Stranên jinan dê li ser dikê olan bidin: LaWjeyên Jinan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - LaWje vê carê jî bi xebata xwe ya “LaWjeyên Jinan” derdikeve ser dikê û dê stranan bêje. 
 
LaWje ji herêma Colemêrg ango Behdînanê stran û awazên ji hev xweştir berhev dike û pêşkêşî xelkê dike. LaWje ku bi selîqeya terza Colemêrgê derdikeve ser dikan vê carê bi xebatek nû derdikeve ser dike. LaWje ji sala 2003’yan ve bi xebatên xwe yên berhevkariyê û performansên cuda xebatên hunerî didomîne, wê bi koroya jinan re ku di demên cuda de bi hev re kargehan li dar xistin derkeve ser dike. LaWje vê carê wê ji bijarteyên kilamên herêma Botan û Behîdînanê yê aydê jinan li gel koma defê ya Defjen konserek li dar bixe. 
 
LaWje diyar kir ku ji roja wan koma xwe damezrandiye heta niha armanca wan ew e ku ew bi terzek cuda ji stranên devera Behdînanê û deverên din ên Kurdistanê bi guhdarvan û temaşevanên xwe re parve bikin û dê di 20’ê çile 2023’yan de li Sahneya Moda ya li navçeya Kadikoya Stenbolê konserek li dar bixin. LaWje ku demek dirêj e bi stranên di bin navê “LaWjeyên Evînî” de kom kiribûn li ser dikê pêşkêşî guhdar dikir, dê vê carê bi xebata, “LaWjeyên Jinan” derkeve ser dikê.