Balafira Rûsyayê ku leşkerên dîlgirtî yên ûkraynayî tê de bûn ket 2024-01-24 13:46:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da zanîn ku balafira ku leşkerên ûkraynayî yên dîlgirtî tê de bûn, ket.    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku balafira wan a bi tîpa IL-76 ku leşkerên ûkraynayî yên dîlgirtî yên ji bo pevguhertinê tê de bûn, li Belgorodê ket. Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a dewleta Rûs RIA Novostiyê; Wezareta Parastinê da zanîn ku balafir derdora saet 11.00’an ketiye û 65 leşkerên ûkraynayî, 6 murettebat û 3 xebatkarên din tê de bûn.    Hêzên hewayî yên Rûsyayê ji bo lêpirsîna qezayê komîsyonek şande cihê bûyerê. Berdevkê Serokatiya Dewleta Rûsyayê Dmitri Peskov got ku Kremlîn hay ji rewşê heye û bi bûyerê re eleqedar e.