Li Stewrê Kargeha Hunerê ya Zarokan dest pê kir

img
MÊRDÎN – Li Stewrê Kargeha Hûnerê ya Zarokan a ji aliyê şaredariyê ve tê lidarxistin dest pê kir. Bernameya dê 3 rojan bidome li gundê Ewîna dest pê kir.
 
Kargeha Hunerê ya Zarokan a Şaredariya Navçeya Stewrê ya Mêrdînê ku dê 3 rojan li navend û gundan bê birêvebirin dest pê kir. Serê sibehê bernameyê ewil li gundê Ewîna a Stewrê dest pê kir. Pişt re jî bername birin gundê Dêriş ê Stewrê. Di kargehan de gelek zarok li gel malbatên xwe beşdar bûn û eleqeyek mezin nîşan dan. Hevşaredarên Stewrê jî beşdarî bernameya zarokan bûn. Wê li hin gundên din jî yên Stewrê bername 2 roj bidome. 
 
Bername sibê wê li gundê Elfan a bi ser Stewrê ve pêk were.