Li Çemê Dîcleyê jîngeha ajalan hat tunekirin? 2023-07-26 12:47:58   ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê ya di bin rêveberiya qeyûm de der û berê Çemê Dîcleyê ku stargeha ajalan e, bi makîneyên kar xera kir û zil û qamîşên li qeraxê çem rakir.    Çemê Dîcleyê ku di nav navçeya Cizîrê ya Şirnexê de derbas dibe, cih û warê ajalan e. Şaredariya Cizîrê ya di bin rêveberiya qeyûm de ye niha jî hêlîn, kozik û warê ajalan xera kir. Şaredarî bi makîneyên kar ket qeraxê çem û hemû qamîş û zilên qeraxê çem rakir. Gelek ajalên ku nifşê wan li ber qedandinê ne jî li çem û qeraxê dijîn.    BER KELEHÊ JÎ KOLANDIN    Tîmên şaredariyê bi hinceta rakirina zil û qamîşên li qeraxê çem, makîneyên kar da şixûlandin. Balkêş bû ku kemçeyan ber Keleha Cizîrê ku xwedî dîroka 6 hezar salî ye jî kolandin.    HINCET: MÊŞ   Rayedarên şaredariyê îdia kirin ku îsal gelek mêş hene û ji ber vê yekê qeraxê çem paqij kirin e.