Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Tahîr Elçî strana ‘Hewar’ parve kir
- çand û huner
- 10:37 28/11/2020
Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê 5 sal berê li Sûrê hat qetilkirin, strana “Hewar” li ser medya înternetê parve kir.
Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê 5 sal berê li Sûrê hat qetilkirin, strana “Hewar” li ser medya înternetê parve kir.
Mamosteyê îxrackirî Ramazan Kavak, di pirtûka xwe ya sêyem a bi navê “Rêwiyê Demên Windayî” de behsa çand, êş û berxwedana herêma Torê dike.
Berfa Servîn ku pirtûka wê ya bi navê "Cinawira Gola Wanê" bi alîkariya malbata wê bi kurdî hat çapkirin, got: "Mêjiyê min kurdî ye, lê zimanê min tirkî ye. Ji bo zimanê xwe yê zikmakî pêş bixim, min xwest ev pirtûk ji bo min bibe gava destpêkê."
Pirtûkxaneya Lîlavê, bi boneya 25'ê Mijdarê dest bi kampanyayê kir.
Şanoya Bajêr a Amedê ji bo Meclîsa DTSO’yê û Meclîsa Jinan a DTSO’yê lîstika “Hema Hema Jin Elizabeth” da nîşandan.
Berhema bi navê “Xewna Giran” a hunermend Tara Mamedova derket. Mamedova berhemê û klîba “Xewna Giran” jî li ser platformên dijital da belavkirin.
Mursel Yildiz ku gava di girtîgehê de bûye tevî du hevalên xwe yên girtî gotarên bi navê "Annales ve Tarîh" nivîsandiye û niha jî gotarên xwe û hevalên xwe kiriye pirtûk. Yildiz, anî ziman ku xwestine li Tirkiyeyê li dijî dîroka siyasî, pêşîkeşiya dîroka civakiyî bikin.
Bircên Fînîkê yên dîrokî yên li gundê Keraşînê yê navçeya Basayê, bi tunebûn û hilweşandinê re rû bi rû ne.
Koma Çar û Mar ku ji 4 jinan, 4 zimanan û 4 çîrokan pêk tê, bi helbest, muzîk û çîrokên xwe dengên jinan radigihînin.
Muzîkjen Yûnûs Kamay ku ji ber şewbê betal maye, atolyeya xwe ya baxlemeyê pêşî kir kafe, niha jî kiriye tekstîl. Kamay ku hîn jî kursa baxlemeyê dide anî ziman ku, dê îsrara wî ya ji bo muzîkê dewam bike.
Walîtiya Rihayê jî lîstika şanoyê ya bi navê “Bêrû” qedexe kir. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu bertek nîşanî biryara qedexeyê da û got: “Ev jî nîşaneya bêtehamuliya li hember kurdî ye.”
Muzîkjenên ku ji ber şewba Covîd-19'ê betal mane, ji bo debara xwe bikin enstrumanên xwe difiroşin.
Hejmara Kovara qerfî ya Zrîng a meha mijdarê bi ser navê "Li hemberî tundiya zilaman jin xwe diparêzin" derket. Kovarê vê carê di berga xwe de têkoşîna jinê ya li dijî tundiya zilam derxistiye pêş. Kovarê di berga vê hêjmarê de têkoşîna jinê bi rêbaza dezenfektê ya li dijî tundiya zilam xêz kiriye. Jin bi dezenfektê li dijî tundiya zilam ku wekî vîrûsa talan, qox, tecawiz, qirkirin, şer, dizî, bişaftin, nîşan daye têdikoşe.
Hejmara 7’an a kovara Folklorame ya ku li ser folklora kurdan tê çapkirin derket. Kovar wek her hejmarên din bi naverokek têr û tije li ber destan e.
Hejmara 11’an a kovara derûnnasiyê Psychology Kurdî derket û vê carê dosyeya “Koçberî û derûniya koçberiyê” pêşkêşî xwîneran dike û rave dike.