Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê

  • cîhan
  • 14:55 23 Sibat 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Boksorê Kurd Agît Kabayel li Riyadê hevrikê xwe yê Çînî Zhilei Zhang têk bir û di kategoriya giran a WBC'ê de bû şampiyonê cîhanê.
 
Şampiyoniya Konseya Boksê ya Cîhanê (WBC) di 22'yê Sibata 2025'an de li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê hate lidarxistin. Boksorê Kurd Agît Kabayel ê 32 salî û şampiyonê dawî yê cîhanê yê beşa giran a WBC'ê Zhilei Zhang ê ji Çînê, hatin pêşberî hev.
 
Agît Kabayel di raûnda 6'emîn de bi nakawtê hevrikê xwe yê ji Çînê têk bir û bû şampiyonê cîhanê.
 
Agît Kabayel piştî maçê axivî û got: “Ez xwe gelek baş hîs dikim. Ev tekoşînek bêhempa bû. Ez spasiya xwe ji her kesê ku li piştgirî daye min dikim."
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kabayel heta niha 26 maçên profesyonel lîstiye û qet têk neçûye.
 
Agît Kabayel ku li Almanyayê ji dayik bû, ji malbateke ji navçeya Bazarcix a Mereşê ye.