Li Çemê Dîcleyê jîngeha ajalan hat tunekirin?

img
ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê ya di bin rêveberiya qeyûm de der û berê Çemê Dîcleyê ku stargeha ajalan e, bi makîneyên kar xera kir û zil û qamîşên li qeraxê çem rakir. 
 
Çemê Dîcleyê ku di nav navçeya Cizîrê ya Şirnexê de derbas dibe, cih û warê ajalan e. Şaredariya Cizîrê ya di bin rêveberiya qeyûm de ye niha jî hêlîn, kozik û warê ajalan xera kir. Şaredarî bi makîneyên kar ket qeraxê çem û hemû qamîş û zilên qeraxê çem rakir. Gelek ajalên ku nifşê wan li ber qedandinê ne jî li çem û qeraxê dijîn. 
 
BER KELEHÊ JÎ KOLANDIN 
 
Tîmên şaredariyê bi hinceta rakirina zil û qamîşên li qeraxê çem, makîneyên kar da şixûlandin. Balkêş bû ku kemçeyan ber Keleha Cizîrê ku xwedî dîroka 6 hezar salî ye jî kolandin. 
 
HINCET: MÊŞ
 
Rayedarên şaredariyê îdia kirin ku îsal gelek mêş hene û ji ber vê yekê qeraxê çem paqij kirin e.