Pakistanê êrişî Îranê kir 2024-01-18 11:28:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Pakistanê li dijî gundekî Îranê yê li ser sînor bi moşekan êriş kir. Hat zanîn ku di êrişê de zarok û jin jî di nav de kuştî û birîndar hene.    Pakistanê êrişî gundekî girêdayî eyaleta Sistan-Belucistanê êriş kir. Cîgirê Waliyê Eyaleta Sistan-Belucistanê Alî Riza Merhametî da zanîn ku Pakistanê êriş bi moşekan pêk aniye. Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişê de 3 jinan û 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Merhametî anî ziman ku li bajarê Seravan ê girêdayî eyaletê teqînek çêbûye lê tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye.