Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk

img
ENQERE - Zarok Ma’yê li Anka-Derê ji bo zarokan konsereke biçûk dan.
 
Ma Music di çarçoveya turneyên xwe de li Enqereyê bi zarokan re hate ba hev. Eleqeyeke zêde ya zarokan ji bo şahiya Komeleya Ziman Çand Hunerê ya Ankayê (Anka-Der) hebû. Perwerdekarên Zarok Ma’yê jî bi zarokan re stran gotin. Bi gelek cureyên çalakiyan re zarokan saetên xweş derbas kirin. Her wiha zarokan boyax jî kirin. 
 
Piştî perwerdeya bi qasî saetekê, ji bo zarokan konsereke biçûk hate dayîn û perwerdekarên Zarok Ma’yê bi zarokan re stranên “Kivroşkê” û “Keleşo” striyan.