Li dijî Moderniteya Kapitalist Halan Di Hev Dan II derket
- çand û huner
- 09:14 10/12/2017
Pirtûka "Kapitalîzme Karşı Meydan Okumak II (Li dijî Modernîteya Kapîtalîst halan di hev dan II)" ji weşana Aramê hat çapkirin.
Pirtûka "Kapitalîzme Karşı Meydan Okumak II (Li dijî Modernîteya Kapîtalîst halan di hev dan II)" ji weşana Aramê hat çapkirin.
Wezîrê Bajarvanî û Derdorê, ser Girê Amîda yê nav li Amedê kiriye û 8 hezar sal dîroka wî heye binax kir.
Hecî Omer Ekîn ku ji ber axûn û dildariya xwe ya ji bo dîwanên dengbêjan bajar bi bajar geriyaye û deng tomar kirine, niha li Sûrê li dikaneke biçûk li wan dengên tomarkirî guhdar dike û dema guhdar dike aram û hêmîniyek xwe lê radipêçe.
Lîstika komediyî ya "Bêru" ku dê ji aliyê NÇM'ê ve bê pêşandan, wê li gelek bajaran xwe bigihîne hunerhezan.
Dildarê TAKSAV'ê Mesut Gungor der barê Mîhrîcana Şanoyê 6'emîn a Îzmîrê ya Navneteweyî de agahî dan û da zanîn ku ew bi têmaya "Wêrekî"yê, li dijî tirsê sekneke hevpar nîşan didin.
Li Amedê ji aliyê hin nivîskar, helbestvan û helbesthezan ve Koma Helbestê ya Amedê hat avakirin û dest bi xebatên xwe kirin. Kom dê ji 15 rojan carek li ser jiyan û taybetmendiyên helbestvanên kurd û helbestên kurdî raweste û nirxandinan bike.
Mîhrîcana Sahafan a Haydarpaşayê xwendevan û pirtûkên kevn gihandin hev. Pirtûkfiroşan got ew ji ber eleqeya hat nîşandan kêfxweş in û wiha gotin: "Bêhna behrê, bêhna pirtûkan hemû bi hev re bûn."
Berikên Colemergê yên bi boyaxa xwe, nexşên xwe û bergiriya ku nav û deng in, bi destên jinan zînde dibin. Tevnkerê berikan Enîs Aktaş, diyar kir ku hem ji bo aboriya xwe û hem jî ji bo nirxeke çandiyî ew berikan çê dike.
Saziyên çand û hunerê yên Pale Huner, Şanoya Bajêr a Amedê û Mala Hunerê ya Duçemê dê di Kanûnê de bi bernameyên têr û tijî derkevin pêşberî hunerhêzan. Sazî dê bi bernameyên fîlm, nîqaşên wêjeyê, xwendina helbestan, dîwana dengbêjan û muzîk derkeve pêşberî gel.
Lîstika ‘Mala Bernarda Alba’ ya şaîr û nivîskar Federîco Lorca yê Îspanyolî dê sibe li Wanê derdikeve ser dikê. Derhênerê Lîstikê Nazmî Karaman, diyar kir ku lîstik balê dikişîne ser hemû pirsgirêkên jinan.
10 kesên xwedî pîxeyên cuda kom bûn û Koroya Hevdeng ava kirin. Koroya Hevdeng ji klamên herêma Serhadê yekem albuma xwe amade kirin. Koroya ku provayên xwe li salonên dawetan kirin diyar kirin ku wan di ber xwe da û klîba xwe çap kir.
Pirtûkxaneya bi Deng a ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ku ji bo çavkaniya zimanê zikmakî yê zarokan hatibû vekirin, ji aliyê qeyûm ve hat girtin. Xebatkarên yekîneyê ji kar hatin derxistin û qeydên di malpera înternetê de jî hat astengkirin.
Pêwîste agahdarkirina hemû klîbên ji aliyê portala muzikê ya Netd a girêdayî Holdînga Doganê bigîhîje aboneyan. Hat angaştkirin ku kes xwe nagihîne agahdarkirina klîbên kurdî. Hunermendên kurd rewşê wek sansûrkirina li ser muzîka kurdî pênase kirin.
Mûstafa Gazî bi navê xwe yê dîtir 'Seyda' helbestkar, bestekar û nivîskareke berhemdar. Di tevahiya jiyana xwe de wê nasnameya kurdî ya hatiye biçûkxistin ji xwe re kir xem û li hemberî polîtîkayên bişavtinê yên ji bo tunekirina kurdî dihatin sepandin têkoşiya. Seyda ku demeke dirêj ji ber nexweşîna xwe tedawî dibû, di 28'ê Mijdarê de çavê xwe li jiyanê girt.
Peykertraş Îsmaîl Dogan peykerê bilbilê Serhedê Dengbêj Evdalê Zeynikê çê kir. Dogan da zanîn ku ji ber Evdalê Zeynikê remz û temsîliyeta wêjeya devkî ye peykerê wî çê kiriye. Dogan got ku dibe nav û peykerên navdarên kurd bên hilweşandin, lê kes nikare çand û hunera wan ji hişê kurdan paqij bike.