtîdar li dijî nasname, bawerî û fikrên cuda zordestiyê dike û got: "Bîrdoziya fermî ji 82 milyon welatî dixwaze ku wekî berhemên ji fabrîqeyê derketibin, bike yek tîp. 

Îqtîdarên siyasî di dema propaganda û hilbijartinê de diyar dikin ku li Tirkiye 72 millet hene. Lê dema mirov li fermiyetê dinere tenê wekî neteweya Tirk tê dîtin. Ziman Tirkî ye. Netew Tirk e. Di sala 1915’an de Komkujiya Ermeniyan pêk hat. Di sala 1919’an de li dijî Romên Pontosê êrîş pêk hatin. Hêjmara roman û ermeniyan ên li Tirkiye pir kêm naye. Li Mereş, Çorûm, Sêwasê li dijî elewiyan komkujî kirin. Ji sala 1923’an heta niha li dijî gelê Kurd êrîş û polîtîkayên înkar û îmhayê didomin. Dîsa milletên Gurcu, Laz, Hemşin nasnamya wan tê înkarkirin.  Cîgira Hevserokên HDP'ê ya ji Bawerî û Gelan Berpirsiyar û Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogullari, têkildarî komkujiya li Çorumê, polîtîkayên îqtîdarê û bîrdoziya fermî nirxandin kir.  Hatîmogullari anî ziman ku îqtîdar li dijî nasname, bawerî û fikrên cuda zordestiyê dike û got: "Bîrdoziya fermî ji 82 milyon welatî dixwaze ku wekî berhemên ji fabrîqeyê derketibe, bike yek tîp. Nêzîkatiya Serokomar a li dijî baweriyan û gelan nêzîkatiya Senteza Tirk –Îslamê ye. Îqtîdara AKP'ê jî şopdarê vê hişmendiya yekperestiyê ye. Ev hişmendiya yekperest li dijî mafê gelan neheqiyek pir mezin e. Li şûna Tirkiye ji bo hemû welatê cîhanê bibe mînak û mozaîka gelan, ev feraseta yekperest û li pêş vê yekê dibe bend. Li Tirkiye gelek bawerî, ziman, nasnameyên cuda hene û bi hevre dijîn. Li vî welatî 72 millet hene. Hemû dixwazin di nava hevde bi xwişk û biratî û di nava aştiyê de bijîn." 
 
ZEXT DIDOMIN
 
Hatîmogullari, anî ziman ku zextên li ser gelê Kurd, baweriyên elewî û xiristiyanan bi rêk û pêk didome û wiha lê zêde kir: "Bîrdoziya fermî tenê zext li ser bawerî û nasnameyên cuda nekir Di heman demê de komkujî jî kirin. Li Sêwas û Çorumê komkujî kirin. Ev komkujî ne li dijî kesan bû. Li dijî baweriya elewiyan bû. Ew dixwazin li vî welatî semah negerin. Dixwazin saz bêdeng bibin. Dixwazin her kesî bikin wekî berhemê xeratê ku ji yek fabrîqeyê derketiye. Li ser baweriya xirîstiyanan zextên dijwar hene. Di demek nêzîk de xaçên dêran jê kirin. Agir bi dêran xistin. Gef li Vakfa Hrant Dink xwarin. Ev gef nîşan dide ku siyaseta înkar û tunekirinê didome." 
 
Hatimogullari, bibir xist ku daxwaza gelê Kurd a zimanê zikmakî daxwazek mafdar û rewa ye û wiha got: "Eger milletek mafekî rewa ji dewletê bixwaze, ew dewlet xwedî erk e ku wê peyvir û daxwazê pêk bîne. Daxwaza ziman erka dewletê ye. Divê dewlet vê daxazê têxe meriyetê. Ji bo di nava gelan de aştî, demokrasî xwişk û bira pêş bikeve divê mafê wan ê rewa bê parastin. Ev polîtîkayên yekperest li gelê Tirk û Sunniyan jî neheqiyê dike. Divê dewlet bi rastiya xwe re bê rûqalî hev. Divê li meclîsê Komîsyona Heqîqetê bê avakirin. Ger ku komîsyona heqîqetê hat avakirin û bi rastiya xwe qebûl kir wê demê mirov dikare qala wekheviya welatiyan bike. Wê demê dê li Tirkiye hemû welatî wekhev bin. 
 
Armanca HDP’ê jî ewe ku hemû nasname, bawerî û rengên cuda bi awayekî azad xwe îfade bikin û bijîn. Ger ku ev welatê 82 milyon welatî ye, divê her kes wek hev bin û kes ne zêdeyî yê din bin. Divê her kes xwedî heman maf bin. Ji ber vê yekê divê em hemû ji bo piştevaniya nava gelan û wekeviya gelan têbikoşin." 
 
 
MA / Tolga Guney

Sernavên din

25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye! | HATE NÛKIRIN
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin | HATE NÛKIRIN
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne | HATE NÛKIRIN
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn