Li Amedê konsera Kasim Taşdogan 2023-01-28 21:00:30   AMED - Hunermend Kasim Taşdogan li Amedê konserek li dar xist. Beşdar bi stranên Taşdogan şeveke bi coş derbaskirin.    Hunermend Kasim Taşdogan, li Sûra Amedê li avahiya Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê konserek li dar xist. Gelek welatî beşdarî konserê bûn û bi stranên Taşdogan şevekê bi coş derbaskirin.    Ji ber eleqeyeke zêde li cihê konser cihê rûniştinê nema. Di konserê de beşdaran jî bi Taşdogan re stran gotin.    Taşdogan bi bîranînên xwe û henekên xwe beşdar kenandin. Di dema konserê de gelek beşdar govend jî gerandin.