Belgefîlma 'Girtîgeh an jî Sirgûn’ li Bernê hat pêşandan 2022-11-04 11:17:36   NAVENDA NÛÇEYAN – Belgefîlma “Girtîgeh an jî Sirgûn” li bajarê Bernê yê Swîsreyê hat pêşandan.    Belgefîlma “Girtîgeh an jî Sirgûn” (Gefängnis oder Exil) ku tiştên bi serê Nûrsel Aydogan a HDP’î, hevşaredarên berê Firat Anli û Zulkuf Karatekîn hatine vedibêje,  li bajarê Bern ê Swîsreyê hat pêşandan.    Derhêneriya belgefîlmê Şerîf Çîçek û produktoriya wê jî Adil Demîrcî û Onur Guler dikin. Belgefîlm, li Eywana Sînameyê ya Reithschulleyê hat pêşandan.   Gelek kes beşdarî pêşandana belgefîlmê bûn. Piştre jî Firat Anli û Adil Demîrcî derheqê pêvajoya amadekirina belgefîlmê de axivîn. Anli, qala pêvajoya berxwedana Kobanê û operasyonên qirkirinên siyasî yên piştî wê pêvajoyê hatine kirin, kir.    Pêşandan, piştî bersivandina pirsan bi dawî bû.    Belgefîlm dê sibe li Zurîhê û di 18’ê mijdarê de jî li bajarê Lozanê bê pêşandan.