Hunergeha Welat bi klîba ‘Serêkaniyê û Avaşîn’ balê kişand ser kîmyasalê 2022-11-12 09:26:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Hunergeha Welat ku li rojavayê Kurdistanê xebatên xwe hunerî bir ê ve dibe, bi klîba “Serêkaniyê û Avaşîn” balê kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî.    Hunergeha Welat bi stran û klîbek nû li pêşberî guhdar û temaşevanên xwe ye. Hunergehê bi klîba strana “Serêkaniyê û Avaşîn” ku amade kir balê kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî deverên Zap, Avaşîn û Metîna yên başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê.    HEVKARIYA TIRKIYEYÊ Û ALMANYA   Di klîba hatiye amadekirin de dîmenên ku kîmyasal çawa bandorê li ser jiyana mirov û xwezayê dike, cih digirin. Rûpoş ango maskeyên li dijî gaza kîmyasalê li serê karekterên klîbê ne. Her wiha di nakaratên klîbê de balê kişandine ser hevkarî û bazara kîmyasalê ya di navbera Tirkiyeyê û Almanyayê de.    ‘CÎHAN KOR Û KERR E’    Stran bi hevokên pir sade û melodiyek xweş hatiye hûnandin. Di dawiya klîbê de wiha hatiye gotin: “Dewleta Tirk çekên kîmyewî li hemberî çiya û bajarên Kurdistanê, li hemberî şervan û gelê Kurdistanê, bikar tîne. Hemû cîhan jî xwe kor kerr kiriye...”   Gotinên stranê wiha ne:    “Serêkaniyê û Avaşîn Çeng û bask û niklê ko  Çep û rast, pîçê Tirko Tirko wa çû Berlînê Da jehrê bi xwe re bînê Da jehrê bi xwe re bînê Bavê beriya Mêrdînê  Mêrdînê bi deşt û çiya Tirkê li pişta Gêsiya Gaz avêtin nav giya Li Serêkaniyê û  Avaşîn Jehra ji Berlînê anîn Avêtin ser canmerdan Werxelê bi zare  Doqmaqê serê contirkan Nifşekî hare  Hedara neyaran tune De bes bike qitqitko Nema lîs û mottiko Ka dûvikê tev nedo Bela zariya li xwe nedo Pêşilka sisto visto  Ji me kewê bi qebqebo Li we dîsa gavrevo  Me'naşa deq û 'in e  Tirko yê jêr û bin e  Wek sergoyê repin e Em Kurd in, taca cîhanê Serî nadin bêjiyo Ew sêwlekê li Enqerê Hatî bazara berê Bi hêsirê çavê can-Kurda Bi guliyên van keç-merda Sonda zeriya por kezî Tê li nav xwînê bigevizî Werxelê bi zare Doqmaqê serê contirka Nifşekî hare  Hedara neyaran tune”