Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir

  • cîhan
  • 16:17 17 Nîsan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hizbullaha Lubnanê êrişî baregehên leşkerî yên li bakurê Îsraîlê kir. Li gorî çapemeniya Îsraîlê di êrişê de 5 kes birîndar bûn.

 
Hat destnîşankirin ku Hizbullaha Lubnanê baregehên leşkerî yên li bakurê Îsraîlê bombebaran kirin. Televîzyona 24 News a Îsraîlê ragihand ku di hedefgirtina avahiyekê li Ereb El Eraşe yê li bakurê Îsraîlê de, 5 kes birîndar bûne û rewşa birîndarekê jî giran e.
 
Li gorî agahiyên ku ajansa nûçeyan a El Alem El Erebî parve kirine, Hizbullahê 5 caran êrişî baregehên leşkerî yên li bakurê Îsraîlê kiriye. Hat zanîn ku yekîneyekî çavdêriya hewayî ya li baregeha Mîronê û bi temamî hatiye rûxandin.