Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî

img
AMED - Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê ya 4'an dê di navbera 21-30'yê Cotmehê de bi temaye "Heqîqeta Di Zimanê Xeyalê De" li Wêjegeh Amedê bên lidarxistin.
 
Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê ya 4’an ku bi hevkarîya Weşanên Lîs, Wêjegeh Amed û Navenda Hunerê ya Amedê tê amadekirin, îsal dê di navbera rojên 21-30’yên Cotmehê de li Wêjegeh Amedê bên lidarxistin. Rojên Wêjeya Berawirdî dê bi hevkariya Weşanxaneya Lîsê, Navenda Hunerê ya Amedê û Wêjegeh Amedê bên lidarxistin.
 
Wê ji gelek biwarên cuda yên wekî wêje, zanistên civakî, muzîk, fotograf, sînema û hunera hevçax mêvan tev li bernameyê bibin û ew ê ji perspektîfeke navdîsîplînî hûrgerîyê li ser temaya “Heqîqeta Di Zimanê Xeyalê De” bikin.