Hunergeha Welat bi klîba ‘Serêkaniyê û Avaşîn’ balê kişand ser kîmyasalê

NAVENDA NÛÇEYAN - Hunergeha Welat ku li rojavayê Kurdistanê xebatên xwe hunerî bir ê ve dibe, bi klîba “Serêkaniyê û Avaşîn” balê kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî. 
 
Hunergeha Welat bi stran û klîbek nû li pêşberî guhdar û temaşevanên xwe ye. Hunergehê bi klîba strana “Serêkaniyê û Avaşîn” ku amade kir balê kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî deverên Zap, Avaşîn û Metîna yên başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê. 
 
HEVKARIYA TIRKIYEYÊ Û ALMANYA
 
Di klîba hatiye amadekirin de dîmenên ku kîmyasal çawa bandorê li ser jiyana mirov û xwezayê dike, cih digirin. Rûpoş ango maskeyên li dijî gaza kîmyasalê li serê karekterên klîbê ne. Her wiha di nakaratên klîbê de balê kişandine ser hevkarî û bazara kîmyasalê ya di navbera Tirkiyeyê û Almanyayê de. 
 
‘CÎHAN KOR Û KERR E’ 
 
Stran bi hevokên pir sade û melodiyek xweş hatiye hûnandin. Di dawiya klîbê de wiha hatiye gotin: “Dewleta Tirk çekên kîmyewî li hemberî çiya û bajarên Kurdistanê, li hemberî şervan û gelê Kurdistanê, bikar tîne. Hemû cîhan jî xwe kor kerr kiriye...”
 
Gotinên stranê wiha ne: 
 
“Serêkaniyê û Avaşîn
Çeng û bask û niklê ko 
Çep û rast, pîçê Tirko
Tirko wa çû Berlînê
Da jehrê bi xwe re bînê
Da jehrê bi xwe re bînê
Bavê beriya Mêrdînê 
Mêrdînê bi deşt û çiya
Tirkê li pişta Gêsiya
Gaz avêtin nav giya
Li Serêkaniyê û  Avaşîn
Jehra ji Berlînê anîn
Avêtin ser canmerdan
Werxelê bi zare 
Doqmaqê serê contirkan
Nifşekî hare 
Hedara neyaran tune
De bes bike qitqitko
Nema lîs û mottiko
Ka dûvikê tev nedo
Bela zariya li xwe nedo
Pêşilka sisto visto 
Ji me kewê bi qebqebo
Li we dîsa gavrevo 
Me'naşa deq û 'in e 
Tirko yê jêr û bin e 
Wek sergoyê repin e
Em Kurd in, taca cîhanê
Serî nadin bêjiyo
Ew sêwlekê li Enqerê
Hatî bazara berê
Bi hêsirê çavê can-Kurda
Bi guliyên van keç-merda
Sonda zeriya por kezî
Tê li nav xwînê bigevizî
Werxelê bi zare
Doqmaqê serê contirka
Nifşekî hare 
Hedara neyaran tune”