25 salin bi stranên xwe di dilê gel de dijî Di nava aşrîva stranên Kurdî de cihekî taybet digire
- çand û huner
- 09:51 09/7/2019
Hunermendê Kurd Elî Temel ku 25 sal berê di şer de jiyana xwe ji dest da, bi stran û helbestên nivîsand û tomar kir xwe nemir kir. Birayê Elî Temel Faysal Temel, diyar kir ku her kes wî bi helbestê wî yên bûne stran dinasin û yên carekê li wan stranan guhdar kiribin, carek din wî ji bîr nakin û stranên Şitla Azadi, Rozenîn, Vaye PKK Rabû, Amed û hwd bûne sembol. Hunermend Genim jî anî ziman ku Temel di nava aşrîva strana Kurdî de cihekî taybet digire.