Li Amedê panela 'Berawirdiya Varyantên Memê Alan'

img
AMED - Li Amedê di çarçoveya Rojên Wêjeya Berawirdî de "Berawirdiya Varyantên Destana Memê Alan" hat nîqaşkirin.
 
Li Amedê 4’mîn Rojên Wejeya Berawirdî yên Amedê ku ji aliyê Weşenxaneya Lîsê, Navenda Hûnerê ya Amedê û Wejegeha Amedê ve bi dirûşmeya “Heqîqeta di zimanê xeyalê de” tên lidarxistin, li avahiya Wejegeha Amedê ya li semta Diclekentê ya navçeya Peyasa Amedê berdewam dike. Nivîskar û mamoste Bedran Hîkmet û Mem Winda "Berawirdiya Varyantên Destana Memê Alan" nîqaş kirin. Gelek wêjehez tev li gotûbêjê bûn. 
 
Ewilî nivîskar Mem Wenda axivî. Wenda wiha got: "Li gorî min  tiştekî ber eks heye dema dibêjin Destana  Memê Alan beriya hemû tiştî Mem û Zîna Ehmedê Xanî tê bîra mirov. Ez vê yeke wekî problemekê dibinim. Ez vê wekî zarokek bi dayik û bavên xwe tên naskirin, ez wisa dinirxînim. Xanî bi xwe jî dibêje ev versiyoneke Destana Memê Alan e. Min sûd ji gotinên gelêrî girtiye. Lê be lê kurd ji Memê Alan pirtir Mem û Zînê nas dikin. Memû Zîn ne varyanta Memê Alan e, versiyona wê ya wêjeya klasîk e. Di nav kurmancan de diyar e ku ji stranên herî kevnar ên tên bîra min Memê Alan e. Gelek varyantên vê hene. Davût Mûrat Xetarî li ser Memê Alan xebitiye û min ev ji xwe re wekî bingeh qebûl kiriye."
 
Piştî re ji nivîskar Bedran Hîkmet axaftina axivî. Bedran ji behsa varyant û versiyonan kir û got ku destan dema belav dibin, dibin gelerî û diguherin.