TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe

img
STENBOL - Şanoger Mahsûm Saglam anî ziman ku ew bi şanoyê zimanê xwe yê zikmakî bi ruh û can dikin û ji bo beşdarbûna atolyeya şanoyê ya ku dê li dar bixin bang li her kesî kir. 
 
Teatra Jîyana Nû (TJN), ji roja ku hatiye avakirin heya niha li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek hunermend daxilî cîhana hunerê kiriye. TJN'a çendî heya niha gelek lîstikên wê ji aliyê desthilatê ve hatine qedexekirin jî, li dijî dezenformasyon û bişavtinê her bi kurdî şano çêkirine. TJN'a ku bi nasnameya xwe ya muxalif û polîtîk tê naskirin, ji sala 1992'yan heya niha tevkariyeke mezin li çanda kurdî kiriye.  
 
Şanoger Mahsûm Saglam ku di nava TJN'yê de ye, behsa TJN'yê, girîngiya şanoyê û qeydên atolyeyê kir. 
 
Saglam da zanîn ku lîstikên resen û xas ên kurdan hene û got ku di dîroka şanoya kurdan de lîstikên otantîk û kevneşopî yên wekî qirdik (stand-up kurdan) hene. Saglam wiha axivî: "Kurd, bi berhemên xwe yên ku di sedsala 19-20'an de şêwe û formek afirandine. Vê yekê jî bi şanoyên kurdî kirine. Çendî di destpêkê de giran be jî, lê bi demê re temaşevanên xwe çêkiriye. Niha gelek berhemên bi kurdî hatine nivîsandin, wekî şanoya kurdî tên pêşandin."
 
Bi domdarî Saglam anî ziman ku şanoya kurdî xwedî temaşevaneke polîtîk e û got ku şanoya kurdî di salên dawî de berbiçav bûye. Saglam, der heqê şanoya kurdî de ev agahî parve kirin: "Em li başûrê Kurdistanê leqayî komên şanoyê tên. Li bakurê Kurdistanê di salên 1950'yî de çendî hinekî berbiçav bûbe jî, lê di salên 2000'î de hîn bêtir pêş ve çûye û hîn bêtir bûye xwedî temaşevan. Di berhemên tên afirandin de bi piranî xwedî naverokeke polîtîk e û zorê dide desthilatê, peyamên polîtîk dide û dibe berdevkê hestên temaşevanên xwe. Mesela, di salên dawî de, bala xwe bidinê Şanoya Bajêr a Amedê hin şanoyan diafirîne. Di halê hazir de sê berhemên TJN'yê hene; Bêrû, Lîstik û Tenê Ez. Ev sazî par li başûrê Kurdistanê hatin xelatkirin û xelata lîstika herî baş wergirtin." 
  
NAVEROKA ATOLYEYAN
 
Saglam bibîr xist ku TJN'a ji ber pandemiyê demekê sekiniye û got lê lewma niha atolyeyeka şanoyê ya nû bivê nevê ye. Saglam ji bo atolyeya dane destpêkirin ev tişt gotin: "Me li gor daxwaz û xwesteka ciwanên kurd ên dixwazin şanoyê çêbikin me li Stenbolê atolyeyek da destpêkirin. Qeydên me di 10'ê cotmehê de destpêkirin û dê heya 25'ê mijdarê bidomin. Qeyd li Navenda Çandê ya Mezopotamya (NÇM) tên çêkirin. Em dixwazin atolyeyên xwe heya meha kanûnê bidomînin. Dê naveroka van atolyeyan pir xurt be. Mesela naveroka hin dersan wiha ye; dramaya afirîner, liv û tevgerên sereke, jonglor û lîstikvanî. Em dixwazin vê pêvajoyê heya 6 mehan bidomînin. Ji xeynî vê em difikirin ku di dawiya 6 mehan de tevî lîstikvanên xwe lîstikekê çêbikin û bi vê lîstikê atolyeya xwe bi dawî bikin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Saglam di dawiyê de  ji bo beşdarbûna atolyeya şanoyê ku dê li dar bixin bang li her kesî kir û bi taybetî xwest ku ciwan jê nemînin.