Gola Wanê tê qirêjkirin
- ekolojî
- 09:12 19/1/2021
Piştî ku ava Gola Wanê kêm bû, qirijiya wê jî berçav bû. Ekolojîstan destnîşan kirin ku bi bermayiyên kîmyewî qirêjî zêdetir dibe.
Piştî ku ava Gola Wanê kêm bû, qirijiya wê jî berçav bû. Ekolojîstan destnîşan kirin ku bi bermayiyên kîmyewî qirêjî zêdetir dibe.
Berpirsiyarê Projeya Avhewa û Enerjiyê ya Greenpeace Akdenîzê Gokhan Ersoy, anî ziman ku pêkerên ewil ên ku dibin sedema krîza avhewayê, ne bikaranîna şexsî, ne helwest û tebîetên şexsî ne. Ersoy, bilêv kir ku pergala cîhanê ya heyî, ji dêvla parastina mirov û xwezayê, şîrketan û kapîtalîzmê diparêze.
Ji ber HES'a li Çemê Sortkînê gelek masî mirin. Derbarê rawestandina HES'a ku bandorek nebaş li çandinî û sewalvaniyê jî dike, doz hat kirin.
Gundiyan bertek nîşanî rayedarên şîrketa ku ji bo kana madenê dixwazin li navçeya Çemîşgezekê sondajê bikolin da û bi rê girtinê nehiştin makîneyên kar bikevin qada madenê.
Li Stenbolê li gor par rêjeya tijebûna bendavê ji sedî 36'an kêm bû, bû ji sedî 19.79. Hîndekarê Fakulteya Daristanê ya Zanîngeha Stenbolê Doganay Tolûnay, anî ziman ku Stenbol bi xetereya ziwabûnê re rûbirû ye û ji ber avahiyên sermayeyê hewzên avê tune bûne.
Li Çemê Zorê tê xwestin ku HES bê çêkirin. Şêniyên herêmê ji ber ku dê HES xwezaya wan û çavkaniyên wan ên debarê talan bike, dixwazin bê betalkirin û ji bo vê serî li Midûriyeta Îdareya Taybet a Îmarê û Başkirina Bajêr a Êlihê dan.
Rojnameger Yusuf Gurcusû diyar kir ku Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye û got: "Tenê çareseriyek heye. Ew jî divê nêzikatiyek sosyalist li ser cîhanê bê serwerkirin."
Huseyîn Akil ê ekolojîst diyar kir ku projeya HES’ê ya li ser Geliyê Zorê tê xwestin were çêkirin ji sedî 70’ê dikeve sînorê Amedê û biryara Meclîsa Giştî ya Bajêr a Êlihê girtiye nederbasdar e û ji bo betalkirina projeyê dê serî li dadgehê bidin.
Welatiyên ku nerazîbûna xwe ya ji bo santrala hîdroelktrîkê ya tê xwestin li Geliyê Zorê bê çêkirin nîşan dan, anîn ziman ku dê nehêlin ku gelî di bin avê de bimîne.
Nîştecihên taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan ku ketiye ber vegûherîna bajarî, li dijî hilweşandinê derketin û daxwaza veguherîna di cih de kirin. Hevseroka Odeya Avahîsazan Selma Aslan jî diyar kir ku wê vegûherîna bajarî pirsgirêkan zêdetir bike.
Aktivîstê ekolojiyê Koray Turkay, bal kişand ser xeteriya krîza avhewayê û diyar kir ku xelasiya cîhanê bi îqtidarên xwedî polîtîkayên şorşeger ên di çarçoveyeke sînordarkirî ya mezaxî û berxwarinê de, pêkan e.
Yek ji bajarên hewaya wê herî qirêj Colemêrg e. Hema bibêje mirovan jehrî dike. Welatiyan anî ziman ku ev ji ber komirê bêqalîte ya "alîkariyê" ye û xwestin xebatên ji bo gaza xwezayî rojek berî rojekê biqedin.
Gundiyên Şavûrayê ji bo betalkirina projeya HES'ê ya tê xwestin li ser Çemê Zoravayê bê çêkirin serî li dadgehê dabûn. Lê belê dadgehê 15 hezar TL mesref da ber 57 gundiyan.
Meclîsa Giştî ya Bajêr a Êlihê du caran projeya HES'ê red kiribû, lê belê hat diyarkirin ku walîtiyê bi zorê proje daye qebûlkirin. Aktivîstê ekolojiyê Huseyîn Akil, hişyar kir ku heger ev biryar pêk bê dê texrîbateke mezin biqewime.
Platforma Dest Ne De Xwezaya Min, diyar kir ku bi xebatên lêgerînê yên siyanurê yên li zozanên Erbaa, Bogali û Sakarat wê xwezayê talan bikin û got: “Emê tu carî destûrê nedin vê talanê.”