Sînemahez: Bila li Amedê bêtir festîval bên çêkirin
- çand û huner
- 09:07
Sînemahezên ku Festîvala Fîlman a Amedê ya Navneteweyî ji nêz ve şopandin, diyar kirin ku ew dixwazin festîvalên bi vî rengî bêtir li Amedê bên lidarxistin.
Sînemahezên ku Festîvala Fîlman a Amedê ya Navneteweyî ji nêz ve şopandin, diyar kirin ku ew dixwazin festîvalên bi vî rengî bêtir li Amedê bên lidarxistin.
Di roja şeşemîn a 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê de, 18 fîlm hatin nîşandan. Temaşevan û derhêner piştî fîlman gotûbêj kirin.
Derhêner Devrim Tekînoglû ku bi belgefîlma xwe ya "Ra" bal kişandiye ser asîmîlekirina baweriya Elewiyan, got ku hewl tê dayîn ku baweriya ku gelê Dêrsimê bi baweriyeke din were guhertin.
Derhênerê fîlman Mîral Kilo yê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi fîlma xwe ya "Li Baxçeyê Me Dareke Zeytûnê Hebû" bal kişand ser koçberiya Kurdan a li Efrînê û got: "Werin em têbikoşin da ku Efrîn, bajarê şaxê zeytûnê, bibe sembola aştiyê, bibe bajarê aştiyê."
Bawer Erîşen ê ku pirtûka wî ya "Sembolîzm" bi zimanê Kurdî hatiye weşandin, bandora tevgera sembolîzmê ya ku di sedsala 19'an de li Fransayê derketiye holê, li ser wêjeya Kurdî vedikole.
Endamên Civaka Kurdî ya Eskişehirê, bertek nîşanî astengkirina qursên zimanê Kurdî dan û gotin: "Zimanê me rûmeta me ye, nasnameya me ye. Mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî nayê astengkirin."
Derhênerê fîlmê "Aysha" yê ku gelek xelat wergirtine û ji bo 95'emîn Xelatên Oscarê bûye namzet, Cengîz Akaygun got, "Em dixwazin Amed bibe Cannes a Kurdistanê."
Di roja 3'yemîn a 3'yemin Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm û belgefîlm hatin nişandan.
Organîzatorê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê Yasir Irmak, der barê girîngiya avakirina zimanekî hevpar di festîvalan de, got: "Bi saya festîvalên bi vî rengî yên mezin, bi berdewamî zimanekî hevpar dikare bê bidestxistin."
Akademiya Hunerê ya Bilind a Jinan a Hîlala Zêrîn ku sala xwe ya yekem temam kir, bi perspektîfa Jineolojiyê navendeke hilberîna hunerî ye. Rêvebera Akademiyê Evîn Paşoyê diyar kir ku armanca wan ew e ku heqîqeta hatiye berevajîkirin derxin holê û bang li hunermendan kir ku "ezmûnên xwe parve bikin".
Belgefîlmê Hemo yê ku keça xwe di şerê li dijî DAIŞ'ê de winda kiriye û di fîlmê Kobanê de rola emîrê DAIŞ'ê lîstiye, hat kişandin. Derhênera belgefîlmê Dîcle Arjîn e ku di fîlmê Kobanê de rola Zehra Penaberê lîstibû û di fîlmê de Hemo dikuje.
’yemîn Festîvala Fîlman a Amedê ya Navneteweyî, diyarî Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk hat kirin.
Saziyên ziman, ZIWAN-KURD, ANKA-DER û MED-DER’ê ji bo alfabeya Kurdî hînî zarokan bikin, li Sêweregê çalakî li dar xist.
Komuna Fîlm a Rojava bi dehan fîlm û belgefîlmên ku di 10 salan de çêkirin, ronî da şoreşê. Hevserokê Komunê Nûman Yîgît diyar kir ku armanca wan ew e bibin "dengê gel û şoreşê" û bang li sînemagerên Kurd kir ku tecrûbeyên xwe parve bikin.
Festîvala fîlman a ji aliyê Komuna Fîlman a Rojavayê ve hat lidarxistin, da der ku "ruhê festîvala şoreşê divê wiha be". Her çend ruhê komunal ê festîvala bê xalîçeya sor di her aliyê xebatê de diyar bû jî, ne bê kêmasî bû jî.