Pakistanê êrişî Îranê kir

  • cîhan
  • 11:28 18 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Pakistanê li dijî gundekî Îranê yê li ser sînor bi moşekan êriş kir. Hat zanîn ku di êrişê de zarok û jin jî di nav de kuştî û birîndar hene. 
 
Pakistanê êrişî gundekî girêdayî eyaleta Sistan-Belucistanê êriş kir. Cîgirê Waliyê Eyaleta Sistan-Belucistanê Alî Riza Merhametî da zanîn ku Pakistanê êriş bi moşekan pêk aniye. Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişê de 3 jinan û 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Merhametî anî ziman ku li bajarê Seravan ê girêdayî eyaletê teqînek çêbûye lê tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye.