Belgefîlma 'Girtîgeh an jî Sirgûn’ li Bernê hat pêşandan

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Belgefîlma “Girtîgeh an jî Sirgûn” li bajarê Bernê yê Swîsreyê hat pêşandan. 
 
Belgefîlma “Girtîgeh an jî Sirgûn” (Gefängnis oder Exil) ku tiştên bi serê Nûrsel Aydogan a HDP’î, hevşaredarên berê Firat Anli û Zulkuf Karatekîn hatine vedibêje,  li bajarê Bern ê Swîsreyê hat pêşandan. 
 
Derhêneriya belgefîlmê Şerîf Çîçek û produktoriya wê jî Adil Demîrcî û Onur Guler dikin. Belgefîlm, li Eywana Sînameyê ya Reithschulleyê hat pêşandan.
 
Gelek kes beşdarî pêşandana belgefîlmê bûn. Piştre jî Firat Anli û Adil Demîrcî derheqê pêvajoya amadekirina belgefîlmê de axivîn. Anli, qala pêvajoya berxwedana Kobanê û operasyonên qirkirinên siyasî yên piştî wê pêvajoyê hatine kirin, kir. 
 
Pêşandan, piştî bersivandina pirsan bi dawî bû. 
 
Belgefîlm dê sibe li Zurîhê û di 18’ê mijdarê de jî li bajarê Lozanê bê pêşandan.