Girîngiya şanoya kurdî hat gotûbêjkirin

img
AMED - Di çarçoveya 8’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê de şanogerê ji Rojhilatê Kurdistanê Ghotbedîn Sadeghî li ser şanoya kurdî û şanonameya kurdî semînerek li dar xist. 
 
Li Amedê 8’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê ku di 20’ê mehê de destpêkiribû dê heta 30’ê mehê berdewam bike. Di bernameya îro de şanogerê ji Rojhilatê Kurdistanê Ghotbedîn Sadeghî li Rojhilat û Îranê bi nav û deng e jî mêvanê mihrîcanê ye. Ew li Rohilatê Kurdistanê û Îranê şanogerek bi nav û deng e û li Îranê wek "hosteyê şanogeriyê" tê nasîn. Sadeghî semînera bi navê “Giringiya Şano û Şanonameya Kurdî” pêşkêş kir. Semîner bi tevlîbûna gelek kesan hat lidarxistin. 
 
Sadeghî di semînerê de behsa jiyana kurdan û girêdayina jiyanê wan a bi şanoyê ve kir û 3u bal kişand ser kevneşopî û felsefeya kurdan û pêşxistina şanoya kurdî. Sadeghî di gotûbêja xwe de ji bîranînên xwe yên şanogeriyê mînakan da û hûner û rewşa kurdan a îro da ber hev. 
 
Semîner bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû. 
 
Her wiha îro di saet heşt û nîvan de lîstika Mek’an Sahne (Stenbol) ya bi navê “Dansoz” dê derkeve ser dikê. 
 
GHOTBEDÎN SADEGHÎ KÎ YE ?
 
Sadeghî, li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di nîsana 1952’yan de hatiye dinê. Sadeghî nivîskarê lîstikan, şanoger, sînemager û mamosteyê hunerê ye. Di sala 1980’î de koma şanoyê ya bi navê “Koma Şanoyê ya Honar” ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gelek bi nav û denge ava kir. Her wiha Sadeghî wek zanayekî çand û hunerê jî tê naskirin. 
 
Bernameya Mihrîcanê ya sibê jî wiha ye: 
 
* 27'ê Cotmehê: Şanoya Bajêr a Amedê - Dek û Dolabên Scapen (15.00)
* 27'ê Cotmehê: Şanoya Rad (Ûrmiye) - Qabûza Mêrûyan (20.30)