Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin

img
AMED - Lîstika "Seyrana Li Çeper" a Nîsk Hunerê, li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê hat lîstin. 
 
Di çarçoveya bernameya Çileyê de ya Şanoya Bajêr a Amedê, lîstika mêvan ya bi navê “Seyrana Li Çeper” ku ji hêla lîstikvanên Nîsk Hunerê ve hatiye amadekirin derket pêşberî şanohezan. "Seyrana Li Çeper", li Eywana Şanoya Bajêr a Amedê ya li Semta Dîclekent a navçeya Peyasa Amedê hat lîstin. Lîstik ku rastî eleqeyeke mezin hat, sibê jî dö bê lîstin. Bilêtên lîstikê yên her du rojan jî di demeke kin de qediyan. 
 
"Seyrana Li Çeper", di 4’ê Çileyê de promiyera xwe li Êlihê, li ser dika Batman Yenî Sahneyê kiribû. Lîstika ku Fernando Arrabal nivîsandiye, derhêneriya wê Nazmî Karaman, derhêneriya hunerê jî Egît Firat kiriye. Seyrana li çeper (1954) bi şêwaza grotesk, ji aliyê Fernando Arrabal ve hatiye nivîsandin û li ser bêwatebûna şer e. Wext ne diyar e. Dê û bavek dixwazin li çeperê bi kurê xwe re seyranê bikin. Piştre bi leşkerekî dijmin re, bûyerin tên serê wê malbatê. Arrabal ku nivîskarekî ku ji zarokatiya xwe ve şahidî li şer kiriye, hewl daye bêwatebûna şer bi awayekî mîzahê û bi absûrdî bide nişandan. Di lîstikê de Denîz Ozer, Habîp Çelîk, Bahoz Ozsunar, Gulan Mizgîn û Şervan Yelboga dilîzin. Lîstika ku bi zimanê kurdî tê lîstin, nêzî saetekê berdewam dike. 
 
Lîstik, bi çepikan bi dawî bû.