Hatîmogullari: Dixwazin me bikin yek tîp 2020-07-06 09:04:14 ÇORUM – Cîgira Hevserokên HDP'ê ya ji Bawerî û Gelan Berpirsiyar û Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku îqtîdar li dijî nasname, bawerî û fikrên cuda zordestiyê dike û got: "Bîrdoziya fermî ji 82 milyon welatî dixwaze ku wekî berhemên ji fabrîqeyê derketibin, bike yek tîp.  Îqtîdarên siyasî di dema propaganda û hilbijartinê de diyar dikin ku li Tirkiye 72 millet hene. Lê dema mirov li fermiyetê dinere tenê wekî neteweya Tirk tê dîtin. Ziman Tirkî ye. Netew Tirk e. Di sala 1915’an de Komkujiya Ermeniyan pêk hat. Di sala 1919’an de li dijî Romên Pontosê êrîş pêk hatin. Hêjmara roman û ermeniyan ên li Tirkiye pir kêm naye. Li Mereş, Çorûm, Sêwasê li dijî elewiyan komkujî kirin. Ji sala 1923’an heta niha li dijî gelê Kurd êrîş û polîtîkayên înkar û îmhayê didomin. Dîsa milletên Gurcu, Laz, Hemşin nasnamya wan tê înkarkirin.  Cîgira Hevserokên HDP'ê ya ji Bawerî û Gelan Berpirsiyar û Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogullari, têkildarî komkujiya li Çorumê, polîtîkayên îqtîdarê û bîrdoziya fermî nirxandin kir.  Hatîmogullari anî ziman ku îqtîdar li dijî nasname, bawerî û fikrên cuda zordestiyê dike û got: "Bîrdoziya fermî ji 82 milyon welatî dixwaze ku wekî berhemên ji fabrîqeyê derketibe, bike yek tîp. Nêzîkatiya Serokomar a li dijî baweriyan û gelan nêzîkatiya Senteza Tirk –Îslamê ye. Îqtîdara AKP'ê jî şopdarê vê hişmendiya yekperestiyê ye. Ev hişmendiya yekperest li dijî mafê gelan neheqiyek pir mezin e. Li şûna Tirkiye ji bo hemû welatê cîhanê bibe mînak û mozaîka gelan, ev feraseta yekperest û li pêş vê yekê dibe bend. Li Tirkiye gelek bawerî, ziman, nasnameyên cuda hene û bi hevre dijîn. Li vî welatî 72 millet hene. Hemû dixwazin di nava hevde bi xwişk û biratî û di nava aştiyê de bijîn."    ZEXT DIDOMIN   Hatîmogullari, anî ziman ku zextên li ser gelê Kurd, baweriyên elewî û xiristiyanan bi rêk û pêk didome û wiha lê zêde kir: "Bîrdoziya fermî tenê zext li ser bawerî û nasnameyên cuda nekir Di heman demê de komkujî jî kirin. Li Sêwas û Çorumê komkujî kirin. Ev komkujî ne li dijî kesan bû. Li dijî baweriya elewiyan bû. Ew dixwazin li vî welatî semah negerin. Dixwazin saz bêdeng bibin. Dixwazin her kesî bikin wekî berhemê xeratê ku ji yek fabrîqeyê derketiye. Li ser baweriya xirîstiyanan zextên dijwar hene. Di demek nêzîk de xaçên dêran jê kirin. Agir bi dêran xistin. Gef li Vakfa Hrant Dink xwarin. Ev gef nîşan dide ku siyaseta înkar û tunekirinê didome."    Hatimogullari, bibir xist ku daxwaza gelê Kurd a zimanê zikmakî daxwazek mafdar û rewa ye û wiha got: "Eger milletek mafekî rewa ji dewletê bixwaze, ew dewlet xwedî erk e ku wê peyvir û daxwazê pêk bîne. Daxwaza ziman erka dewletê ye. Divê dewlet vê daxazê têxe meriyetê. Ji bo di nava gelan de aştî, demokrasî xwişk û bira pêş bikeve divê mafê wan ê rewa bê parastin. Ev polîtîkayên yekperest li gelê Tirk û Sunniyan jî neheqiyê dike. Divê dewlet bi rastiya xwe re bê rûqalî hev. Divê li meclîsê Komîsyona Heqîqetê bê avakirin. Ger ku komîsyona heqîqetê hat avakirin û bi rastiya xwe qebûl kir wê demê mirov dikare qala wekheviya welatiyan bike. Wê demê dê li Tirkiye hemû welatî wekhev bin.    Armanca HDP’ê jî ewe ku hemû nasname, bawerî û rengên cuda bi awayekî azad xwe îfade bikin û bijîn. Ger ku ev welatê 82 milyon welatî ye, divê her kes wek hev bin û kes ne zêdeyî yê din bin. Divê her kes xwedî heman maf bin. Ji ber vê yekê divê em hemû ji bo piştevaniya nava gelan û wekeviya gelan têbikoşin."      MA / Tolga Guney