Grevên birçîbûnê li ber NY’yê hatin silavkirin

  • cîhan
  • 19:47 6 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN- Li ber ofîsa NY’yê ya li Cenevreyê berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê hat silavkirin.
 
Çalakiya rûniştinê ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê berdewam dike, dikeve sala 4’an.
 
Kurdistanî ji 25’ê Çileya 2021’an ve her Çarşemê li Qada Natîonsê çalakiya xwe didomînin. Di çalakiya vê hefteyê de di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” de grevên birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ku di 27’ê Mijdarê de dane destpêkirin, hat silavkirin.
 
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) Mehmet Latîf Çelebî, banga tevlîbûna meşa navendî kir ku bi boneya salvegera 4’an a çalakiya rûniştinê ya li Cenevreyê wê di 13’ê Kanûnê de bê lidaraxistin.
 
Li ser navê Koma Serhildan ku saziyeke enternasyonalîst e û di çarçoveya piştgiriya bi Kurdistanê re û xwedîderketina Şoreşa Rojava damezrandina xwe ragihandiye, Anne Claûde mafê axaftinê girt.
 
Anne Claûde diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 24 sal in di bin tecrîdê de tê girtin û wiha got: “Ev 3 sal in ev tecrîd veguheriye êşkenceyê û îro di asta herî giran de tê meşandin. Fikarên li ser jiyana Abdullah Ocalan zêde bûne.”
 
Anne Claûde got ku Koma Serhildan wê êvarê têkîldarî dîroka Kurdistanê çalakiyek li dar bixin. Piştî axaftinan Kurdistanî dest bi çalakiya rûniştinê kirin.