Balafira Rûsyayê ku leşkerên dîlgirtî yên ûkraynayî tê de bûn ket

  • cîhan
  • 13:46 24 Çile 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da zanîn ku balafira ku leşkerên ûkraynayî yên dîlgirtî tê de bûn, ket. 

 
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku balafira wan a bi tîpa IL-76 ku leşkerên ûkraynayî yên dîlgirtî yên ji bo pevguhertinê tê de bûn, li Belgorodê ket. Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a dewleta Rûs RIA Novostiyê; Wezareta Parastinê da zanîn ku balafir derdora saet 11.00’an ketiye û 65 leşkerên ûkraynayî, 6 murettebat û 3 xebatkarên din tê de bûn. 
 
Hêzên hewayî yên Rûsyayê ji bo lêpirsîna qezayê komîsyonek şande cihê bûyerê. Berdevkê Serokatiya Dewleta Rûsyayê Dmitri Peskov got ku Kremlîn hay ji rewşê heye û bi bûyerê re eleqedar e.