Li Stewrê Kargeha Hunerê ya Zarokan dest pê kir 2019-09-21 16:28:30   MÊRDÎN – Li Stewrê Kargeha Hûnerê ya Zarokan a ji aliyê şaredariyê ve tê lidarxistin dest pê kir. Bernameya dê 3 rojan bidome li gundê Ewîna dest pê kir.   Kargeha Hunerê ya Zarokan a Şaredariya Navçeya Stewrê ya Mêrdînê ku dê 3 rojan li navend û gundan bê birêvebirin dest pê kir. Serê sibehê bernameyê ewil li gundê Ewîna a Stewrê dest pê kir. Pişt re jî bername birin gundê Dêriş ê Stewrê. Di kargehan de gelek zarok li gel malbatên xwe beşdar bûn û eleqeyek mezin nîşan dan. Hevşaredarên Stewrê jî beşdarî bernameya zarokan bûn. Wê li hin gundên din jî yên Stewrê bername 2 roj bidome.    Bername sibê wê li gundê Elfan a bi ser Stewrê ve pêk were.