Qala çîroka strana ‘Megrî megrî’ kir: Hûn stranê îstîsmar dikin

img
ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku strana “Megrî megrî” li ser endamê PKK’ê Zekî Yilmaz hatiye nivîsandin û got: “Rastiya vî welatî ye lê divê ku neyê îstîsmarkirin.” 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê û Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê Omer Ocalan di Desteya Giştî ya Meclisê de di hevdîtinên budçeya sala 2023'yan a Wezareta Çand û Tûrîzmê de mafê axaftinê girt û bal kişand ser zext û astengiyên li ser zimanê kurdî.
 
‘ZIMANÊ BI MILYONAN KES TÊ QEDEXEKIRIN’ 
 
Omer Ocalan destnîşan kir ku ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê ew têdikoşin û got: “Ev komar komara înkar û pişaftina gelê kurd e. Dewlet ango îktidar zimanê zikmakî yê bi milyonan mirov qedexe dike. Dixwazin bi pişaftinê zimanê kurdî ji holê rakin. Serokkomar berê li Amedê jî û çend roj berê li Rihayê jî bi stranên kurdî hat pêşwazîkirin. Ez ê qala gotinên stranek kurdî ku ji Erdogan re hatibû gotin vêbjim. Ez gotinên wê yek bi yek bêjim ku bila her kes bizanibe. Bêguman em dizanin ku hin kes çawa stranên kurdî didizin û werdigerînin tirkî. Em bi zîhniyetek wiha re rûbirû ne.” 
 
ÇÎROKA STRANA ‘MEGRÎ MEGRÎ’ VEGOT 
 
Ocalan gotinên strana “Megrî megrî” ku çend roj berê di serdana Erdogan a Rihayê de jê re hatibû gotin, xwend. Ocalan dema gotinên stranê dixwend wek “…” derbasî girtekê hat kirin. Ocalan anî ziman ku çîroka stranê ji aliyê xelkê Çewligê ve tê zanîn û wiha got: “Dema ku cihê wê tê Serokkomar vê stranê dixwîne. Di kurdî de biwêjek me heye. Wiha, ‘Bi gur re dikujin, bi şivan re dixwin, bi xwedî re jî digirîn’.
 
Mesele eynî wisa ye. Naveroka vê stranê parlamenterên her partiye dizane ku di kurdî de wateya wê çi ye. Ev stran lorandin ango zêmar e. Çewligî vê stranê dizanin. Ev stran li ser bîranîna endamê PKK’ê Zekî Yildiz hatiye nivîsandin. Bi Mehmet Hayrî Dûrmûş re li heman dibistanê xwendine, ji heman gundî ne. Navê gundê wan Qummik e. Yanî ji bo ku hûn zanibin viya dibêjim. Ev endamek PKK’ê ye. Stran li ser endamek PKK’ê hatiye nivîsandin. Ji bo hûn bizanibin qala wê dikim. Her tiştî îstîsmar nekin. Rastiya vî welatî ye lê divê ku neyê îstîsmarkirin. Pirsgirêkên dijwar û kûr in.” 
 
TEHAMULÎ KURDÎ NAKIN
 
Ocalan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser qedexekirina axaftina kurdî ya parlamenter Îmam Taşçier a li Meclisê û got: “Hatiye wê astê ku êdî tehamula we ji kurdî re nemaye. Em qedexekirin û astengiya zimanê kurdî qebûl nakin.”