Li Amedê konsera Kasim Taşdogan

img
AMED - Hunermend Kasim Taşdogan li Amedê konserek li dar xist. Beşdar bi stranên Taşdogan şeveke bi coş derbaskirin. 
 
Hunermend Kasim Taşdogan, li Sûra Amedê li avahiya Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê konserek li dar xist. Gelek welatî beşdarî konserê bûn û bi stranên Taşdogan şevekê bi coş derbaskirin. 
 
Ji ber eleqeyeke zêde li cihê konser cihê rûniştinê nema. Di konserê de beşdaran jî bi Taşdogan re stran gotin. 
 
Taşdogan bi bîranînên xwe û henekên xwe beşdar kenandin. Di dema konserê de gelek beşdar govend jî gerandin.